Ber bi 2020’an: Nebûna polîtîkaya zarokan îstîsmarê zêde dike 2019-12-26 09:12:26   Gulîstan Azak   STENBOL - Li Tirkiyeyê ji sêyan yek nifûsa zarokan e, di 2019’an de îstîsmara li hember zarokan zêde bû. Pisporan bal kişandin ser binpêkirina mafên zarokan û da zanîn ku divê polîtîkayên xizmeta parastinê ya ji bo zarokan zêde bibin.   Ji sêyan yek nifûsa Tirkiyeyê ji zarokan pêk tê,  îstîsmara li hember zarokan û di temenê biçûk de zeiwcandin zêde bûye. Ji ber vê jî nîqaşkirina polîtîkayên ji bo  zarokan jî ferz dibe. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) yên 18’ê Nîsanê, nifûsa zarokan a li Tirkiyeyê ji dawiya sala 2018’an heta niha bi giştî 22 mîlyon û 920 hezar û 422 ye. Lê mijar û nîqaşên der barê tenduristî û ewlehiya zarokan de jî ji derveyê rojeva Tirkiyeyê tên girtin.   Ji îstîsmara zarokan der barê 18 hezar û 290 kesî de doz hat vekirin   Di çarçoveya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gorî daneyên ku TUÎK’ê ji daneyên Wezareta Dadê kom kiriye ji sûcên îstîsmara zayendî ya li hember zarokan der barê 18 hezar û 290 kesî de doz hatiye vekirin. Ev hejmar di 2004’an de 4 hezar û 32 bû û di 2010’an de jî bûye 16 hezar û 135.Hejmara zarokên keç yên navbera temenê 16-17’yî de yên bi awayekî fermî zewicîne di 2014’an de ji sedî 5,8 bû û di 2018’an de jî daketiye ji sedî 3.8’an.   Hejmara zarokên dixebitin zêde bû   Di 2017’an de hejmara zarokên di navber temenê 15-17’yî de yên dixebitîn ji sedî 20.3 bû û di 2018’an de jî bû ji sedî 21.1. Di 2018’an de hejmara zarokên kur yên tevlî xebatê bûne ji sedî 30 ya keçan jî ji sedî 11,8 bû. Li gorî Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) yên 2018’an di cînayetên kar de hezar û 923 kesî jiyana xwe ji dest daye û ji van jî 67 zarok bûne û ev hejmar di 2019’an de wek 55 zarok derbasî qeydan bûne.   Li gorî daneyên Wezareta Dadê di 2018’an de ji her hezar zarokî 16 tevlî sûcan bûne. Di 2001’ê de ev jis edî 0.8 derbas dibe lê ji 2012’an şûnde ji her hezar zarokî du heb tevlî sûc bûne.   ‘Hewcedarî bi polîtîkayên ji bo zarokan heye’   Pispora Tenduristiya Gel Nîlay Etîler balkişand ser sedemên zêdebûna îstîsmara zarokan û got di vir de bandora muhafazakariyê heye û got: “Bi muhafazakariyê re mêr cesaretê digirin û ji ber hiqûq û qanûn pêk nayê jî ewlehî jî nayê girtin. Ev jî muhafazakariyê xwedî dike û cesaretê zêde dike. Ev pirsgirêk tiştekî belavbûyî ye. Ya esas ev e ku bûyerên îstîsmarê bên atengkirin. Ji bo pêşî lê bê girtin jî divê ewil polîtîkayên bi bandor ji bo zarokan bên pêşxistin. Hewcedarî bi sererastkirinên cemawerî, polîtîkayên bi bandor û parastina tenduristiya zarokan a piştî îstîsmarê heye. Di bûyera îstîsmara zayendî de divê hikûmet toleransê nede gumanbar û cezayê herî giran bidê. Di dozên îstîsmarê de divê cezayê kêm neyên dayîn. Hedefa me ya esas ev e ku serdestiya mêr bê rawestandin û wekheviya zayendî pêk bê.”   ‘Zarok di koma rîskê de ne’   Nîlayê daxuaykirin ku li Tirkiyeyê mafê xwegîhandina xizmeta tenduristiya parastinê ya zarokan bi sînore û got piyasabûn û bazirganîbûna tenduristiyê astengiyeke cidî ya li pêş vê xwegîhandina xizmetê ye. Nîlayê balkişand ser aşîkirina zarokan û got: “Zarok di koma rîskê de ne. Ji ber vê gelek girînge ku zarok bên şopandin. Di vê mijarê de xizmetên tenduristiyê yên parastinê xwe bigihînin zarokan. Divê pêşketin û rêjeya mezinbûna wan bê şopandin û li dijî hinek nexweşiyan bên parastin. Beriya her tiştî divê bên aşîkirin. Li Tirkiyeyê hinek kes aşiyan red dikin. Ev jî ji ber sedemên olî tên redkirin. Ev bi muhafazakariyê re eleqeder e. Niha bûyerên sorikan gelek zêde ye. Rêjeya aşiyan her diçe dikeve. Ez vê rewşê jî îstîsmara ku dê û bav li zarokên xwe pêk tînin, dinirxînim. Hikûmet jî vê bêdengiyê diaprêze.”   ‘Polîtîkayên zarokan tune ne’   Aktîvîsta Mafên Zarokan û Pisporê Xizmeta Civakî Emrah Kirimsoy jî bi lêv kir ku sedema zêdebûna îstîsmara li hember zarokan, nebûna polîtîkayane û wiha got: “Kesên mezin hêz û mêrtiya xwe li hember zarokan bi awayekî nebaş bikar tînin û ev jî îstîsmare. Helwest û tevgerên mezinan yên li hember zarokan îstîsmarê jî bixwe re tîne. Hinek tiştên ku hîmê îstîsmara zarokan davêje hene. Mezin jib o daxwazên xwe bînin, zarokan islah dike, dide xebitandin û di temenê biçûk de dike karker, dizewicîne û azadiya wan sînor dike. Lê kesên di navbera temenê 0-18’an de statuyek wan ya taybet heye. Ya ku divê em piştgûh nekin ev e;Zarok ‘şexs in’. Ne malê malbat, civak û dewletê ne.”   Emrah der barê çareseriya ji bo pisgirêka îstîsmarê ev pêşniyar rê kirin:   “*Divê em berê xwe bidin zarokan û wan bigirin rojeva xwe,   *Her zarok xwedî maf in, divê bê zanîn ku ew jî mirov in,   *Divê mekanîzmayên lêgerîna mafê zarokan bê zêdekirin, xwegîhandin bê hêsankirin,   *Divê em bi jiberên xwe yên ku zarokan wek kole, wek alav dibîne,re bên rû hev.   *Divê bi rêgeza wekheviyê nêzî zarokan bibin,   *Divê em ji axaftinên, der barê bûyerên îstîsmarê yên wekê ‘bûyerek munferît’, ‘qeder e’, xwe dur bigirin.   *Divê em xeleka berpirsyariya dibe sedema îstîsmarê û pêşî lê negirtinê, bizanibin,   *Divê em li dijî çanda bêcezabûnê têbikoşin,   *Divê der barê îstîsmara zarokan de, daneyên di esasa maf û zarokan de ava bikin,   *Bi israr daxwazkirina polîtîka zarokan   *Divê em berpirsyariyên dewletê bibîr bixin û bişopînin.”