Ber bi sala 2020’an: Saleke têkoşînê ya jinên kurd 2019-12-24 09:09:22   Berîtan Canozer   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek, da zanîn ku jin di pêvajoya sala dawî de rastî qirkirina çandî hatine û krîza aborî bandorek mezin li ser jiyanê kiriye û got: “Jinan li dijî van êrîşan zirxên parastina cewherî girêdane.”   Li Tirkiye û herêmê jin ji aliyê mêran ve rastî şîdetê û qetilkirinê tên. Di salekê de nêzî 450 jin hatin qetilkirin û vê jî zîhniyeta mêr ya li hember jinê nîşan da. Li dijî vê têkoşîna jinan jî mezin dibe. Jinan di 2019’an de qad terk nekirin. Li herêmê Tevgera Jinên Azad (TJA) bi jinan re daket qadan û gelek çalakî û bername pêk anîn. Dema berxwedana grevên birçîbûnê hatin destpêkirin di çalakî û bernameyan de gelek endamên TJA’yê hatin binçavkirin û girtin. Tevî van zextan TJA’yê xwe ji kolanan venekişand û di 19’ê tîrmehê de kampanyeyek 6 mehan dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser piyan’ TJA’yê li gelek bajaran semîner, panel û bername pêk anîn. Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek ji ajansa me re nirxandina salê kir.    ‘Sedsala jinan’   Gulcîhanê bi lêv kir ku ew sedsala 21’ê wek sedsala berxwedana jinan bi nav dikin û wiha got: “Di vê sedsalê de şîdet, faşîzm, mîlîtarîzm û zayendperestî li dijî jinan pir zêde hat jiyîn. Têkoşîna jinan a li dijî êrîşên mêran her tim hat axaftin û jin li dijî her cureyê êrîşê daketin qadan. Jinan roj bi roj rêxistinbûna xwe xurt kirin û têkoşîna xwe mezin kirin. Bi taybet li Rojhilata Navîn di şexsê jinên Şengal û Rojava de êrîşên tund li hember jinan pêk hatin. Ewil DAIŞ’ê piştre jî çeteyên OSO li ser bedena jinê polîtîkaya şer dan meşandin. Jinan li dijî êrîşan serî netewandin. Li Rojava DAÎŞ bi têkoşîn û berxwedana jinê têk çû. Wek sedsala berxwedana jinê di sedsala 21’ê de dîrok nûve hat nivîsandin."   ‘Jinan zirxa parastina cewherî girêdan’   Gulcîhanê bi lêv kir ku jin rastî qirkirina çandî hatine û krîza aborî bandorek mezin li ser jinan kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinan li dijî van êrîşan zirxên parastina cewherî girêdane. Dansa Las Tesîs ya li Şîlî hat destpêkirin hema hema li her welatî hat kirin û tenê li Tirkiyeyê jin rastî êrîşê hatin. Desthilatdarî ji her alî de êrîşê jinan dike. Jinan hedef nîşan dide.  Ji 7’an heta 70’ê her kes li dijî şîdet, kuştin, tecawiza li hemberî jinan diketin kolanan. Tehemûla kesî êdî nameye.”   ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’   Gulcîhan balkişand ser pergala hevserokatiyê û got wek her qadê di siyaset û rêveberiyên herêmî de jî ji hebûna jinan aciz dibin û wiha got: “Li dijî pergala hevserokatiyê ku yek ji destkeftiya herî mezina jinê Kurd e, êrîşek mezin hat meşandin û hevşaredar tên girtin û binçavkirin. Hevserokatî xeta me ya mor e. Tu êrîş û zext wê bi me şûnde gavê nedin avêtin. Em di pergala hevserokatiyê de bi israrin û bi biryar in. Hevalên me yên jin niha di girtîgehan de ne. Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedarên din. Em dizanin ku ev darizandineke siyasiye. Hevalê me dîl hatine girtin.”   ‘Grevên birçîbûnê ji bo me girîng bûn’   Gulcîhan balkişand ser sala 2019’an û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2019’an de gelek endam û aktîvîstên me hatin girtin. Ligel girtin û binçavkirinan destkeftiyên jinan hatin hedef girtin. Di 2019’an de yek çalakiyên ku ji bo me gelek girîng bû çalakiyên greva birçîbûnê bû. Ev berxwedan bi pêşengiya Leyla Guven li girtîgehan hat destpêkirin. Bi armanca şikandina tecrîdê hat destpêkirin. Piştî berxwedana sê demsalî şûnde hinek be jî gihişt armanca xwe û tecrîd hat şikandin. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser hemû jinane. Ji ber vê çalakiyek girîng bû.”   ‘Berxwedanek topyekun’   Gulcîhanê destnîşan kir ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê xebatek xurt meşandine û bi hezaran jin tevlî çalakî û bernameyan bûne û got: “Piştre jî bi tevlî bûneke xurt a jinan Newroz hat pîrozkirin. Di nav salê de gelek xebat û çalakiyên me çêbûn. Yek ji xebatên me yê herî girîng jî kampanya me ya 6 mehan a meha tîrmehê bû. Me bernameya 6 mehan derxist. Di çarçoveya vê de, panel, xebatên li tax û gundan, rêxistinbûn, guhertina mêr, atolyeyê perwerdê veguhertinê cih girtin. Em mal bi mal geriyan û me armanca kampanya xwe vegot. Ji bo me pêvajoyeke berxwedana topyekun bû.”   Gulcîhan bal kişand ser zêdebûna kuştinên jinan a di 2019’an de û got jin ne bê alternatîfin û tu carî bêdeng neman. Gulcîhanê her wiha daxuyakirin ku nepêkanînan qanûna 6284’an jî tê wateya rewakirina kuştina jinan.   ‘Wê têkoşîna me bidome’   Gulcîhanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew di meha dawî ya kampanyayê de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me hefteya mafê mirovan û jinan li pey xwe hişt. Em Tirkiyeyê vexwendî dikin ku şertên di peymana mafê mirovan de bîne cih. Divê Peymana Stenbolê demildest pêk bê. Ji bo vê jî wê xebatên me bidomin. Bi hezaran jin ji bo têkoşînê bedel dan. Em li hember hemûyan bi rêzdarî serî ditewînin. Di şexsê Sêvê, Pakîze û Fatma yên li Sîlopiyê hatin qetilkirin, di şexsê Sakîne, Fîdan û Leylayê de ku li Parîsê hatin qetilkirin, wê berxwedan û têkoşîna me bidome."   Sibê: Berbi 2020’an: Nêzîkatiya desthilatdariyê nêzîkatiyeke ku şîdet zêde kir bû