Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (2) 2019-12-21 09:02:17   'Kongreya Star a rêxistina jinê bi şoreşa xwe ber bi gavên serkeftinê ve çû'   Roj Hozan   QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kudistanê Evîn Siwêd, kar û xebatê salekê yê rêxistina jinê nirxand û got:"Têkoşîna jinê di sala 2019'an de bersiva herî tund bû ji  destdirêjiyên li ser nirxên jinan tê kirin. Jina pêşeng di nav tevlîheviya civakê de rengekî nû ji aşîtiyê û aramiyê afirand û gav bi gav ber bi azadiya xwe ve diçe."   Di çarçoveya nirxandina xebatên salekê yên Rêxistina Kongreya Star de Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kudistanê Evîn Siwêd xebatê jinan yê salê ji ajansa me re nirxand.    'Têkoşîna jinê bersiva herî xurt a li dijî hemû rengên tundiyê ye'   Evîn wiha dest bi nirxandina xwe kir: "Sala 2019'an, saleke têr û tijî bû, hem ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet jinên Rojavayê Kurdistanê. Çalakiyên ku hatin kirin, asta têkoşîn û berxwedana li dijî zihniyeta desthilatdar di asta herî jor de bû. Helwesta jinê li dijî tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin û daxwaza wê ji bo azadiyê li pêş bû. Hewcedariya jinê ji bo hebûna fikrê Rêber Apo ji hemû salên borî zêdetir bû. Tevî xebatên ku tê kirin, rojekê jin ji rêya têkoşînê newestiyane. Helwesta jinê di hemû rêzeçalekiyên ji bo azadiya Rêbertî jî  rihê girêdanê dida diyarkirin. Têkoşîna di vê salê de ji hemû salên derbasbûyî  zêdetir bû. Hem di aliyê avakirina sîstema xweser a jin û wekî din têkoşîna jinê li hember hemû cûreyên tehdîd û êrîşên heyî. Dibe ku ev sal herî zehmet jî bû, ji ber êrîşên ku li ser Rojavayê Kurdistanê hatin kirin. Jina birêxistinkirî  ji xwe re kir armanc. Têkoşîna jinê bersiva herî xurt a li dijî hemû rengên tundiyê ye."   'Kongreya Star a rêxistina jinê bi şoreşa xwe ber bi gavên serkeftinê ve çû'   Evînê bal kişand ser vîna jinan û hêrsa wê ji bo azadiyê û wiha dom kir: "Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê û herî dawiyê jî li Baxozê, Kongreya Star a rêxistina jinê bi şoreşa xwe ber bi gavên serkeftinê ve çû. Di aliyê avakirinê de pêşengtiya xwe mayinde kir û hebûna xwe di nava hemû rengên jiyanê da nîşan da. Jin li aliyekî jiyan e û li aliyê din jî parêzvan e, ev hemû hêza jinan û baweriya bi doza wan qayim hişt. Jina pêşeng di nav tevlîheviya civakê de rengekî nû ji aşîtiyê û aramiyê afirand û gav bi gav ber bi azadiya xwe ve diçe. Ji ber civak bê bingeha xwe nikare bibe bersiv ji hovîtî û tarîtiyê re. Jinên xwedî rêxistin  çirûska azadiyê ji bo tevahî jinan vejandin."   'Hêza vîn û îradeya jinê şoreşa herî mezin a di nava civakê de ye'   Evînê di nava gotinên xwe de behsa xebatên komîteya perwerdeyê dike ku bi rêya vê jin rastiya xwe nas û kesayeta xwe şîrove dike û wiha axaftina xwe bi dewam kir:  "Xebatên sereke yên Kongreya Star rêxistinkirin û perwerdekirine civakeke bi exlaq e. Ji bo guhertin û veguhertina zihniyeta civaka baviksalarî, qada perwerdeyê pir girîng e. Di nava qada perwerdeyê de jin kesayeta xwe ya rast nas dike û şîrove dike. Di asta perwerdeyê de cudabûneke xwe ya taybet heye. Jin ji asta fêrbûnê derket êdî bi xwe nîqaşan dide destpêkirin. Pirsgirêkên xwe çareser dikin û jinên herêmên ku nû hatine rizgarkirin hînî azadiya jinê dikin. Civaknasiya civaka Rojavayê Kurdistanê, ku di nav şerekî dijwar de ye, kûrahiya fikirê jinê ji bo jiyana azad rave dike. Komîteya perwerdeyê di vê salê de 1600 wane daye û zêdetirî 12000 jin hatine perwerdekirin. Encamên wê jî ber bi çav in û diyar in di nava saziyên jinê zêdekirina hejmara jinê derketiye pêş. Hêza vîn û îradeya jinê şoreşa herî mezin a di nava civakê de ye."   'Di vê salê de sekna jina ku dikare civaka xwe biparêze derket pêş'   Evînê destnîşan kir ku li ser erk û xebatên komîteya xweparastinê ku bi rengekî çalak tevlî hemleyên parastina ax û rûmetê bûn wiha got: "Hebûna Kongreya Star  temsîla jina pêşeng  dike. Bi rengekî zelal û dirust xwe da nîşandan. Ji komîteyên ku herî  zêde di nava rewşa aloziyê de xwe dane pêş û rextê şoreşê dan ser milê xwe komîteya xweparastinê ye. Jinê hêzeke xwe ya parastinê di hindurê tax û bajaran de dan avakirin û bi rengekî çalak tevlî hemû hemleyên parastina ax,  rûmet û destkeftiyên xwe kirin. HPC-Jin û asayişa jinê amadekariyên xwe yên demê pêş xistin û di nava xebatê wan de hejmareke mezin ji jinan li ser hilgirtina çeka xweparastinê perwerdeyên xwe dîtin. Gelê şoreşger biryara serkeftinê ji xwe re dan û ev yek dîsa bi keda jinê hatin bidestxistin. Sekna jinê ya ku dikare civakê biparêzê derket pêş.    'Rengê jinê di nava şaredariyan de hat xuyakirin'   Evînê li ser kar û xebatên jinê yên di nav şaredariyên gel de, erk û misyona ku jinê di şaredariyan de daye ser milê xwe û wiha vegot: "Di rewşeke wiha de ku navenda şerê sêyemîn yê cîhanê di Sûriyeyê de ye, me dikarîbû li aliyekî parastina xwe ji êrîşan bikin û di nav de jî civaka xwe birêxistin bikin û ava bikin. Yek ji qadên avakirina civakê di milê jiyanî de jî şaredarî bûn. Jin di hundirê şaredariyê de rengê jinê daye jiyanê. Piştî ku jinên li şaredariya konferansê xwe çêkirin, projeyên ku paqijî, xweşikbûna bajêr û xurtkirina aboriya jinê hatin pêşxistin. Rengê jinê di nava şaredariyan de hat xuyakirin. Xweşikbûna jin û jiyanê bi hev re da girêdan."   'Komîteya edaleta jinê, wekheviya civakê ji bo jinan ava kir'   Evînê di nava nirxandinên xwe de balê dikşîne ser xebatê komîteya edaleta jinê ya di nava civakê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji komîteyên ku xebatên girîng da meşandin yek jê Meclîsa Edaleta Jinê ye. Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê  ve, yên herî bi lez xwe birêxistin kirin malên jinê bûn. Malên jin û dîwanên edaletê bi hev re Meclisa Edaleta jinê ava kirin. Ev xebat berê tenê di herêmên Rojavayê Kurdistanê de bû, lê îsal li 7 herêmên din ên qadên ereban yên ku ji terorê hatin rizgarkirin ava bûn û di nav de jî  beşdarbûneke xurt ji jinên ereb jî tê de çêbû. Rengê zordariyê û bûyerên ku bi ser jinan de hatin,  hiştin ku jin bi xwe li dû mafê xwe bigere û bi xwe jî, xwe  biparêze. Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclîsa Edaleta Jinê berfireh bû û di nava meclisê de 21 jin hatin erkdarkirin. Bi hezaran pirsgirêkên jinê di nava civakê de hene, lê vekirina dozên jinê û xwedîderketina jinê, rengê edaleta jinê da pêş û wekheviya di civakê  de bi rengê xwe yê rast derket pêş."   'Jinên cîhanê jî piştgiriyeke xurt nîşan dan'   Evînê derbarê xebatên Komîteya Diplomasiyê ya di nava Kongreya Star de wiha nirxand: "Parvekirina van xebatên ku jinê di ber de ked daye ji aliyê komîteya diplomasî ya jinê ve tê nîşandan. Jin di komîteya diplomasîyê de bi jinên cîhanê re, danasîna rast a jina têkoşer di hundirê Rojavayê Kurditanê de, bi jinan parve kirin. Dosyayên şerên hovîtiya  desthilatdaran ên ku mexdûriyeta wê li jin û zarokan hatiye kirin, ji jinên welatên din û rêxistinên jinan re hatin nîşandan. Hemleya ku jinên komîteya diplomasîyê dabûn destpêkirin "Jin Rojava diparêzê" hîn bi hemû xebatên xwe didome. Kesên ku piştgiriya şoreşa jinê dikin ji sazî, rêxistin û kesayetên serbixwe yên di cîhanê de, bi rêya vê hemleya îsal deng û rengê jinan hîn zêdetir belav kir. Jinên cîhanê jî piştgiriyeke xurt nîşan dan. Komîteya Diplomasiyê ne tenê li Rojava xwe birêxistin kir li Beyrût, Silêmaniyê û hin bajarên Ewropayê çalakiyên vê komîteyê hebûn û bi hemû aliyan re pêwendîdar bûn û rêxistina jinê bi jinên cîhanê re parve kirin."   'Di xebatê aboriyê de jin hewcedarî tu kesî nebû û berhemên xwe li hev pîroz kirin'    Evînê xebatên keda jinê ya di qada aboriyê de şîrove kir û wiha got: "Aboriya jinê hemû erkên xwe bi rêk û pêk dike. Projeyên bi keda jinan hatiye destpêkirin dewam dikin. Aboriya jinê heye. Jin hewcedarî tu kesî nabe. Tiştê balkêş di vê salê de, mîhrîcana genim bû. Hemû berhemên jinê di Rojavayê Kurdistanê  de bi gel re hatin parvekirin. Di dema rakirina genim de, jinan keda xwe li hev pîroz kirin û mîhrîcana xwe weke cara yekem  li dar xistin. Kar û xebatên Kongreya Star di 2019'an de, gelek berbiçav bûn."    'Têkoşîna jinên Rojava di cîhanê de mînakeke girîng e'   Evînê di dawiyê de hêviyên serkeftinê ji tevahî xebatê jinan re xwest û wiha bi dawî kir: "Sekna jinê di 8'ê Tebaxê de  bi rengekî xurt derket pêşberî cîhanê. Hemleya "Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibin" ji hemû destdirêjiyên li ser nirxên jinan, bî bersiv. Têkoşîna jinên Rojava di cîhanê de mînakeke girîng e. Di hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Kongreya Star pêşengtî ji şoreşên jinên cîhanê re kir. Têkoşîna Kongreya Star di 2019'an de berhemên hemû salên têkoşîn û îradeya jinê bû. Soza me dewamiya têkoşînê ya ji bo azadiya tevahî jina ne."