Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (1) 2019-12-20 09:11:32   Dîlber Yûsif: Pergala Rêveberiya Xweser çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e   Roj Hozan   QAMIŞLO - Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif, bal kişand ser sîstema Rêveberiya Xweser got: "Sîstema modela  demokratîk a ku wê bibe modela çareseriyê ji bo tevahî Sûriyayê û Rojhilata Navîn, Rêveberiya Xweser e. Rêveberiya Xweser esasê serkeftina me û wekheviyê ye."   Di nava rewşa aloziyê ya ku di encama şer û pevçûnên di Sûriyeyê de rû dida, avakirina sîstema Rêveberiya Xweser bû pergala demokrasiyê. Rêveberiya Xweser di sala 2013'an de  hat îlankirin. Li gor vê pergalê divê civak li ser esasên azadî û wekheviyê xwe bi rê ve bibe. Têkildarî mijarê, Şêwermenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif, asta pêşveçûn, destkeftiyên sîstema Rêveberiya Xweser û rengê wê nirxand.     'Pêwîstiya civakê bi şoreşa gel hebû'   Dîlberê wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Rewşa Sûriyeyê bi giştî û guhertinên ku di Rojhilata Navîn de çêdibûn, diyar dikir ku pêwîstiya civakê bi şoreşa gel hebû. Şoreşa gel dema dest pê kir, Sûrîye jî yek ji wan welatan bû ku alozî tê de hebû. Gel êdî sîstema heyî û zihnîyeta ku li ser wan dihat meşandin, qebûl nedikir. Bi helwestên derketina kolana û daxwaza mafê xwe yên pêwîstiyên jiyanî, hiqûqî û pêwîstiyên rêveberinê,  bi şêwazek demokratîk gel daxwaza mafê xwe kir. Di encama zihnîyeta dewletê ya ku ji bo guhertinan ne amade bû, ev rewş berovajî wê hat zivirandin û li hember mafê gelan bersiveke tund hat dayîn. Vê yekê hişt ku aloziya ku heyî hîn bêtir kûr bibe. Dewlet ji bo çareseriyeke mayinde li hember vîna gel ne vekirîbû û tu guhertinên demokratîk çênekir."    'Şoreşên ku dest pê kirin bû sedema guhertinan'   Dîlberê di nava gotinên xwe de bal kişand ser şoreşên ku li welatên din rûdan û bandora wan nirxand û wiha domand:"Di welatê ereban de, şoreşên ku dest pê kirin bû sedema guhertinan. Hin rêveberî hatin guhertin. Zihniyeta ku di van welatan de dibû sedema gengeşiyan li Sûriyeyê jî hebû. Li şûna ku pirsgirêkên civakî bi diyalogan çareser bikin, bi komkujiyan bersiv didan. Vê aloziyê hişt ku bertekên civakî zêdetir bibin."    'Pêwîstiyên herêma me bi rêxistineke rast hebû û me ev yek da çêkirin'   Dîlberê di dewamiya axaftinên xwe de balê  dikşîne ser destpêkirina çirûska şoreşê û wiha dibêje: "Herêmên ku em tê de dijîn weke parêzgeha Hesekê dihat pênasekirin. Gel ji bo mafê xwe rabû ser piyan. Me xwest weke civak bi rengekî  rêxistinkirî tevlî çalakiyan bibin û nekevin nava şaşîtiyan de, da ku em mafê gelê xwe mîsoger bikin. Ji ber zextên ku li ser civakê dihatin meşandin gel herikî qadan. Wê demê gel ne birêxistinkirî bû, ji bo wê zehmetiyek mezin çêbû  û di encamê de gelek mirov hat qetilkirin û binçavkirin. Di nava artêşa Sûriyeyê de destwerdanek çêbû û parçebûn, herî dawî weke artêşa azad xwe bi nav kirin. Herêmên din ji kontrolê derketin û heya roja îro rewşa wan ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Me nexwest  herêmên me weke herêmên din lê were. Pêwîstiyên vê herêmê wek tevgerên kurdî bi rêxistinê hebû, da ku em bikaribin bi şêwazên demokratîk civaka xwe biparêzin û parastina xwe ya rewa bikin."    'Armanca me demokrasî bû'   Dîlberê di nava nirxandinên xwe de  da zanîn ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji şoreşê din cuda bû û armanca wan demokrasî bû û wiha dom kir: "Me rengê şoreşa civakî derxit pêş û me her dixwest bi rengên diyaloga demokratîk pirsgirêkên xwe bi rêjîma Sûriyeyê re çareser bikin. Ji destpêka şoreşê de me xeta demokratîk hilbijart. Pêkhateyên ku li herêmê hebûn kurd, ereb, suryan û olên  heyî,  nîqaş bi wan re pêş ket û pêwîstiyeke li ser vî esasî ku em xwe biparêzin li hember hemû êrîşên  li ser axa me bê kirin û  li kêleka  wê rêxistina xwe jî xurt bikin. Armanca me Sûriyeke demokratîk bû ku em bikaribin bi gelê xwe re çareseriyê pêş bixin û zihnîyeteke rast li ser asasê hemû gelan bipejirînin. Li ser vî esasî  me projeya şoreşa civakî  esas  girt, da ku em bikaribin civaka xwe bi zanebûneke rast bi rê ve bibin. Rengê şoreşa me ji şoreşên din cuda bû, me bi gelê xwe re biryara azadiyê da."    'Rêxistinên çekdarî yên  ku ava bûn, xwestin ji vê aloziyê feydeyekê bibînin'    Dîlberê da zanîn ku îradeya  civakê li hember  êrîşên hêzên terorê xurt bû, di encamê de ewlekariya derve û hundir jî çêbû û wiha gotinên xwe bi lêv kir: "Bi daxwazên civakê re eger em balê bikşînin ser vê xalê, pêwîstiyên  gel ên aborî, daxwazên wê çi ne, gel sîstemeke rêveberiyên çawa dixwaze da ku mafê hemû pêkhateyan were mîsogerkirin. Rêveberiya me jî li ser vê bingehê xwe ava kir. Bi destpêkirina êrîşên terorê yên li ser Rojavayê Kurdistanê ku navenda wê bajarê Serêkaniyê bû pêwîstiyên gel bi parastinê hebûn. Çeka ku li hember êrîşên terorê  hat rakirin, îradeya gel ji bo parastinê wisa derket pêş. Ji bo ewlekariya hundirîn jî  hêzek ava bû. Bi rengekî xurt û dirust me parastina xwe ya derve û hundirîn ava kir. Rewşa Sûriyeyê û guhertinên ku li derdorê çêdibin bandora xwe li Sûriyeyê jî hebû, ji ber rêxistinên çekdarî yên ku hatin avakirin, xwestin ji vê aloziyê feydeyekê bibînin."   'Sîstema Rêveberiya Xweser li ser esasê çareserkirina pirisgirêkên civakê ava bûye'   Dîlberê bal kişand ser esasê sîstema Rêveberiya Xweser û di nav de jî avabûnên ku bi xwe re anî û wiha dewam kir: "Sîstema modela  demokratîk a ku me dixwest bibe modela çareseriyê ji bo  tevahî Sûriyeyê  û bibe rengê demokrasiyê, Rêveberiya Xweser bû. Rêveberiyeke cewherî ye ku civak tê de  bi xwe,  xwe bi rê ve bibe.  Mafê gel heye ku bi rengê rêvebirinê xwe hilbijêrin. Sîstema rêveberiyê li ser esasê çareserkirina pirisgirêkên civakî hemû gel were gel hev ava bûye. Di vê navberê de sazî û dezgehên civakî hatin avakirin. Herêmên din weke Reqa, Dêrezor û Minbic ji terora DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Ji bo zarokên civakê bê xwendin nemînin saziyên perwerdeyê hatin  vekirin, ji bo ku civak aloziyên zehmet nekişînin, şaredarî hatin avakirin û pêdîviyên civakê di warê jiyanî de hatin peydakirin. Di vê pêvajoya şoreşê de me isbat kir ku ger civak heye dewlet jî  wê hebe, ji ber dewlet bê civak nabe. Dewlet bi hebûna civakî heye. Civak ji bo van destkeftiyên xwe biparêzê, bedelên giran jî dan û bi têkoşîna xwe destkeftiyên xwe mîsoger kir."    'Di esasê rêveberiyê de jinê rola herî pêşeng leyîst'   Dîlberê destnîşan kir ku li ser wekheviya di nabera netew û mirovan de di  sîstema Rêveberiya Xweser de û bi taybet beşdarbûna jin û rola wê di pêşengtiyê de û wiha berdewam kir: "Hemû pêkhateyên di sîstema Rêveberiya Xweser  de, îradeya tu kesî li ser ê din tune ye. Civak wê çawa demokratîk bibe ger sîstemeke wekhevî tune be? Ev yek di nava xwe  de her du  zayenda jî digire dest. Ji bo wê di esasê rêveberiyê de û di asta saziyan de beşdarbûna jinê di asteke pêşeng de bû  û jinê xwe beşek ji parastina ax û civaka xwe berpirsiyar dît û têkoşîna rûmetê ji xwe re kir armanc. Di nava sîstema Rêveberiya Xweser de û saziyên wê, me sîstema modela hevserokatî da pêş, da ku di hemû beşan de bi rengekî wekhev jiyan bi rê ve biçe. Beşdarbûna jinê di nava sîstema Rêveberiya Xweser de di asta herî jorîn de ye û ev mafê jinê ye. Cara yekem ev model me li Rojava û Bakurê Sûriyeyê da pêş. Ji bo beşdarbûna jinê me kota ji sedî 40 me rakir, êdî bû nêvî bi nêvî. Ev model ne tenê ji bo Sûriyeyê me dixwest bibe modelek ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê tevahî."    'Esasê serkeftina  projeya me wekhevî ye'   Dîlberê diyar kir ku esasê serkeftina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser wekhevî ye û wiha pê de çû: "Di sîstema welatên cîhanê de, rengê mêr tenê li pêş e. Di sîstema me de me ev  şêwaz  guherand. Pêşengtiya jinê girîg e. Helbet zehmetiyên wê jî hebûn, ji ber di tecrûbeyên wisa de, deriyek ji jinê re nehatibû vekirin, ne di qada leşkerî de û ne jî di qada rêveberiyê de. Li aliyê din jî mafê jin, hebûn û nasnameya wê pêwist e derkeve pêş û mafê jin yê beşdarbûnê pêwist e were parastin. Di xebatên demokratîkbûnê de, me civakeke demokratîk ava kir, ne tenê bi teorî, di warê jiyanî de me ev pêk anî. Ji bo wê pîvanên di warê pratîk de guhertineke li ser civakê,  da avakirin. Zehmetiyên ku li pêşiya jinê derdiketin, êdî hêsan dibin. Civakên ereb û suryan jî tevlî xebatan bûn. Em dikarin bêjin esasê serkeftina me wekhevî bû."    'Gerek di destûra bingehîn a Sûriyeyê de hemû reng hebin'   Dilberê li ser rengê destûrê yê nû yê ku ji bo Sûriyeyê tê amadekirin,  wiha got: "Di şoreşa civakî de, me şoreş di hundirê şoreşê de çêkir, li ser felsefeya jiyana azad  me nexşeya gelan rengo rengo kir. Gerek di destûrê bingihîn de, her reng jî hebin. Ger zihnîyet xwe bispêrê yek rengî wê çaxê pirisgirêkên mezin, wê derkevin holê. Înkarkirin û qirkirina ku di encamê zihnîyeta şovînîşt de derdikeve, wê xeteriyê mezin li ser civakê bide çêkirin. Aloziyên ku di welatan de rû didin, çavkaniya bingehîn ji destûrê digire. Netewên li ser axa Sûriyeyê hemû xwedî dîrok û çand in, gelê herêmê yê bi hezar sala ne û xwediyê vê şaristaniyê ne. Modela li ser esasê netewa demokratîk, projeyeke  serkeftî bû. Felsefeya netewa demokratîk rê nade inkarê. Encex civak bikaribe civakeke demokratîk ava bike."   'Mirovên ku perpirsiyartiya welatê xwe hildigire, ew in hêzên çareseriyê'   Dîlber wiha nirxandina xwe bi dawî kir: "Hişmendiyên desthilatdar ên ku li ser vîn û xwîna gelan li hev kom dibin, li Astana yan jî li Cinevê, tu projeyên wan yên çareseriyê tune ne. Kesên ku mirovan qir dikin, banga çareseriyê ji bo welatan dikin û di welatê wan de mirov bi tunekirinê re rû bi rû mane. Yên ku niha destûra Sûriyeyê nîqaş dikin, heman kesên ku bi hezara gel ji warê wan koç kirine û wan di komkujiyan re derbas dikin e. Îradeya gel di ser hişmendiya wan re ye, daxwazên gel yên demokratîk hişmendiya wan, derbas dike. Mirovên ku  perpirsiyartiya welatê xwe radikin, ew in hêzên çareseriyê."