Berxwedana kesên li dijî zilmê serî netewandin: Cizîr (4) 2019-12-12 09:01:29   Nursel a ku dayika wê digot “Gewra min” hîna 18 salî ye   ŞIRNEX - Nursel Dalmiş a ku got, "Li mala me li ber derî me dikujin em li hember vê bêdeng bimînin?" û tevli Berxwedana Cizîrê bû di çavên dayika xwe de hîna 18 salî ye...   Li Cizîra Şirnexê ku "Keleha Berxwedanê ya Gelê Kurd e" her zarok bi stranên berxwedanê mezin dibe.  Li ser vê erdnîgariya pîroz berxwedan ji nivşekî dewrî nivşê din tê kirin... Zarok ji serdema Zînê heta serdema Bêrîvanê ji stranên berxwedanê ku jin dibêjin feyzê  digirin. Ji van kesên ku ala berxwedanê girtin destên xwe yek jê jî Nursel Dalmij a 18 salî ye. Nûrsel a ku li rojaneya xwe, "Dema ku ez mirim naxwazim tu kes li pey min bigirî, dixwazim bi lîlandinê min rê bikin" nivîsî, berxwedana wê li kolanên Cizîrê hat kolandin...   Dayika Nûrselê Sultan Dalmiş ku got "min bi navê gewera min bang li keça xwe dikir" dibêje, "Tişta min dît ji bîr nakim" û di berdewamiyê de wiha dibêje: "Êşa me çiqas giran jî be wê têkoşîna me berdewam bike.   'Êşa me dê tu carî bi dawî nebe'   Sultan, anî ziman ku piştî kurê wê tevlî refên azadiyê bûye keça wê jî tevli bûye û wiha got: “Keça min gelek zîrek bû. Ji zaroktiya xwe de girêdayî têkoşîna kurd bû.” Sultan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di dema qedexeya derketina derve ya 9 rojan de mala wan hatiye gulebarankirin û wiha behsa wê demê kir: “Dema mala me hat gulebarankirin keça min Nursel birîndan bû. Em di wê navberê de li hewşê rûniştibûn. Di gulebaranê de mala me gelek zerar dît. Hîn şopên guleyan di mala me de hene. Piştî ku keça min birîndar bû got ‘Li mala me û li ber deriyê me, me dikûjin. Em li hember vê bêdeng bimînin?’ Me nikaribû ji mala xwe serê xwe derbixin. Me çi kiriye vê êşê bi me dayikan didin jiyîn?”   ‘Ji ber ku Cizîrê terk nekirin hatin şewitandin û înfazkirin’    Sultan, da zanîn ku pêştî mala wan hatiye gulebarankirin demekê neçar mane ji malên xwe derbikevin û wiha domand: “Piştî ku mala me hat gulebarankirin û keça min birîndar bû em çûn Silopiyê. Lê keça min bi me re nehat. Ji me re got ‘ez nayêm.’ Piştî birîna keça min baş bû nesekinî û ew jî tevli berxwedanê bû. Piştre me jê tu agahî negirt. Me ji televîzyonê dît ku pêşî birîndar bûye û piştre jî jiyana xwe ji dest daye. Min cinazeyê keça xwe ji Deriyê Sînor yê Xabûrê girt. Heqaretê LI me dikin, me dikûjin. Tişta ku nekirin nema. Li ber deriyê malan em kûştin û malên me şewitandin. Ew qas ciwanên me hatin kûştin ji bo wan me çi kir? Ew ji ber ku Cizîr terk nekirin hatin şewitandin û înfazkirin. Ji ber ku em kurd bûn em qetil kirin. Lê belê kurd tu carî neqediyan û dê neqedin jî. Xwedê wê ji wan re nehêle. Rojekê wê ew jî heman êşê bijîn.”   ‘Keça min hat înfazkirin’   Sultan, bi lêv kir ku piştî keça wê çûye li jêrzemînan careke din dîsa birîndar bûye û da zanîn ku keça wê di jêrzemîna 3’yemîn de hatiye înfazkirin. Sultan, wiha berdewam kir: “Beriya keça min bê înfazkirin agahî hat ku di jêrzemîna 3’yemîn de 25 birîndar hene û ji bo birîndaran alîkarî xwestibûn. Lê destûr nedan ku ambulans biçin û tu kes bi hewara wan ve nûçû. 25 kes li wê derê hatibûn şewitandin. Lê tevî keça min, Orhan Tunç û Îbrahîm Îvendî jî dema xwestin xwe xilas bikin hatin înfazkirin. Ji ber ku di eniya keça min de sê şopên guleyan hebûn. Hemû cihan li hember vê komkujiyê bêdeng ma. Tu dewlet an ev komkujî nedît.”   ‘Êşa me çiqas mezin be wê têkoşîna me jî ewqas mezin be'    Sultan, di dawiya axaftina xwe de got di ser komkujiyê re 4 sal derbas bûn lê tê bi çavê xwe dîtine ji bîr nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji 4 salan heta niha tu tişt negûherî. Piştî 4 salan ji me re bi tenê êş û kul man. Heta ku em bimirin jî em ê vê komkujiyê ji bîr nekin û em ê nedin jibîrkirin. Em ê tiştên ku hatine jiyîn ji neviyên xwe re jî bêjin ji bo ku neye ji bîr kirin. Di ser kuştina keça min re 4 sal derbas bûn û gelek nexweşî li min peyda bûne ji ber xemginiyê. Êşa me her çiqasî mezin be têkoşîn û berxwedana me dê berdewam bike. Doza ku me ji bo qetilkirina keça xwevekiriye jî hîn tu encam jê nehatiye girtin. Lê em ê heta dawiyê li pey doza xwe bin. Êşa me çiqas mezin be wê têkoşîna me jî ewqas mezin be. ”   Sibe: Jina ku piştî komkujiya Cizîrê berxwedan xwe berdewam kir: Guler Tunç