Rojava çima şoreşa jinê ye? (6) 2019-11-25 09:24:46   Dibistana welatparêziyê û pêşenga qada şoreş û têkoşîna jinê: Dayê Eqîde   Roj Hozan   QAMIŞLO - Zarokên dayê Eqîde Osman ên ku di dibistana welatparêziyê de mezin bûne, di derbarê têkoşîn û qehremaniya dayika xwe de dibêjin: "Dayika me, em bi hezkirina welat û şoreşê girê da û di vê dibistanê de em  mezin bûn. Em ê barê şoreşa wê  hilgirin û sozdarê dilnazî û têkoşîna dayika xwe bin."   Dema mirov qala têkoşîn û qehremaniyê dike, dîsa dayikên kurd tên bîra mirovan. Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, dayikên kurd ne tenê zarokên xwe kirin şervan û rextê cengê da ser milê wan,  dayik bi xwe bû şervana şoreşa rûmetê  li hember zilim, tundî û dagirkeriyê. Mînakên  têkoşînê pir in, di her koleneke Rojavayê Kurdistanê de, mirov rastî dayikên wisa bi heybet û rûmet tê. Dema mirov li wan dipirise, yan jî navê wan tîne ziman, rûpelên dîroka  li ser têkoşîna jinê dirêj dike, dihêle ku çavê mirovan matmayî bimîne û dilê mirovan ji tîna têkoşînê lê dixe. Ev in dayikên şervan ên ku pêşengên dibistana welatparêziyê ne û aşiqê azadiyê ne.   Xeyalên dayê Eqîde Kurdistana azad bû   Dayika Eqîde Osman di sala 1966'an de li gundê Girêpirê yê bi ser navçeya Tirbespiyê ve hatiye dinê. Temenê wê 56 sal in û li navçeya Girkêlegê zewiciye. Dayika Eqîde 5 zarokên wê hene 3 keç û 2 kur in. Di salên demdirêj de tevgera azadiyê nas kiriye û pê re di nava tevgerê de bû. Dayika Eqîde, mîna jineke têkoşer di her çalakiyên azadiyê de mirov wê didît û her kolanek ji kolanên Rojavayê Kurdistanê qala têkoşîna wê dike. Rûkeniya wê û hevaltiya wê ya xurt bi mirovan re, dihişt  ku her kes xwe li derdora wê kom bike û jê re bêjin dayê. Dayê Eqîde, ev nav bi hezkirin qezenc kir û ji piçûkan heta mezin jê re ev nav digotin. Di zerfên herî zehmet de, dayê Eqîde pêşengtî ji têkoşîna azadiya jin û doza kurdatiyê re kir. Tevî zehmetiyan jî wê dev ji xeyalên xwe bi avakirina Kurdistaneke azad berneda û koça wê ya dawiyê jî li ser axa welatê bû.   Bêtirîn naskirina serpêhatiya dayê Eqîde, zarokên wê yên ku ji dîtina dayika xwe têrnebûn, têkoşîn û jiyana dayika xwe ji me re parve kirin.   'Dayika min, mîna jineke têkoşînvan di civaka Rojava de dihat naskirin'   Kurê dayê Eqîde Akîf Mistefa wiha qala rêya têkoşîna dayika xwe dike: "Ez zarokê dayika xwe yê sêyemîn im. Berî ku ez werim dinê jî, dayika min  tevgera azadiyê nas kiribû. Xebatê dayika  min, xebatê cebhewî bû, ev xebat jî ne her kesî dikir, tenê malên ku bi azadiya Kurdistanê bawer in dikirin. Dayika min xebatek pîroz da ser milê xwe. Çalakiyên ku di wê demê de dihat kirin qedexe bûn, lê dayê tu carî ji tu kesî neditirsiya û du caran ji hêla rêjîma Sûriyeyê ve hat zindankirin. Piraniya xwe di çalakiyên Newrozê û pirozpahiya 8'ê adarê de dihat girtin.  Di sala 2008' an de hat girtin, di pîrozbahiya 8'ê adarê de rêjîma BAAS'ê êrîşî çalakiyê kir,  dayê û hin hevalên wê girtin.  Di 1999' an de dema ku Rêber Apo bi komployeke navneteweyî hat girtin dayê şîn girt û ji wê demê ve cilên reş li xwe dike û bi vî awayî di nava civaka Rojava de dihat naskirin. "   'Di avakirina hîmên şoreşa jinê de dayika min xwedî rol û misyon bû'   Di domandina axaftinên xwe de Akîf bal kişand ser xebatê dayika xwe bi hatina şoreşa jinê û wiha domand: "Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re,  dayika min pêşengtiya qada civakê  û şoreşê kir û di nava xebatê jinê de cih girt. Di sala 2011'an de dayika min weke jinekê, dîsa erkê şoreşê hilgirt ser milê xwe û bi rengekî çalak tevlî keda ku bi sala ye jê re bingeh ava dikir bû. Di wê demê de, vekirina malên gel, avakirina Yekîtiya Star û rêxistinkirina jin, dîsa dayika min xwedî rol û misyon bû. Moralê wê bilind bû, wê em bi hezkirina welat û şoreşê ve girê da û di vê dibistanê de em mezin bûn. Ev keda dayika me ye ku niha em cihê xwe di nava şoreşê de digirin. Dayê em fêrî rihê têkoşînê kirin û didan pêş. Herî dawiyê dayika min cihê xwe di nava komîteya  lihevhatina edaletê de digirt. Ev 6 sal in xebatek girîng di wir de jî dida meşandin û pirsgirêkên civakê çareser dikir."   'Rêya têkoşîna wê, bi şehadetê bi dawî bû'   Akîf li ser israra dayika xwe li ser çûyîna qadên şer û destekdayina wê ji şervana re wiha ragihand: "Dema ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê hat destpêkirin, dîsa dayika min weke mertalên zindî berê xwe da Efrînê. Rihê berxwedanê di nava xwîna wê de dikelî. Dema digihêjê Efrînê, dîsa balafirên dewleta tirk êrîşî mertalan dike û dayika min digot ez qet li wir neditirsiyam, berxwedana serdemê kelecana me xurt dikir. Heta dawiyê di Efrînê de jî ma. Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk  li ser bajarê Serêkaniyê, dîsa dayika min ranewestiya û temaşe nekir û weke mertala zindî berê xwe da Serêkaniyê û di nava şerê giran de moral da şervanên ku şer dikin. Dema dayika min berê xwe da Serêkaniyê agahiya me jê ne bû, em her kes li ser erkê xwe bûn. Rewş awarte bû û tu kes ji me di malê de tune bû. Dema min li ser internêtê şopand ku êrîş li ser mertalê sivîlan kirine, dilê min hîs kir ku dayika min bi wan re ye, ji ber her car di êniyên pêş de bû. Dîmenê destpêkê  yê êrîşê hat belavkirin, min dayika xwe nas kir û rêya têkoşîna wê bi şehadetê bi dawî bû."   'Dayika min ji vê cîhanê koç bû, lê bîranînên wê di dilê her mirovekî de zindî maye'   Akîf di dawiya gotinên xwe de dilsoziya xwe bi xeta dayika xwe re nû kir û wiha got: "Mirov caran dibêjê ez westiyam, lê dayika min ev tu car negotiye. Di her çalakî û xwepêşandanan de, ala wê ya posterê Rêbertî di destê wê de bû û li pêş bû. Qêrîna wê bi banga azadiyê bilind bû. Ewqas girêdan, dibe di kêm mirovên de wisa hebin. Di êrîşa bêbext de 13'ê meha Cotmehê, dayika min serê xwe li ser axa pîroz danî û gihaşt armanca xwe ya şehadetê. Dara wê ya şehîdan ku di hundirê odeya wê de ye û di her merasîmek pakrewanan de wêneyek lê zêde dikir, îro wêneyê wê jî lê zêde bû. Dayika min ji vê cîhanê koç bû, lê bîranînên wê di dilê her mirovekî de zindî maye. Çawa dayika min bi salan ji bo vê xetê li ber xwe da û ji dêvla ku ew zarokên xwe yê şervan hilgirê ser milê xwe, me zarokên wê  ew hilgirt.  Em ê barê şoreşa wê jî hilgirin û sozdarê dilnazî û têkoşîna dayika xwe bin. Ez ser bilind im ku ez kurê dayê Eqîde me."   'Dixwest ji zarokatî de fikra azadiyê bi me re mezin bibe'   Keça dayê Eqîde Roza Mistefa, keça dayê Eqîde ya herî biçûk û di heman demê de şervana YPJ'ê ye. Roza di sala 1999'an de hatiye dinê û xwe bi dergûşa dayika xwe, bi nav dike, li ser serpêhatiye jiyana dayika xwe û hevaltiya xwe wiha vedibêjê: "Tê bîra min dema ez hatime dunyayê, dayika min her ji min re digot, di wê sala ku tu hatiye dinê min nikarîbû baş li te mêze bikim, ji ber ez di rewşeke ne baş de bûm. Rêberê min di vê salê de hatiye girtin û dilê min bi êş e. Ji sala 1999'an de, dayika min êdî şîn girt û kincên reş li xwe dikir. Min dayika xwe zêde nedidît, ji ber her di nava xebatê de bû û bi taybet piştî sala komployê. Piştî ku ez hinekî mezin bûm, êdî dayika min ez bi xwe re dibirim çalakiyan û ez fêrî kedê dikirim. Rêjîma Sûriyeyê gelek zext li ser gel dikir, ji bo  wê dayika min di zaroktiya me de me dixist nav xebatan de. Dixwest ji zarokatî de fikra azadiyê bi me re mezin bibe."   'Dayika min, Sîstemeke wekheviyê di nava malbatê de dida çêkirin'   Rozayê li ser wekheviya ku dayika wê di nava malê de dabû çêkirin û wiha got: "Dema em dibêjin dayik, komkirin tê bîra mirov. Di hin civakan de dibêjin,  xwezî ev keç xort be, lê li gel dayika min ne wisa bû, her tim digot keç bêtir bi cesaret û têkoşînvan in. Di nava malê de em fêr dikirin em tevlî kar jî bibin. Dayika min tim li kêleka me bû, bi rûkeniya xwe em rehet dikir û birayên min jî wisa fêr dikir. Sîstemeke wekheviyê di nava malbatê de dida çêkirin. Me perwerde didîtin, nû em fêrî hin tiştan dibûn, lê dayika me tecrûbeyên wê yên bi sala hebûn û xweş tehlîlên wê hebûn. Wextê şoreşê dest pê kir, ez û birayê xwe Akif me xebatê ciwanan dikir, dayika me em hînî kar dikir. Dema hêza me ya leşkerî ava bû dayika me israr kir ku divê zarokên wê jî biçin parastina axê bike û ez şandim tevî refên parastinê. Ji min re gelek tişt da xwiyakirin ku ez ê bi çi seknê tevlî bibim, şoreş çi ye û çi zehmetîyan jî ez ê bibînim? Lê ya herî girîng tu carî ji vê rêyê venegeriyam. Pêwîstîya me bi artêşê heye. Bi moralekî mezin min soza parastina welat da."   'Di nava tilîliyên dayika xwe de, min nîşana serkeftinê hilda'   Rozayê di nava axaftinên xwe de behsa tevlîbûna xwe ji refê parastinê re dike ku ew  nîşana destpêkê tolhildana dayika wê bû û wiha gotinên xwe domand: "Dayika min bi tevlîbûna min pir kêfxweş bû û serbilind bû. Min jê hêz digirt, ji ber min esasê tevlîbûnê fêm kir û ez wisa çûm. Hemleya min a yekem ez tevlî bûm, dema me Rêjîma BAAS'ê ji herêma xwe derxit. Jixwe wê demê di nava tilêliyên dayika xwe de min nîşana serkeftinê hilda. Ji bo min her weke kînekê di dilê min de mabû,  min xwest ez destpêkê tola dayika xwe ji rêjîma Sûriyeyê hilînim, ji ber her carekê bi destê wan, dayika min dihat girtin. Qet ji bîra min naçe dema dayika min dibirin û axaftinên ne xweş ji me re digotin. Ji wê demê me zanîbû ku pêwist e hîn bêtir em bi hêz bin û bi wî rihê tev bigerin. Bi îlankirina hêzên parastina jinê YPJ'ê, êdî em bûn xwedî nasnameyeke leşkerî. Min tu carî bawer nedikir ku hêzeke mezin ewqas çêbibe, lê dayika min hêviyên wê hebûn ku wê jin bi xwe artêşbûna wê çêbibe. Her kesî bi çavê hêviyê li YPJ'ê mêze dikir. "   'Dayika min fikra tolhildana rûmet û hebûnê bi min re mezin dikir'   Rozayê li ser êrîşên dewleta tirk û texmînên dayê Eqîde wiha dibêjê: "Dema çeteyên Cebhet-El Nûsra êrîşî herêmê kir, dayika min jî bejna min ji cengê re xemiland. Dayika min tim fikra tolhildana rûmet û hebûnê bi min re mezin dikir. Piştî qedandina şer li herêmên me, min berê xwe da herêmên rizgarkirina ereban. Di hemleya Minbic, Reqa û Tilhemîs de, min şerê DAIŞ'ê kir, dayika min ne tenê azadî ji kurdan re dixwest ji tevahî gelên bindest re û yên rastî zilimê tên dixwest. Dayika min di şer de bi min re ne diaxivî, da ku bala me neçe li ser wê, tenê digot bila xema we rizgarkirina axa welat be. Heta di axaftin û sekna xwe de birêxistin bû. Di êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her kes ji me di nava şer de bû. Lê min dizanîbû ku dayika min jî di mala xwe de rûneniştiye. Texmînên dayika min li ser êrîşan hebû, ji bo wê jî moralê gel bi hêz û baweriyê bilind dikir û gel bi axa wan ve dida girêdan û hebûna xwe li wê derê dihişt. Dayika min ev şer şerê qedera dawî pênase dikir."   'Dayika min dixwest nîşana xwe li destana qehremaniya berxwedana rûmetê bixe'   Rozayê destnîşan kir ku li ser kelecana dayê Eqîde ji vîna têkoşînê re û wiha dom kir: "Dema ku dayika min berê xwe da Serêkaniyê weke mertalên zindî, ji me re negotibû. Ez bi xwe jî di şerê Serêkaniyê de bûm, lê haya min ji hatina wê nebû. Min telefonî dayika xwe kir, got ez têm Serêkaniyê, min got rewş hinekî giran e, ma hûn çawa tên, bersiva dayika min, ez ji bo gelê Serêkaniyê diçim. Dixwest hebûna xwe li wir jî diyar bike û nîşana xwe li destana qehremaniya berxwedana rûmetê bixe. Ji berdêla ku ez weke şervan, pakrewan bi ser dayika xwe de werim, gava dayika min ji ya min pêşdetir bû û gihaşt şehadetê."    'Hevrîn, Amara û dayika min sembolên berxwedana rûmetê ne'   Rozayê wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dayika min jineke sivîl bû, aştî dixwest. Zihnîyeta qirêj  a dewleta  tirk êrîşî me kir. Di Rojavayê Kurdistanê de ne tenê leşker şer dikin, dayikên me li pişta me bûn, heta ku em kirin şervan û şandin qadên şer. Israra dayika min û axaftina wê dema berê xwe da Serêkaniyê,  ji me re isbat kir ku pêwîstiyên me tenê bi me heye. Dayika min sembola edaletê û aştiyê bû. Dayika min wextê xwe hemû dabû şoreşê, hêviyên mezin di kesayeta min de da avakirin. Bi çûyina wê li Serêkaniyê ev da diyarkirin  ku êrîşa esasî li ser jinê ye. Gerek em têkoşîn û hebûna xwe zêde bikin. Hevrîn, Amara û dayika min sembolên berxwedana rûmetê ne."     Sibehê: Fermandara YPJ'ê Bêrîtan Medya ew ê xweparastina jinên Rojava û bandora wê ya li ser jinên cîhanê rave bike.