Têkoşîna jinan hişmendiya netew-dewletê têk dibe (3) 2019-11-25 09:09:50   Pergala hevseroketiyê gavek ji têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye   KOBANÊ - Bi avakirina pergala hevserokatiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî hatin avakirin û jinê cihê xwe tê de girtin. Di Rêveberiya Xweser de gelek saziyên ku jin bikaribe tê de mafê xwe biparêze û li hember tundiyê têkoşîn bike hene. Şoreşa ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin şoreşa jinê ye. Li hember pergala netew-dewlet têkoşîn û berxwedaneke mezin tê meşandin.   Di 25'ê Mijdara 1960'an de xwişkên Minerva, Maria Teresa û Patria Mirabel ku wekî perperok jî tên bîranîn, hatin qetilkirin. Her sê xwişk di Komara Domînîkê de li dijî dîktatoriya Trujillo berxwe dabûn. Ji ber vê yekê 25’ê Mijdarê “Li cîhanê roja têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê" hate îlankirin. Têkoşîna Mirabelan îro ji aliyê jinên berxwedêr ve tê piştgirîkirin û meşandin. Jin li dijî tundiya fîzîkî, siyasî, devkî û aborî her tim li ber xwe didin û têkoşîn dikin. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê jin li dijî pergala yekalî yan jî li dijî pergala netew-dewletan têkoşîn dikin. Pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin pergalek dualî ye yan jî pergalek li gorî rastiya jiyan û civakê ye. Li herêmê pergala birdoziya du alî tê meşandin, jin û mêr bi hevdu re li dijî pergala netew-dewlet têkoşîn dikin. Di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de îro jin û mêr bi hevdu re di qadên siyasî, leşkerî, aborî û çandî de rêvebertiyê dikin. Bi dengê gel re dibin yek deng.    Cigîra Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Firatê, Sara Xelîl û  Endamê Desteya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Firatê, Muhemed Şahîn bersiva pirsên ajansa me dan.   Li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pergala hevserokatiyê çawa tê meşandin?   Sara Xelîl: Kar û xebat beriya avakirina pergala hevserokatiyê jî dihate meşandin. Lê belê car din jî berpirsê yekem û duyem hebû. Bi avakirina pergala hevserokatiyê re gavek ya wekheviya zayendan hete avêtin. Pirojeya Rêber Apo ya hevserokatiyê me di saziyên xwe de da meşandin. Di despêka avakirina vê pergalê de pirsgirêk pir derdiketin, lê bi demê re jinan xwe pêş xistin û rola xwe di civakê de bi awayek çalak lîstin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin û mêr xebatek hevbeş didin meşandin û biryarên girîng bi hev re didin.   Muhemed Şahîn jî wiha bersiva vê pirsê dide: 5 hezar sal pergala yekalî (pergala mêrê serdest) hatiye avakirin, ji ber wê yekê jî ew pergal heta roja me ya îro pirsgirêkên civakê kûr dike. Ji bo sererastkirina pergala yekalî, pergalek li gorî jiyan û civakê bê avakirin. Pergala ku mêr ava kirî, jin ji qadên aborî, çandî, siyasî, perwerde û ji zanebûnê dûr xistine. Ji bo kolekirina jin û civakê ev hat kirin. Pergala Rêveberiya Xweser an jî hevjiyana azad ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin pergalek dualî ye yan jî pergalek li gorî rastiya jiyan û civakê ye. Li herêmê pergala birdoziya dualî tê meşandin, bi fereseta jin û mêr bi hevdu re li dijî pergala netew-dewlet têkoşîn tê kirin. Di hemû saziyên me de îro jin û mêr bi hevdu re di qadên rêveberî, siyasî, leşkerî, aborî û çandî de rêvebertiyê dikin. Heta ku ev fereseta yekalî bê hilweşandin têkoşînek dualî û guhertina zihniyeta jin kevneşop û mêr desthiladar pêwîst e.   Civak çawa nêzî vê pergalê dibe? Heta kîjan astê hevserokên jin tên pejirandin?   Sara Xelîl: Di roja me ya îro de derfet ji bo jinan hatine avakirin, lê zinhiyeta mêr bandorek neyînî li ser civak û jinan kiriye. Di nava civakê de hîna bi awayekî baş rêveberiyên jin nehatine pejirandin. Di nava kar de jî mêr rê nade ku jin xwe pêş bixe, bibe xwedî nêrîn û biryar. Bi salan e em têkoşîn dikin ku jin bibe xwedî hêz û îrade. Piştî berxwedana Kobanê ku jinê tê de pêşengtî kir û navê xwe li cîhanê belav kir, pêşketinên mezin hatin çêkirin ew jî bi saya jinên berxwedêr û têkoşer e. Têkoşîna li dijî zîhniyeta mêrê serdest wê heta serketinê bidome.   Dema ku pirsgirêkên jinan derdikevin hûn çawa nêz dibin, pirsgirkên wan çareser dikin an li benda hevserokên jin dihêlin?   Muhemed Şahîn: Sedema pirsgirêka jiyanê ya sereke mêr e. Hemû pirsgirkên ku jin di nava civakê de dijî, zehmetiyê ku dibîne ez sedemên wan bi mêr girê didim. Ji ber mêr bi salane ku aqilê mêrê serdest li ser jinan ferz dike. Pirsgirêkên ku derdikevin dualî ne, mêrê ku rastiya xwe, ya jin û civakê nas nekiribe sedema hemû pirsgirêkan davêje ser jinê. Lê mêrê ku rastî û dîroka civakê nas kiribe, wê demê wê bizanibe ku sedema hemû pirsgirkan mêr e. Ji bo guherîn û veguherînê têkoşîn pêwîst e. Beriya her tiştî lazim e ku hemû mêr bi destê jinê û hişmendiya jina azad werin perwerdekirin. Mirov dikare bibêje pirsgirêk dualî ye çareserî jî wê dualî be.   Piştî avakirina pergala hevserokatiyê jinan çiqasî rola xwe di nava civakê de lîstin?   Sara Xelîl: Piştî avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan dewreyên perwerdeyê ji bo jinan hatin vekirin, ji bo karibe di kar de bibe xwedî nêrîn û biryar. Keda ku hatiye dayîn bu xwedî encamên mezin. Di encama van perwerdeyan de jin di qadên siyasî, aborî, leşkerî û çandî de bûn xwedî biryar. Bi rêya pergala hevserokatî di nava malbat û bi giştî civakê de pêngava destpêkê ya wekheviya zayendan hatiye avêtin.   Bi ragihandina pergala hevserokatiyê re heta roja me ya îro hevserokên mêr çawa nêzî hevserokên jin dibin?   Muhemed Şahîn: Dema avakirina pergalek nû helbet wê bi xwe re gelek pirsgirêkan derxe holê. Mêr tu caran naxwazin ku desthiladarî ji destê wan derkeve. Dema ku pergala hevserokatiyê hebe wê demê desthiladarî çênabe  û wê mêr jî nikaribe bibe hêza biryardayînê. Her wiha jin û mêr li malê û di nava civakê de çawa nêzî hev dibûn li kar jî eynî tişt dikirin. Ev pirsgirêk bi demê re hatin derbaskirin. Îro di sazî û dazgehên me de mêr gihaştiye wê astê ku pergala hevserokatiyê pergaleke rast e. Biryarên ku nêrînên dualî tê de tune be biryareke kêm e. Yê ku hişt zihniyeta yekalî bê şikandin berxwedan û têkoşîna jinên şoreşger bû.   Tecrûbeya hevserokatiyê gavek bi çi rengî ye ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan?   Sara Xelîl: Em di meha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de ne. Di encama xebata hat kirin û perwerdeyên hat dayin de li herêmên me hin gavên berbiçav tên avêtin. Tundî ne tenê li ser jinê tê meşandin li ser tevahî civakê û li ser zarokan jî tê meşandin. Rojane zarok tên qetilkirin, gel li ser axa xwe koçber dibin û jinên ku rêvebertiya herêmên xwe dikin bi rengekî hovane ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wan ve tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Dema ku çeteyên girêdayî dewleta tirk Hevrîn Xelef bi rengekî hovane qetil kirin, xwestin bi rêya qetilkirina Hevrînê hêz û îradeya jinan bişkînin. Em wek jin dema ku jinek tê qetilkirin hêz û îradeya me xurtir dibe. Demeke rêxistina Kongreya Star dewreyên perwerdeyê bi taybet ji bo mêran daye destpêkirin. Ev perwerde bi rengekî erênî tê nirxandin û di perwerdeyê de rastiya jin û civakê tê naskirin. Wê perwerdeyên bi vî rengî bidomin û di demên pêş de em ê serkeftinên mezin bi dest bixin.   Tundiya li ser jinê bandorek çawa li ser civakê dike?   Muhemed Şahîn: Tundiya li ser jinê bi xwe tundiya li ser civakê ye. Dema ku mêr tundiyê li ser jinê dide meşandin di heman demê de li ser dayik, xwişk û hevjîn jî dide meşandin. Dema ku mêr li ser jinê tundiyê dide meşandin armanca xwe ew e ku hêz û îradeya jinê tune bike. Her wiha jinê kole bike, bi rêya kolekirina jinê re tevahî civak kole dibe. Berî şoreşê li herêmên me bi her awayî tundî li ser jinan dihate meşandin. Bi pêşketina şoreşa Rojava gelek sazî hatin avakirin û jinan cihê xwe tê de girtin. Ji bo jin karibe xwe îfade bike û bibe xwedî biryar têkoşîneke dualî pêwîst e. Di Rêveberiya Xweser de gelek saziyên ku jin bikaribe tê de mafê xwe biparêze û li hember tundiyê têkoşîn bike hene. Azadiya jinê azadiya civakê ye kolekirina jinê kolekirina civakê ye. Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye. Şoreşa ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin şoreşa jinê ye. Li hember pergala netew-dewlet têkoşîn û berxwedanek tê meşandin. Bangawaziya min ji bo jin û mêran ku bi hevdu re têkoşîneke hevbeş bidin meşandin.