59 sal derbas bûn: Perperok niha jî li dijî dîktatoriyan li ber xwe didin -5 2019-11-23 09:47:18   Jinên li dijî şîdeta mêr serî rakirin bûn sembola berxwedanê   STENBOL- Jinên li dijî şîdeta mêr serî rakirin bûn sembola berxwedanê û li dijî zext, binçavkirin û îşkenceyan bûn hêza yekitiyê.   Li Cîhan, Tirkiye û herêmê ji xwe ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dîjî Şîdeta Li Hemberî Jinê xwe amade dikin. Li Tirkiyeyê di salekê de gelek bûyerên şîdetê hatin jiyîn. Jinên ji bo mafên xwe yên hatin bidestxistin biparêzin jî bi têkoşîna dan bûn sembol.   Hevrîn Helef hat qetilkirin   Yek ji sembola vê berxwedanê Hevrîn Xelef bû û di 12’ê cotmehê de li Qamişlo ji aliyê komên SMO yên girêdayê Tirkiyeyê ve bi îşkencê hat qetiklirin. Dîmenên îşkencê jî di çarpemeniya civakî de hat parvekirin. Jinan li her der bertek nîşanê qetilkirina hevrînê dan.   Muzeyen Boylu   Li Amedê di 19’ê Gulanê de parêzer Muzeyyen Boylu ji aliyê mêrê ku dest jê berdida ve hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Muzeyenê bi pêşengiya gelek parêzerên jin, gelek rêxistinên jinan li dijî şîdeta mêr çalakî pêk anîn û kujer Mesut Issi jî bi cezayê muebeta giran tê darizandin.   Gullu Yilmaz   Jina bi navê Gullu Yilmaz jî li navçeya Erganî ya Amedê ji aliyê hevjînê wê Can Yilmaz ve di 17’ê cotmehê de rastî êrîşa bi madeya sotemeniyê hat. Gullu bi giranî birîndar bû û piştî 12 rojan di 29’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Can Yilmaz yê hatiye binçavkirin heman rojê hatiye berdan.    Merve Demirel   Merve Demîrel li Enqereyê li Kolana Sakaryayê hat binçavkirin û dema hat binçavkirin ji aliyê polîs Sezgîn S ve rastî tacîzê hat. Li ser gilîkirina Merveyê doz hat vekirin. Rêxistinên jinan ji bo Merveyê daxuyanî dan çapemeniyê.   Nevîn Yildirim   Li navçeya Yalvaç a Ispartayê li gundê Korukaya jina bi navê Nevîn Yildirim rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a Nurettîn Gîder hatibû û Nevînê bi parastina cewherî Nurettîn qetikiribû. Dadgeha Cezaya giran a Yalcaçê cezayê muebetê da Nevînê û ceza hat erêkirin. Nevîn 7 sale di girtîgehê de ye.   ‘Jin hişyar bûne’   Ji Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Dîlber Sunnetçîoglu axivî û diyar kir ku hişyar bûne û wiha got: “Em deng derdixin. Em mafên xwe baştir fêr dikin. bi tena serê xwe têkoşîn jî girîng e. Lê bi hev re zêdetir girîng e. Li Tirkiyeyê rewşa jinan bi rastî zehmet e. Di 2019’an de 390 jin hatin qetilkirin. Ev di encama şîdeta mêr de pêk hatin. Ji ber van jinan xwest biryara xwe bidin hatin qetilkirin. Lê kujer tên xelakirin û bi cezayên kêm tên xilaskirin. Lê divê peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 pêk bê.”   Dîlber, jina bi navê Emîne Bulut ya hat qetilkirin jî bibîrxist û wiha axivî: “Qêrîna Emîneyê ya ‘ez naxwazim bimrim’ bû qêrîna gelek jinî. Jin diqîrin û dibêjin ‘em naxwazin bimirin.’ Qetilkirina Emîne Bulut tenê yek ji van e. Bi sedan jinên wek vê hene.”   ‘Divê wekheviya jin û mêr bê nîşandan’   Dîlberê destnîşan kir ku di vê mijarê de peywir dikeve ser milê dewletê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê li gotinên xwe baldar bin. Bê guman gelek peywir dikeve ser milê çapemeniyê jî. Divê nûçeyên ku wekheviya jin û mêr nîşan didin çêbikin. Di rêzefîlman de bi aşkera şîdet tê teşwîqkirin. Divê rêzefîlmên ku wekheviya jin û mêr nîşan didin hebin. Me di meha Mijarê de gelek bername û civîn pêk anîn. Me jinan gelek tişt ji hev fêr kirin. Em ê tu car jî bêdeng nemînin. Em bajarên ku dikarin lê azad bijîn dixwazin. Em têkoşîna xwe jî li ser vê esasê dimeşînin. Em ê di 24’ê Mijdarê de saet di 15’an de li Kadikoyê li Îskeleya Beşîktaşê bin. Em hemû jinan dipên li wir.”   ‘Em li dijî şîdeta tên gel hev’   Ji Mislimanên Dij Kapîtalîst Zeynep Duygu Ayben jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Têkoşîna jinan gelek girîng e. Mijara mafên jinan, yek ji qadên ku muxalefeta civakê dikare lê çêbibe ye. em di pêvajoyeke ku şîdeta li ser jinan zêde bûye de derbas dibin. Her wiha wekheviya zayenda civakî jî gelek tê nîqaşkirin. Bi vê pêvajoyê re jin tên gel hev. Ev gelek girîng e. Em nerehetiye desthilatdariyê ya derbarê jinan de jî baş dizanin. Em ligel rêxistinên jinan cih digirin. Em aktîf dixebitin. Divê têkoşîn ji kolanê dets pê bike. Xwedî hişmendîbûna mirovan, guherînê jî bixwe re tîne. Ez jî di 25’ê Mijdarê de diçim Taksîmê. Hemû jin ji bo pêşeroja xwe divê li qadê bin.”