Rojava çima şoreşa jinê ye? (2) 2019-11-21 09:28:52   Navê jidayikbûnê yê nû: Jinwar   Nûdem Têkoşer   QAMIŞLO - Jinwar a ku ji dîroka kevnar feyza xwe digire ji me re gotina "Dîrok di roja me ya îro de em di destpêka dîrokê de veşartiye" rave dike. Bi avakirina Jinwarê mirov diçe serdema neolotîkê. Xerca vî gundî ya herî berbiçav zanyariya jinê ye.    Ji aliyê Kongreya Star û Akademiya Jîneolojiyê ve gelek dû dirêj hat nîqaşkirin û salek berê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê Gundê Jinwarê hat vekirin. Jinwar tevî êrîşên dijmirovî yên DAÎŞ û Tirkiyeyê dîsa jî malovantiya zanistiya jinê kir.    Jinên cîhanê kelacanî kir   Jinwar di 25'ê Mijdara 2018'an de bi beşdarbûna jinên enternasyonel hat vekirin û jinên cîhanê kelecanî kir. Wateya Jinwarê cih û warê jinê ye. Dibistan, baxçe, ax, bîstan, ehlaq, meclîs, aboriya Jinwarê heye. Li Rojava şoreşa ku herî berbiçav yek jê ya jinê bû. Jinan li dijî zihniyeta baviksalarî û ya DAÎŞ'ê têkoşînek mezin da. Jinwar ji jinên ku zilma DAÎŞ'ê ditîbû bûbû navê jidayikbûnê yê nû.   Rêwîtiya dîrokî    Jinwar ji bo têkoşîna jinên cîhanê bû tecrubeyek baş. Di 2017'an de bingeha xaniyê yekem hat avêtin. Alavên ku ji bo avakirina Jinwarê tê bikaranîn mirov dibe rêwîtiyek dîrokî.    Paytexta qedîm ya Mitaniyên Kurd    Gundê Til Xelef ê nêzî Jinwarê ji gelek şaristaniyan malovantî kiriye. Cîranê Jinwarê di heman demê de bajarê Hesekê  ye. Cîranê Jinwarê yê din jî Amûdê ye. Amûdê malovantî ji navenda baweriyê ya bi navê Orkêşê ya serdema Hûriyan a Berî zayinê 3 hezar û 500 sal berê kiriye. Her wiha Waşokanî ya Serêkaniyê paytexta qedîm ya Mitaniyên Kurd e.    Xwediyê dîrokek kevnar e   Jinwar bi avakirina xwe mirov dibe serdema neolotîkê. Gundekî li ser kokê xwe şîn tê ye. Taybetmendiyên civakên xwezayî hîn winda nekiriye. Xaniyên li Jinwarê yên ku ji kerpîçan çêbûnê feyza xwe ji avahiyên dîrokî digire.    Biryarek hevpar hat dayin   Ji bo avakirina cihê Jinwarê jinên avahîsaz, endezyar, civaknas û dîrozanan tev de biryar dan. Li Rojavayê Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê cihê xwe digire. Gundê Jinwarê di warê çandinêyê de jî gelek bi bereket e loma ev cih hat hilbijartin.     Sembola şifa û bereketê hermel   Li Gundê Jinwarê avakirina her tiştî dîrokî ye. Loma sembola gund jî Hermel a ku tê bawerkirin bi şifa ye û mirov ji xirabiyan diparêze. Bi vê yekê girêdayî li gund di heman demê de jiyanek komîn heye. Jin bi hunera destan, çandinîyê debara xwe dikin û li wir qîmeta pere tune ye. Çimkî her tişt ê her kesî ye. Li gund di heman demê de firin û dikan jî heye.    Li Jinwarê zarok   Li Jinwarê di heman demê de ji bo zarokan jî qadên jiyanê hatine avakirin. Zarok bi ked, hezkirin û perwerdeyê tên mezinkirin. Cudatiya zarokên keç û law tune ye. Xweşikbûna gund a herî berbiçav jî kenên li ser rûyê zarokan e.    Ajalên gund   Mirîşk, pisîk, kûçik, kevok, melekê tawis û hwd. reng dide gund. Her wiha jin û zarokan 300 darên zeytûn, mişmiş, hinar, lîmon, porteqal çandine. Darên ku hatine çandin bexşî sê siyasetmedarên jin ên ku di 5'ê Çileyê 2016'an de li Cizîrê hatin qetilkirin, hatiye kirin. Di heman demê de li gund Kurdên Êzidî, Ermenî, Kurd, Ereb ji nîjadên cuda jin dijîn. Li gund jinên enternasyonel jî dijîn.    Meclîsa Jinwarê   Wekî her derê li Jinwarê jî pirsgirêk tên jiyîn. Lê ji bo ev pirsgirêkan bên çareserkirin Meclîsa Jinwarê heye. Di meclîsê de mafê axaftinê ji bo her jinê heye. Ji mehê carekê jin kom dibin û analîza civaknasî, siyasî dikin. Di derbarê gund de biryarên hevpar tên girtin.    Akademiya Jinwarê   Li akademiya ku semîner û perwerde tê dayin muze jî heye. Di heman demê de wêneyên Abdullah Ocalan, hilberîna jinan jî tê xuyakirin. Her wiha li gund firina bi navê Aşnan a ku navê xwe ji xwedawenda dexil digire heye. Berpirsiyariya vê firinê ji du meha carekê jin digirin ser milê xwe. Jin nanê xwe li tenûrê dixin. Her wiha li Jinwarê girîngiyê didin dermanên xwezayî.    Sîstema perwerdeyê ya netewa demokratîk: Pêşdibistana Dayika Uveyş   Li Pêşdibistana Dayika Uveyş a sîstema perwerdeyê ya netewa demokratîk 12 zarok perwerdeyê dibînin. Li gund mamoste hem bi kurdî hem bi erebî dersê didin. Zarokên dibistana navîn jî diçin Dibistana Dirbêsiyê. Her wiha zarok ji endamên enternasyonal dersên Îngilîzî û Komputurê digirin.    Sibehê: Jinên ku jiyana wan li Jiwarê guheriye ew ê behsa çîroka xwe bikin.