Roja Mafên Zarokan a Cîhanê û şer (3) 2019-11-20 09:30:37   Dîcle Demhat   KOBANÊ - Mamosteyên Kantona Kobanê di derbarê 20 'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de, diyar kirin ku zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîha mirinê de dijîn û wiha gotin: "Em ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin erka xwe ya parastina mafê zarokan pêk bîne."   Mamosteyên Kantona Kobanê di derbarê 20'ê Mijdarê  Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de nirxandin kirin û gotin: "Ev roj di aliyê gelek netew-dewletan de hatiye mohrkirin û wisa didin diyarkirin ku xwedî li mafê zarokan derdikevin. Li gorî zagonên vê hevpeyimanê pêwîst e  her zarok bi zimanê dayika xwe bixwîne, bi ol û nasnameya xwe bijî. Lê belê li herêmên me dewleta tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wê nahêlin zarokên me bi awayekî ewle bijîn. Ev çend sal in li van herêman şer û pevçûnên dijwar hene ev jî dibe sedem derûniya zarokan xerab dike û zarok ji mafê xwendinê bêpar dimînin. "   'Zarokên Rojava di bin siya mirinê de ne'   Mamoste Edlê Ebdî Oglû bal kişand ser bêmafiya zarokan û da diyarkirin ku Neteweyên Yekibûyî li hemberî hemû neheqiyên li zarokan tên kirin bêdeng dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez vê rojê li tevahî zarokên cîhanê û bi taybetî li yên Rojava pîroz dikim. Ev bû 30 sal ku 195 dewletan ev roj weke roja mafê zarokan pejirandine. Lê belê tu netew-dewlet şertên vê hevpeymanê pêk nayinin û îro di cîhana me de mafê zarokan yê jiyankirinê nemaye. Yek ji wan dewletan jî, dewleta tirk a dagirker e behsa roja mafê zarokan dike. Bi salane bi awayek hovane, êrîşî herêmên me dike. Ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê jiyana zarokên me di xeteriyê de ye û zarokên me ji xwendinê bêpar dimînin. Ji ber sedemên şeran tendirustiya zarokan xerab dibe. Herî dawiyê jî bi êrîşên 9'ê cotmehê re dibistanên herêmên me hatin girtin û 2 mehan zarok nedikarin biçin dibistanê. Niha jî li gelek deverên Bakurê Suriyeyê dibistan girtîne û gelek zarok jî ji ber koçberiyê hin deverên din bûne nikarin dibistanê bixwînin. Ji sedemên şer zarokên Rojava her roj dimirin tu ewlehiya wan ya jiyanê tune ye. Di hemû waneyan û navberan de jî guftigoyên zarokan ser şer in. Heta di waneya wêne de jî dema wêneyekê xêz dikin kesên mirî, malên xerabe û rewşa şer tînin ziman."   ‘Pêwîst e dewleta tirk hesabê binpêkirina mafên zarokan bide’   Edlêyê diyar kir ku êrîşên tirkiyeyê bi van kiryarê xwe derûniya zarokan xerab dike û wiha pê de çû: "Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û çeteyên OSO bi hev re êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî kirin. Di vî şerî de gel li ser xaka xwe bûn koçber û hatin kuştin. Kesên herî zêde bûn qurbaniyê vî şerî zarokên bê guneh bûn. Di dema şer de li ber çavê hemû cîhanê çekên qedexekirî  ser zarokên van herêman hatin bikaranîn û hîna jî tên bikaranîn. Lê belê hemû netew-dewlet berî van kiryarên derveyî mirovahiyê yên dewleta tirk bêdeng in û çavên xwe ji neheqiyê re digirin. Em mamoste ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin  van kiryarên dewleta tirk bibînin û xwedî li erka xwe ya parastina zarokan derkevin."   'Di sîstema me de her zarokek zimanê neteweya xwe dixwîne'   Mamoste Nuar Bekir da zanîn ku ji mafê her zarokekî zimanê dayikê bixwîne û wiha dewam kir: "Li gor zagonên cîhanî roja 20'ê Mijdarê, roja mafê zarokan e, lê belê mafê zarokên herêma me ji aliyê dagirkeriya dewleta tirk ve tê binpêkirin. Ji ber sedema şerên li van herêman rû didin, zarokên me ji mafê xwendin, lîstokên bi hevalên xwe re û derfetê jiyanek azad bêpar dimînin. Her çendî êrîş û dagirkerî ser herêmên me hebin jî, em weke mamoste û sîstema Rêveberiya Xweser hewil didin zarok bixwînin û jiyana wan bikin bin ewlehiyê de. Li van herêman Rêveberiya Xweser hewil dide ku hemû zarokan bide xwendin û jiyana wan bike bin ewlehiyê de. Lê belê êrîşên bi ser me de tên, dibe sedem ku sîstema jiyana zarokan jî xirab bibe û koçberî çêbibe. Di sîstema me de her zarok bi zimanê xwe dixwîne û li gorî çanda netewa xwe dijî."   'Werin em xwedî li zarokan derkevin'   Mamoste Nuarê  wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewletên ku hevpeyman mohr kirine yek ji wan jî dewleta tirk e, lê belê dewleta herî zêde mafê zarokan binpê dike dewleta tirk bi xwe ye. Dewleta tirk ne tenê li Bakurê Sûriyeyê zarokan dikuje, heman kiryarên xwe li Bakurê Kurdistanê jî dide meşandin. Zarokê temenê wî 11 salî di kolanê de darb dikin û binçav dikin. Li gorî zagonan jî kesekî di bin 18 salî re nabe ku bê girtin an jî ceza lê bê birîn. Bang li kesên sosyalîst û Neteweyên Yekbûyî dikim ku erka xwe pêk bînin û xwedî li zarokan derkevin."