59 sal derbas bûn: Perperok niha jî li dijî dîktatoriyan li ber xwe didin -2 2019-11-20 09:22:10   'Li şûna ku kujer bên darizandin, jin tên darizandin'   Dîlan Babat - Habîbe Eren   ENQERE - Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê re jin bêtir li ser mekanîzmayên darazê radiwestin, Parezêr Zekiye Karaca Boz, diyar kir ku li şuna ku kujer bên darizandin, jin tên darizandin û got: "Sûcdar hêza xwe ji darazê digirin.”   Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, jin bêtir li ser pergala darazê radiwestin. Mekanizmayên darazê û ewlehiyê li dijî şîdeta li hemberî jinê nêzîkatiyeke dijmirovî nîşan didin. Daraz li gorî erka xwe tev nagerin, ji ber vê sedemê jî êdî jin baweriya xwe bi darazê nayne. Kujerên jinan di dadgehan de bi biryarên wekî ‘rewşa baş’ û ‘nêzîkatiya bi hurmet’ cezayê wan tên kêmkirin. Ligel vê jî dema jin xwe diparêzin jî cezayê herî giran ji jinan re tê dayîn. Parêzer Zekiye Karaca Boz, bi taybetî bi dozên têkildarî jinê re eleqedar dibe, bal kişand ser qada darazê.   ‘Pêvajoya şer û pêvçûnê şîdetê zêdetir dikin'    Zekiye, bal kişand ser 25’ê Mijdarê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Mijara darazê her tim di rojeva me de ye. Şîdeta li hemberî jinê ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Bi şeklekî herî xetere di rojeva cîhanê de jî cih digire û her ku diçe şîdeta li hemberî jinê zêdetir dibe. Li aliyekî mêrantî tê mezinkirin û li aliyek jî şer û pevçûn tê peşxistin, ev tişt jî dibe sedema zêdebûna şîdeta li hemberî jinê. Bi taybetî jî kapîtalîzm jî bi xwe şîdetê pêşve dixe. Bi belavbûna femînizmê jin bêtir xwedî li jiyana xwe derdikevin. Bi xwedî derketina jinê ya jiyanê bêtir, dijminatiya li hemberî jinê mezin dike. Li hemberî LGBTÎ’yîyan jî dijminatî her ku diçe zêdetir dibe. Divê mirov di vê çarçoveyê de 25’ê Mijdarê binirxîne.”   ‘Dozên Şule, Ceren û Emîneyê di rojevê de ne'   Zekiye, li ser dozên Şule Çet, Ceren Damar û Emîne Bulut rawestiya û wiha dom kir: “Dozên Şule, Ceren û Emîneyê di nav raya giştî de gelek hatin nîqaşkirin. Lê di esasê xwe dozên bi vî rengî gelek in. Ji ber ku kuştina Şule, Ceren û Emîneyê bêtir di raya giştî û rojevê de cih girt û bertek hatin nîşandan. Her wiha hewl didin ku dosyaya Şule Çet veşerîn û rastiyê dernexin holê. Ji ber vê sedemê di rojevê de ma.”   'Sûcdar hêza xwe ji darazê digirin'   Zekiye, diyar kir ku di darizandina kujerên jinan de pirsgirêkên girîng hene û wiha axivî: “Li şuna ku kujer bên darizandin, jin tên darizandin. Di bûyerên kuştin û êrîşên zayendî de sûcdar dizanin ku dê ji hêla dadger ve bê parastin. Ya rastî jî wisa ye û sûcdar tên parastin. Sûcdar dema xwe diparêzin, bi berhemên ku ji hêla pergalê ve hatî afirandin xwe diparêzin. Ev tişt di doza Ceren Damar de bêtir xwe nîşan da. Sûcdar di parastina xwe de jin sûcdar kir. Sûcdar hêza xwe ji darazê digirin.”   ‘Bi qanûnan wekhevî tune tê hesibandin'    Zekiye, destnîşan kir ku zîhniyeta zayendparestî ya darazê, di pratîkê de xwe nîşan dide û wiha axivî: “Dewlet bi polîtîkayên xwe newekheviya zayendî û nêzîkatiya li hemberî zayendiyê di pratîkê de pêşve dixe. Niha bi sererastkirina qanûnan wekheviya zayendî tune tê hesibandin.”   'Divê kujer bê darizandin ne jin'   Zekiye, qala Peymana Stenbolê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îktîdar li hemberî Peymana Stenbolê êrîşek daye destpêkirin. Di peymanê de der barê şîdeta li hemberî jinê de biryar hatin standin. Lê belê dewlet niha hewl dide ku Peymana Stenbolê betal bike. Di peymanê de divê qanûna 6284’an ji hêla darazê ve bikeve meriyetê. Lê li dijî qanûn û peymanê tevdigerin. Li gorî Peyman û qanûnê divê tenê kujer bê darizandin, ji bilî vê sedem neyên nîqaşkirin. Lê niha di darazê de tenê sedem û jiyana jinê tê nîqaşkirin. Ev tişt jî dibe sedema kêmkirina cezayên kujeran.”    ‘Ji ber rêbazan jin naxwazin serî li cihên fermî bidin'    Zekiye, da zanîn ku dema jin bi şîdetê re rû bi rû dimînin serî li qerekolan didin û wiha got: “Dema jin li dijî şîdetê serî li qereqolan didin li vir jî bi rêbazek din rastî şîdetê tên. Di pêvajoya dozgerî û darizandinê de jî rêbaza şîdetê didome. Dema jin ji bo gilîkirinê diçe qereqol û saziya cendermeyan li vir tê darizandin û îfadeya wê tê girtin. Pirsên wekî ‘Li ku pêk hat, kî li cem tê bû, saet çendan de pêk hat, te çî li xwekiribû û te xwe parast an na’ tê pirsin. Mafên wan nîne ku van pirsan ji mexdûran bikin. Divê li ser sûcê hatiye kirin bisekinin. Derbarê sûc de divê delîl bên komkirin û îfade bên girtin. Lê heta ku van tiştan dikin jin bi travmayeke mezin re rû bi rû dimînin. Ji ber van nêzîkatiyan jin êdî naxwazin serî li cihên fermî bidin. Ev rêbaz dibe sedema mexdûriyeta duyemîn.”   ‘Jin bi dehan car bi trajediyê re rû bi rû dimînin'   Zekiye, da zanîn ku pêvajoya Tiba Edlî jî ji bo jinê mexdûriyeteke din e û wiha bilêv kir: “Jin ji bo birînên xwe îspat bike dozgerî jinê dişîne Tiba Edlî. Lê belê ev tişt birînên din vedike. Vegotina bûyerê, bi dehan car girtina îfadeyan û komkirina delîlan a bi xwe trajediyek din e. Divê van tiştan mekanîzmayên berpirs pêk bîne. Tenê bi vê namîne divê jin, di dema doz tê dîtin de jî têkoşîna mafê xwe bide. Di darizandina sûcdar û kujeran de jî jin neçar dimîne ku xwe biparêze. Tişta herî girîng jî di danişîna dozê de jin li hemberî sûcdarên xwe neçar dimîne ku carek din bûyerê vebêje. Ev tişt tê wateya şîdetê. Ji ber vê jî gelek caran jin naxwazin gilî bikin.”   ‘Li dijî êrîşan piştgiriya bi hev re girîng e'   Zekiye, got ku di 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de bi heman mijaran çalakî û civîn tên lidarxistin û wiha qal kir: “Her roj dozeke kuştina jinê heye. Em hewl didin ku van dozan bişopînin. Di van dozan de em hewl didin ku xwe bi rêxistin bikin. Dema em piştgiriyê nedin hev dê êrîş jî zêdetir bibin.”    ‘Divê jin helwest nîşan bide û têbikoşe'    Zekiye destnîşan kir ku derbarê sererastkirina qanûna zewicandina zarokan de hin xebatan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê di van mijaran de têkoşîn bê dayîn. Li gorî qanûnê zarok neçar dimîne ku bi tecawizkarên xwe re bizewicin. Ev sererastkirina qanûnan dê rê li ber xetereyên mezin veke. Divê em jin li dijî vê sererastkirinê helwestê nîşan bidin û têbikoşin.”   Sibêhê; Salîha Aydenîz: Em ê di her qada jiyanê de bin.