Roja Mafên Zarokan a Cîhanê û şer (2) 2019-11-19 09:18:04   ‘Em mafê xwe yê jiyanê dixwazin’   Dilûcan Bozî/Dicle Demhat   KOBANÊ - Zarokên Kobanê di derbarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de wiha dibêjin: "Her roj em zarok tên kuştin, lê dewlet hemû li hemberî mirina me bêdeng e. Li vê herêmê tenê QSD de mafê me diparêze."   20'ê Mijdara di sala 1989'an ji milê Netewên Yekbûyî û 195 dewletan ve weke Roja Mafê Zarokan a Cîhanê hatiye pejirandin. Lê belê di roja me ya îro de li gelek deverên cîhanê mafê zarokan yan nîne yan jî tê binpêkirin. Bi taybetî jî zarokên Rojhilat, Rojava, Bakurê Kurdistanê dibin hedefa çekên dewleta tirk. Di nava van 8 salên dawiyê de ku zarokên Rojava yan ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yan jî ji ber êrîşên deweleta tirk koçber dibin, tên kuştin, şewitandin, bê dayik û bav tên hiştin. Ji hemû mafên perwerdehiyê bêpar dimînin. Ji ber sedemên xizaniyê jî gelek zarok di cihê temîrxaneyên maşîna an jî deverên din de karê giran dikin. Zarokên Kobanê di derbarê rewşa ku tê de dijîn nêrîn û hestên xwe ji ajansa me re vegotin.   ‘QSD me diparêze, em jî ji wan hez dikin’   Zaroka bi navê Aljîn Îbrahîm ku dayik û bavê wê di komkujiya 25’ê Hezîrana 2015'an de jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku tu mafê dewleta tirk tune ye roja mafê zarokan pîroz bike: "Ez roja mafê zarokan li hemû zarokên cîhanê bi tayibetî jî li yên Rojava pîroz dikim. Dewleta tirk berpirsê qetilkirina zarokan e, di bajarê Serêkaniyê de bi çekên qedeqekirî zarok şewitandin. Dayika min û bavê min jî dewleta tirk di komkujiya 25’ê Hezîrana 2015'an de qetil kir. Temenê min 14 salî ye ez xwişk û birayên xwe yên ji xwe biçûktir xwedî dikim û diçim dibistanê jî. Wekî me bi deh hezaran zarok li van deran sêwî û yetîm mane. Zarokên ku komkujî bi çavên xwe dîtine heta niha jî nikarin bipeyivin. Xwedê gunehê me ji dewleta tirk re nehêle. Dewlet dibêjin ku em zarokan diparêzin, lê ev ne rast e. Li vir tenê QSD me diparêze. Ji ber wê jî em gelekî ji şervanên QSD’ê hez dikin."   'Min jî dixwest ku ez niha xwendevanê dibistanekê bûma’   Zarokê bi navê Mehmud Bekir ku karkerê temîrkirina maşînan e, wiha got:"Ji ber sedemên şer rewşa malbata me gelekî xizan e, ji ber wê ji zarokatî de em neçar mane ku kar bikin. Berê dibistanê rejîma Suriyeyê bi pere bûn malbata me nedikarî me bide xwendin. Piştî şoreş li vir hat lidarxistin derfetên xwendinê çêbûn ku em bixwînin, lê ji ber bejina min bilind bû min şerimkir ku ez herim dibistanê. Ez niha 14 salî me û ji bo alîkariya malbata xwe bikim di temîrxanê de kar dikim. Lê niha li herêma me ji ber dagirkeriya dewleta tirk tu ewlehiya jiyana me zarokan tune ye."   'Mafê zarokan binpê dikin'   Zarokê bi navê Mistefa Hisên jî wiha got: "Di nava şer û pevçûnan de yê herî zêde zirarê dibînin zarok in. Kesên şeran dertînin berpirsên mirina zarokanin. Dewleta tirk jî yek ji wan dewletan e ku zarokan qetil dike, dikujin û dişewitînin. Ji ber wê jî ez dibêjim ku mafê zarokan binpê dikin.”   'Ez dixwazim zaroketiya xwe bijîm'    Zarokê bi navê Xoşnav Ehmed got dewlet di bin navê parastina mafê zarokan de qirêjiya xwe didin meşandin û wiha dewam kir: "Ev bû 8 sal in em di nava şer de dijîn, tu dewet xwedî li me dernakevin. Li vê herêmê tenê şervanên YPJ'ê û YPG’ê em diparastin û niha jî me diparêzin. Zarokên tu deverê weke me najîn. Li welatê me zarokên 4/5 salî nizanin şehîd, an jî mirî çi ne û li ser tabûtên dayik û bavê xwe digirîn. Em jî weke her zarokê cîhanê mafê xwe dixwazin.”   'Bila zarok sêwî nemînin'   Herî dawî zarokên bi navên Daliya Îbrahîm, Ferîd Mistefa, Osman Cimo û Ciwan Hindawî wiha axivîn û wiha gotin: "Me tiştek bi dewletan nekiriye, çima dewlet dayik û bavê me ji me qut dikin. Me dikujin û nahêlin ku em herin dibistanan. Em naxwazin zarok sêwî û yetîm bimînin.”     Berdewamiya wê sibehê ye.