Ji jinên şahidê komkujiya Enqereyê bang: Aştiyeke bê hincet 2019-10-11 09:28:58   ÎZMÎR - Jinên şahidên komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê diyar kirin ku hewcedariya Tirkiyeyê demildest bi aştiyê heye û wiha gotin: “Axek din tune ye, ger em bi hev re bijîn rewşa cîhanê wisa be, çima şer? Em pêşî li mirinan bigirin, em aştiyê pêk bînin wê demê em ê sêgoşeya ked, aştî û demokrasiyê pêk bînin. Aştî bêyî hincet divê hebe.”    Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê li hember ‘Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê’ êrîş pêk anîn û 4 sal di ser êrîşê de derbas bû. Di komkujiyê de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Jinên şahidiya komkujiyê kirin, di van rojên ku operasyon li hember Sûriyeyê hatiye destpêkirin de, bal kişandin ser girîngiya aştiyê.   ‘Mirov ji şer bêzar bûn’   Ji rêveberiya ÎHD’ê Denîz Bayrak, destnîşan kir ku bi daxwaza ku ji nû ve bikeve pêvajoya bêpevçûnê tevlî mîtînga 10’ê Cotmehê bûye û got: “Me her hefte ji bo kesekî ku li Kurdistanê hatibû kuştin daxuyanî û çalakî pêk dianî. Mirov dihatin qetilkirin. Di nav de jin û zarok hebûn. Ne azadiya fikir û raman ne ya jiyanê hebû. Ji bo mirov nemirin hewcedarî bi aştiyê hebû. Birîna kê hebû biryar girtin ku tevlî 10’ê cotmehê bibin. Ji bo aştî pêk bê destûreke bingehîn ya nû şert e. Aliyên pirsgirêka Kurd diyar in. Dewlet û PKK. Divê şert û mercên pêwist bên avakirin. Piştre jî STK bi saziyên din re daxwaza aştiyê mezin bikin. Divê çapemeniya alîgir dest ji zimanê terorîzekirinê berde. Mirov ji şer û siyasetê aciz bûne.”   ‘Xwezî êş bihatana parvekirin’   Seroka demî Şaxa Îzmîrê ya Endezyarên Makîneyê Gunîz Gacaner bi lêv kir ku ji bo her qadê azadî hebe divê aştî pêk bê û desthilatdarî ji bo li ser piyan bimîne kaos afirandiye û got: “Şîdet, îstîsmar û zewicandina zarokan zêde bû. Kesên ji şer re dibêjin ‘na’ wek terorîst tên nîşanda. Li ser vê me TMMOB, DÎSK, KESK’ê xwest mîtînga aştiyê pêk bînin. Piştî komkujiyê muxalefetê bi hev girt. Yên çepgir li alî tevgera azadî û HDP’ê cih girtin. Yên ji Amedê hatin rewşa herêmê vegotin. Piştî salan şûnde van komkujiyan xwe li bajarên Rojava jî da der. Mirovan hinek bi empatiyê mêze kir. Xwezî beriya ku ev bihatana jiyîn, êş bihatana parvekirin.”   ‘Li bajarên Rojava xwestin împaratoriya tirsê biafirînin’   Ji Komeleya Pira Gelan, Zeynep Tozduman jî destîşan kir ku heta Kurd, Ermenî û Suryanî azad nebin wê Tirk jî azad nebin û wiha pê de çû: “Di pêvajoya aştiyê de yekem car Dayikên Aştiyê û leşker hatin cem hev. Divê dayikên Tirk û Kurd bên cem hev. Ji ber her canek pîroz e. Her çiqas pergal hewl bide vê xera bike jî divê dayik di aştiyê de israr bike. Heta dayikên Kurd ne ligel hev bin aştî jî ne pêkan e. Kurd bi qedera xwe re tenê mane. Dayikên li ber HDP’ê rûniştine jî divê biçin cem Dayikên Aştiyê. Yên dimirin zarokên vî gelî ye.”   ‘Yên dest dan pirsgirêka Kurd hatin cezakirin’   Sekretera Jinan a Egîtîm Senê ya Îzmîrê demî û di heman demê bi KHK’ê hatiye îxrackirin, mamoste Dîlek Kanlibaşdemîr jî wiha got: “Em ji bo aştiyê çûn Enqereyê. Piştî komkujiya Enqereyê me fêm kir ku divê daxwaza aştiyê zêdetir bê ziman û yên aştiyê dixwazin ligel hev cih bigirin. Tevî hemû zextan me têkoşîna xwe meşand. Azadbûna civakê bi saya jinan dikare pêk bê. Jin di pêvajoyê herî dijwar de daketin kolanan. Zimanê aştiyê herî xweş jin îfade dikin. Jiyanê ava dikin. Jin pêşengên civakê ne.”   Ji Çand Huner-Senê Canan Firat jî bi lêv kir ku ji bo mafên wekhev pêk bên divê demildest ev şer bi dawî bibe û got: “Demildest hewcedarî bi aştiyê heye. Axek din tune ye. Ger em bi hev re bijîn rewşa cîhanê wisa be, çima şer? Em pêşî li mirinan bigirin, em aştiyê pêk bînin wê demê em ê sêgoşeya ked, aştî û demokrasiyê pêk bînin. Aştî bêyî hincet divê hebe.”   QEDYA…