‘Di pêvajoya lêpirsînê de delîl hatin tunekirin’ 2019-10-09 09:27:01   Dîlan Babat - Habîbe Eren   ENQERE - Yek ji parêzerên komkujiya Gara Trenê ya Enqeyê Sevînç Hocaogullari diyar kir ku di pêvajoya lêpirsînê de delîl hatine reşkirin û got: “Ev komkujiyeke siyasî bû û divê bi çi armancê pêk hatiye bihata binavkirin û ceza li gorî wê bihata dayîn. Me di pêvajoya darizandinê de diyar kir ku divê sûcên DAIŞ’ê kirine di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê bihata nirxandin. Lê bi isara ew ji vê reviyan. Ev sûc bi hevkariya dewletê hat kirin. Em ê navê vê çawa danîn.”    Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAÎŞ’ê li hemberê ‘Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê’ êrîş pêk anîn û 4 sal  di ser êrîşê de derbas bû. Di komkujiyê de 103 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn. Îdianameya komkujiyê 15 roj pişî komkujiyê hat qebûlkirin. Doza li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtîn, yekemîn rûniştina wê salek şûnde pêk hat. Di dozê de ji 36 gumanbaran 24 fîrarî bûn û di pêvajoya 21 mehî de 54 rûniştin pêk hatin. Di rûniştina biryarê de gumanbar Abdulmutalîb Demîr, Talha Guneş, Metîn Akaltin, Yakup Şahîn, Hakan Şahîn, Halîl Îbrahîm Alçay, Resul Demîr, Haci Alî Durmaz, Huseyîn Tunç ji sûcê ‘binpêkirina pergala qanûnî’ carekê û ji sûcê ‘ji qestî kuştina 100 kesî’ jî 10 carî bi giştî 101 carê rastî cezayên muebeta giran hatin. Endamên din jî ji endamtiya rêxistinê ceza girtin.   Rûniştina gumanbarê fîrarî di 21’ê Mijdarê de tê dîtin   Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê cotmehê ku ji aliyê birîndar û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dabûn doz şopandin û gelek parêzerên dildar jî tevlî bûn. Dadgehê biryar dabû ku dosya 16 gumanbarên fîrarî cuda bike. Rûniştina gumanbaran di 21’ê Mijdarê de wê bê dîtin. Parêzer Sevînç Hocaogullari pêvajoya darizandinê nirxand.   ‘Du salan pêvajoya reşkirina delîlan bû’   Sevînçê gor wê di 4’emîn salvegera komkujiyê de bi malbatan re li qadan bin û got di darizandinê de berpirsên esas nehatine derxistin û rûniştina yekem a dozê salek şûnde di 7’ê mijdarê de hatibû dîtin. Sevînçê wiha got: “Di pêvajoya darizandinê de dosya veşarî hat meşandin. Dosya ji me veşartin. Ev dikarin vê wek pêvajoya reşkirina delîlan binirxînin. Piştî ku gelek delîl veşartin, darizandinê destpêkirin.”   ‘Em nikarin tenê bi kesên bombe amade kirine sînor bikin’   Sevînçê daxuyakirin ku darizandina bi 36 kesî dest pê kiriye, tenê 14 kes hatine sûcdarkirin û yên din jî bi sûcdariya endamtiya rêxistinê hatine darizandin û got: “Komkujiyeke gelek mezin bû. Ji ber vê yekê em nikarin komkujiyê bi kesên ku bombe amade kirine, sînor bikin. Bi vê jî edelet pêk nayê. Komkujiya Enqereyê piştî komkujiya Amed û Pirsûsê pêk hat. Kujerên komkujiyê ji aliyê emniyetê dihatin zanîn, dihatin şopanadin. Komkujî wek ya Amed û Pirsûsê bi zanebûn li ber çavan pêk hat. Lê mixabin di pêvajoya darizandinê de yek peywirdarekî cemawerî nehat darizandin. Em behsa pêvajoyeke darizandina 3 salan dikin. Vê canê me hemûyan êşand. Polîsên ku wê demê bi gaza kîmyasalê êrîşê xebatkarên tenduristiyê yên hewl didin welatiyan xilas bikin, nehatin darizandin.”   ‘Di komkujiyê de DAIŞ û rêxistinbûna wan derket holê’   Sevînçê bi lêv kir ku bi van cezayan nikarin kesî bixapînin û wiha got: “Di pêvajoya vê darizandinê de tora DAIŞ û şebeka rêxistinbûnê derket holê. Me şopa şebekeyeke komujiyê ya ji Dîlokê heta Enqereyê hatine û tê de îstîxbara emniyetê û MÎT jî hebû, dît. Tevî ku tora komkuijyê hat veşarin jî derket holê. Yên bi Îlhamî Bal re axivîne kî ne? yên piştgirî dan vê komkujiyê kîn e. Îdianameya Îlhamî Bal ya Konyayê heye. Lêpirsîna wî ya li Antalya û Dîlokê tê meşandin heye. Her çiqas dewlet van veşêre jî derket holê. Lê mixabin darizandike ku DAIŞ derkeve holê nehat kirin. Pirsên wekê ‘Çawa tên xwedîkirin, çawa cih diguherin?, derfera aborî ji ku tên? hat pirsîn.”   ‘Sûc bi piştgiriya dewletê hat kirin’   Sevînçê destnîşan kir ku darizandina gumanbarên fîrarî didomin û tê gotin Îlhamî Bal yê fîrarî serkêşê plansazkirina komkujiyê ye û got: “Niha darizandina gumanbarên fîrarî didome. Darizandina wan wê di 21’ê Mijdarê de bidome. Dadgehê ji sûcê li dijî mirovahiyê nirxandin nekir. Bi israr jê dûr ket. Ev komkujiyek siyasiye. Divê bihata gotin ku bi çi armancê hatiye kirin û li gorî wê ceza bihata dayîn. Ev sûc bi destê dewletê hat kirin. Malbatê jî ev bi israr şopandin. Me wek Komîsyoan Doza 10’ê Cotmehê dozên din yên DAIŞ’ê jî lêkolîn kirin. Em li vê erdnîgariyê ji komujiyan re ne biyanî ne. Komkujiya 10’ê cotmehê ji ber girseyî bû êşek cuda li ser me hişt. Bi vê komkujiyê xwestin civakê bê rêxistin û tevger bihêlin. Ev pêvajo bû pêvajoyeke ku em dîroka xwe binivîsin. Em vê dibêjin li cihekî ku hemû berpirs neyên darizandin û cezakirin, ne pêkane em behsa aştiyê li wir bikin. Avakirina aştiyê heta ku berpirs hemû neyên dîtin ne pêkane.”   Sibê: Potreya dayika Aştiyê Meryem Bulut ya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da