'Zewaca zarokan sûc e û divê rê li pêşiya wê were girtin ' (2) 2019-10-01 09:01:29   'Zewaca zarokan bûyereke ne ehlaqî û xeter e'   Berçem Cûdî    KOBANÊ - Bijîşka bi navê Peyman Rewşenbîr  derbarê xeteriya  zewaca zarokan a ji aliyê biyolojîk û derûnî ve got: "Zewaca zarokan bûyereke ne exlaqî  û xetere ye. Divê malbat ji zarokên xwe baldar bin û wan zû nedin zewicandin."     Zewaca zarokan li kêleka bandorên wê yên biyolojîk ên li ser civakê, bandorên xwe yên derûnî jî hene. Têkildarî mijarê  Bijîşka bi navê Peyman Rewşenbîr  a Bîyolog ji ajansa me re  qala zewaca zarokan  ji aliyê derûnî û biyolojîk kir.   'Zarok ji perwerdeya malbatê hînî jiyanê dibin'   Bijîşka bi navê Peyman di destpêka axaftina xwe de qala  pêvajoyên jiyana mirovan kir û wiha  got: "Di jiyanê de pêvajoyên pênasekirina mirovan hene. Mirov heta 18 salî zarok in, heta 25 salî dema ciwantiyê de ne, ji 25'an heta 40 salî pêvajoya pijandinê ne û 40 salî heta 80 salî êdî însan ji hemû aliyên jiyanê ve têgihîşti ye. Mirov beriya ku mêjiyê wan temam bibe, ezmûnên xurt ji jiyanê nagirin. Dema ku zarok di zikê dayika xwe de be hîsa wan  nava liv û tevgerê de ye û di nava malbatên xwe de hînî jiyanê dibin. Rewşa derûnî , malbatî  û têkiliyên dê û bav bandora xwe li van zarokan dikin. Lewma zarok di nava wê malbatê de hînî çi bûbe, wê di mezinbûna xwe de jî wiha be."   'Zewac di temenekî  biçûk de xeter e'   Peymanê bal kişand ser temambûna biyolojiya laşê jin û amadebûna ji zewacê re  û wiha axaftina xwe dewam kir: "Zewaca di temenekî  biçûk de xetere ye. Ji ber ku hîn hormonên jinê temam nebûne. Gelek caran heta ku temenê mirovan nebe 25 sal jî hormonê wan temam nabin. Di piraniya bûyerên  zewacê de temenê zarokên keç ji yên mêran biçûktir e. Xwezaya jin a bedenî xwe diparêze, gelek kes temenê wan dibe 25 sal jî, dûcanî nabin. Ji ber ku di warê biyolojîk de hinek kêmasî dibe ku hebe. Divê malbat li zarokên xwe baldar bin û wan zû nedin zewicandin."   'Dûcaniya bi zarokatî zerareke mezin dide bedena wê'   Peymanê wiha gotina xwe domand: "Dema ku jin dûcanî bibe laş li gorî sîstemek nû û mezinbûna zarokê xwe amade dike. Sîstema tevgera hormonan tê guhertin. Pêvajoya dûcaniyê  giran e û metirsî  caran li ser jiyana dayikan heye. Jixwe dema dayik bi temenê xwe biçûk be jî, pêvajoya dûcaniyê zerarê dide bedena wê ."    'Sererastkirina civakê erkê hemû mirovan e'   Di dawiya gotinên xwe de Peymanê balê dikşîne ser esasê rast û bingeha ehlaqî ya ku divê  civak li ser esasê wê xwe ava bike û wiha dawî li gotina xwe anî:  "Sererastkirina bingeha civakê berpirsiyartiya hemû mirovan e. Erkê hemû mirovan e ku civakeke xwedî ehlaq ava bike, da ku pirsgirêkên civakê nemînin û zarok jiyana xwe bi zarokatiya xwe re bijîn."