Di nava civakê de zewaca di temenê bi zarokatî de (1) 2019-09-30 09:01:37   'Zewaca zarokan sûc e û divê  rê li pêşiya vê yekê were girtin '    Berçem Cûdî   KOBANÊ - Endama Komîteya Lêkolînên Jineolojiyê Roza Omer,  derbarê mijara zewaca zarokan de nirxandin kir. Rozayê diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de di nava civakê de dibe sedema birînên mezin û wiha got" Bê edaletiya di nava zayendan de hişt ku zarokên keç rastî bûyerên zewacê werin. Bazirganiya zarokan di bin navê zewacê de tê kirin. Zewaca zarokan sûc e û divê rê li pêşiya wê were girtin."   Civakên Rojhilata Navîn her tim zagonên xwe yên civakî, olî, orf û adet li ser bedena jinan pêk tînin. Her tim jin dibin qurbaniya zewaca  temenê biçûk û di rêjeyên herî jor de ye. Rojane zarok bi zora civak û malbatê tên zewicandin û di qefesa kolatiyê de zaroktiya wê tê perçiqandin.       Zewaca zarokan sûc e û divê rê li pêşiya wê were girtin   Piştî ku pergala civakê veguherî sîstema zayendperestiyê  ku bi aqilê mêr hatiya birêvebirin, zewac û gelek têgînên din ji cewherê xwe dûr ketin. Desthilatdariya mêr bi rêbazên cur bi cur qirkirina jinê bi xwe re anî û pêş xist. Pergala zîhniyeta civakê destûr da zewac  û dûcaniya zarokan. Li welatê Romana kevin  zarokên keç di 12 saliya xwe de dihatin zewicandin . Di hişmendiya wan de xwezaya zewacê di zaroktiyê de ye. Piraniya  olan jî zewaca zarokan rewa kiriye. Em dikarin bêjin ku zewaca zarokan sûc e û divê rê li pêşiya wê were girtin.         Zarokên keç qurbanên orf û neçariyên civakê ne   Sedemên zewaca zarokan pir in. Bêedaletiya di nava zayendan de hişt ku jin rastî vê bûyerê were. Sedemên din jî wekî belengazî, qelenê zewacê, hinceta namûsê jin jê re dibin qurbanî û bi tundiya civakê re rû bi rû dimînin. Bazirganiya zarokan di bin navê zewacê de tê kirin. Di heman demê de koçberî, şer û koletî jî bandor dikin. Civakên bê hêz û îrade her tim di bin bandora şerê hêzên hegomonîg de dimînin, qaşo ji bo ku zarokên xwe ji tecawizê biparêzin, wan dizewicînin. Di koçberiyê de, ji bo ku zarok birçî nemînin, ango li malbatê  xwe nebin barê giran tên zewicandin. Bi van kiryaran mezinbûna keçan şerm dibînin û wan kole dihêlin.   Dadgeh jî wê zewacê rewa dike   Tevî ku di hevpeymanên gelek dewletan de  zagonên li dijî bûyera zewaca zarokan hene, lê  hîn jî ev kiryar didomin. Her wiha rêxistina  UNICEF'ê ya parastina mafê zarokan  hişyarî da,  ku divê li ser vê bûyerê were sekinandin.  Di hin zagonan de dema ku dayik û bav zewaca zarokên xwe guncav bibînin, dadgeh jî wê zewacê rewa dike.    Têkildarî mijarê Endama Komîteya Lêkolînên Jîneolojiyê Roza Omer nirxandin kir.   'Zewac ne şert e,  divê bi dildarî be û ne bi zorê be'   Roza  di destpêka gotina xwe de balê dikşîne ser rêbazên rast ên zewacê  û wiha got: "Zewac di bingeha xwe de avakirina malbat û civakbûnê ye, lê divê jin û mêr têghîştî bin, di zanebûn û giraniya wê de bin.  Ji aliyê civakî, derûnî, aborî û çandî ve amede bin, da ku malbateke rast ava bibe û bingeha  wê jî saxlem be. Mixabin civaka me bi nêrînên şaş  me nêzî mijara zewacê dike. Zewac wisa lê hatiye ku tenê bi armanca çêkirina zarokan û stara jinê ye. Zewac bûyereke xwezayî ye di civakê de, lê ne şert e. Jin dikarin bê zewac jî bijîn, lê ger  ev jin zewicîn jî divê ev zewac ne bi zorê be, divê bi dildarî be."   'Şêwazê perwerdekirina zarokan çarenûsa civakê diyar dike'   Rozayê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdekirina  zarokan û wiha dibêjê: " Zarok  pêvajoya herî girîng û xweş e di jiyanê de. Mirov di temenê zaroktiyê de teşeyê jiyana xwe amede dike. Loma derdora ku zarok tê de mezin û perwerde bibin gelek girîng e. Zarok bi xwe rûpeleke spî ne, ji aliyê biyolojîk ve  temam nebûne û negihêştine rastiya jiyanê. Tim di nava pirs û lêgerînê de ne û tecrûbeyên jiyanê negirtine. Ji bo wê jî şêwazê hînkirina zarokan girîng e. Zarok pêşeroj û çarenûsa civakan diyar dikin."    'Zarok nikarin berpirsyartiya civakê rakin'   Rozayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zewaca zarokan bûyereke ne nû ye û her  roj zêdetir dibe. Eger mirov kevneşopiya civakê  jî bide alî, dîsa jî zarok nikarin berpirsyartiya civakê bigirin ser milê xwe. Dema zarok ji nişka ve xwe wekî berpirsiyara malekê bibîne,  wê  di encamê de derûniya wê jî xerab bibe. Bi giştî mirov dikare bêje, dema ku erkê perwerdekirin û birêvebirina civakê di destê zarokan de be , em ê rastî xeteriyên mezin werin."