Jin dixwazin li bajarên çawa bijîn? 5 2019-06-22 09:20:53   Bajarên dostên jinan dikare çawa bê afirandin?: Em ê derbarê xwe de her tiştî bikin   Dîlan Babat   ENQERE - Endama PM'ê ya HDP’ê Leman Kîraz ji bo afirandina bajarên jinan esas digirin, bên afirandin tiştên hewce rêz kir û wiha got: “Divê jin qadên ku xwe lê di baweriyê de hîs dikin, qadên îstîhdamê hatine afirandin, tacîz û tecawîz lê tune biafirînin. Di rêveberiyên herêmî de bi pêkhatina projeyên ku jinan esas digirin re, wê bajarên dostên jinan e bên afirandin.”   Jinên li aliyekî ji bo bajarên ku dikarin lê rehet bikin, fikrên xwe bi awayekî azad bêjin, qadên îstîhdamê lê hebin, tacîz û tecawiz lê tunebin, têdikoşin, bajar her diçin ji bo jinan xerabtir dibin. HDP’ê beriya hilbijartinê di encamnameya jinê de, ji rayagiştî re feraseta rêveberiyên herêmî ya di esasa jinê de ye deklere kiribû. Gelo jin dixwazin li bajarên çawa bijîn? Bajarê dostê jinan çi ye û projeyên HDP’ê di vî alî de çi ne? Endama Meclîsa Partiya HDP’ê Leman Kîraz, derbarê xebatên xwe de nirxandin kir.   ‘Têkoşîna bi 3 jinan dest pê kir, çû nûneriya wekhev’   Lemanê da zanîn ku HDP di şaredariyan de hewl dide sazbûna xweser bike jiyanê û wiha got: “HDP’ê li dijî feraseta yekparêz, di şaredariyan de nûneriya wekhev esas girtiye.  Pratîkek 7 salan a rêveberiya şaredariyan heye. Bi vê pratîkê her tim derketin asta jor. Têkoşîna bi 3 jinan dest pê kir îro di 96 şaredariyan de bi nûneriya wekhev tê birêvebirin. Piştî mijara qeyûman rewşek cuda derket holê. Şaredariyên me hatin xespkirin. Êrîşên qadên jinan kirin. Çi hebûn têk birin. Piştî 31’ê adarê  jinan deklere kir ku ew ê bi nûneriya wekhev bajaran bi rê ve bibin. Em ê niha li şaredariyên ku me bidestxistine saziyan zêde bikin.”   ‘Divê jin di rêveberiyên herêmî de rola çalak bilîzin’   Lemanê destnîşan kir ku jin dixwazin li bajarên ku zirar nagihêje tu zindiyê, bijîn û wiha axivî: “Ji bo bajarên dostên jinan bên afirandin divê ewil jin di rêveberiyan de cih bigirin.  Dema planên stratejîk tên kirin divê jin li herêman bin. Dema butçe û plana bajarekî tê kirin divê teqez pêşniyar û nêrînên jinan hebin. Divê rêxistinên jinan yên wî bajarî bi meclîsên taxan re civînên gel pêk bînin. Lê ger jin di rêveberiyan de tune bin, mirov nikarin bêjin ew bajar bajarê jinan e.”   ‘Em ji bo veguhestina rehet jin qertê ava bikin’   Lemanê balkişand ser pirsgirêka veguhestinê ya bajaran û wiha pê de çû: “Di encamnameya hilbijartinê ya rêveberiyên herêmî de ‘jin qert’ cih digirt û em ê bê bikin jiyanê. Bi giştî li hemû cîhanê divê jin li qadên cemawerî bêyî pere rehet veguhestinê pêk bînin. Divê nêzî navendên tenduristiyê be û jin bikaribin xwe bigihînê. Divê cihên ku azadiya aborî ya jinan lê hene, hebin û divê qursên pîşeyî ji bo jinan bê vekirin. Divê cihên jin dikaribin lê bigerin, park bên çêkirin. Divê jin bêyî tirsa tecawiz û tacîzê li parkan bigerin.”   ‘Li Tirkiyeyê qadên jinan kêm dibin’   Lemanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku jin di qada tenduristî û îstîhdamê de jî zehmetiyan dikşînin û bo vê divê proje bikevin jiyanê û dirêjî da gotinên xwe: “Ji sedî 70’ê cîhanê mêr bi kar tînin û ji sedî 30 jin bi kar tînin. Li erdnîgariya me ev rêje her diçe kêm dibe. Mînak li Mêrdînê; di şaredariya bajarê mezin de odeya polîtîka jinê li cihekî biçûk e, me ew der veguhert qada sporê ya jinan. Jinê wê taxê bi saetekê dorveger bi kar dianîn. Bi pereyekî kêm dikare li her taxê odeyek wisa hebe. Ev ne karekî zehmet an jî biha ye. Dikare li hemû taxan pêk bê. Piştî qeyûman projeyên me nîvco man. Lê em ê niha bikaribin dîsa bikin jiyanê. Divê ji bo qadên civakîbûyinê yên jinan jî proje hebin. Divê li herêman nêrînên jinan bên girtin. Divê dersên zayenda civakî bên dayîn. Divê em di vê mijarê de mirovên bajarên xwe perwerde bikin. Divê li dijî zîhniyetên herêmî sazbûnên nû bên kirin. Di planên îmarê de ji bo zîhniyeta serdest a mêr bê tunekirin dikare komîsyon bên avakirin.”   ‘Malên kal û pîran, kreşên bi zimanê dayikê’   Lemanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li pêş qadên îstîhdama jinê astengî hene û yek ji van jî malê lênerîna zarok û kal û pîran e. Lemanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ev malên ji bo zarok û kal-pîran hebe divê bajarên dostên jinan hebin. Li gel malên lênerîna kal û pîr û zarokan em ê li her taxê jî kreşên bê pere yên bi zimanê dayikê çêbikin. Ji bo ku jin û zarok di hepsa malê ya lênerîna zarok, kal û pîran de nemînin em ê vê bikin. Em ê van projeyan bikin jiyanê. Ji bo jin ji xizaniyê xilas bibin divê komun bên avakirin. Em ê ji bo bajarên xwe û ji bo xwe dest bi xebatên xwe bikin.”