Jinên Cizîrê: Em Cizîreke bi ziman û çanda xwe dixwazin 2019-06-21 09:19:17   ŞIRNEX - Cizîr bi dîrok û berhemên xwe ji gelek çîrok, roman û destanan re bûye çavkanî. Li Cizîrê piştî salên 90’ê cihê xwe ji berxwedanan re dihêle. Jinên li Cizîrê dijin daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Li dijî bikaranîna hişbirê divê xebateke taybet bê kirin. Bila saziyên jinan carek din bên vekirin. Xebatên çand û huner, sporê bên li pêş xistin.'   Cizîra Şirnexê ya di dîroka Kurdan de wek ‘Bajarê serhildanê’ tê zanîn, di vê pêvajoyê de ji gelek komkujî û şeran re şahidî kir. Cizîr di alî nifûs û erdnîgariya xwe de navçeya herî qerebalix e. Li gorî daneyên 2018’an nifûsa wê 143.124 hezar e. 10 taxên wekê Alîbey, Cudî, Dagkapi, Dîcle, Kale, Konak, Nur, Sûr, Şah û Yasef yê navçeyê hene. Paşeroja dîroka navçeyê digihêje Serdema Hesin. Di sedsala 10’emîn de bi Musulê re wek navenda Uguaîl tê zanîn û wê demê bi navê Cezîre tê binavkirin.    Gelek şaristanî hewand   Beriya Zayînê ji 2000’î şûnde, Babîl, Ereb, Asurî, Med, Kurd, Pers, Selevkos û Sasanî lê man; piştî Îslam hat herêmê, navçe di bin serdestiya Emevî û Abbasiyan de ma.  Cizîr di 1096’an de ji aliyê Selçuqiyên Mezin ve tê birêvebirin. Piştî 1627’an şûnde ket bin serdestiya Osmaniyan. Berê girêdayê Sancaka Amedê bû lê di 1841’ê de girêdayê Musulê kirin. Demekê Fransiyan ji bo navçeyê berxwe da.    Bajarê ku ruhê Mem û Zînê lê tê jiyîn   Cizîr bi dîrok û berhemên xwe ji gelek çîrok, roman û destanan re bûye çavkanî û bi taybet jî bi çîroka evînê ya ‘Mem û Zîn’ di hişan de cih girtiye. Li Cizîrê piştî salên 90’ê ev taybetiyên ku me behsa wan kir, cihê xwe ji berxwedanan re dihêle. Cizîr yek ji warên ku ji têkoşîna azadiyê re malovanî kiriye.    Piştî 92’an komkujiya din di 2016’an de hat jiyîn   Piranî gelê Kurd li navçeyê dijîn û di 1992’an de ev berxwedan bi êrîşan re veguheî serhildanên gel. Di Newroza 1992’an de bi dehan welatiyên Cizîrê bûn hedefa guleyên dewletê û jiyana xwe ji dest dan. Yek ji cihên ku di sala 2015’an qedexeya derketina derve lê hat îlankirin Cizîr bû. Piştî daxuyaniyê qedexeya yekem ya 8 rojan berdewam kir ya di 4’ê îlona 2015’an de hat îlankirin û di qedexeyê de di nav de jin û zarok jî hebûn 21 kes hatin qetilkirin. Qedexeya dawî di 14’ê kanûna 2015’an de hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir.  Di qedexeyan nifûsa navçeyê 120 hezar bû û jê 20 hezar ma. Bi sedan kesî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da. Hîna cenazeya bi dehan kesî yên wan rojan jiyana xwe ji dest dane nehatine dîtin.   Jinên Cizîrê bajarekî çawa dixwazin?   Nifûsa jinên navçeyê 69 hezar e. Şaredariya ku bi KHK’yê di 2016’an de qeyûm tayîn kirinê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de ji nûve hat girtin. Gelo jinên Cizîrê piştî evqas bûyeran çi dixwazin? Li bajarê ku pevçûn û bûyer tu car naqedin cihê jinê yê di jiyanê de çi ye? Şaredariya Cizîrê ya ket destê HDP’ê ji bo jinan wê rê û rêbazek çawa bişopîne?Jinên Cizîrê xeyalê Cizîrek çawa dikin? Me der barê van pirsan de ji jinên bajar nêrîn girt.   ‘Tiştê ku navê jinan têde derbas dibe ji holê hat rakirin'    Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu diyar kir ku qeyûm 260 mîlyon deyn hiştiye û her wiha saziyên jinan jî hîbeyê dewletê kiriye. Berîvanê got çawa şaredarî girtine hewl dane ku navenda şêwirmendiya jinan avabikin û lê ji bo vê yek avahiyeke aîdê şaredariyê nehatiye hiştin û wiha got: “Di pêvajoya berê de saziyên me û xebatên me yên şaredariyê hebûn. Piştî qeyûm hat hemû tişt ji holê rakir. Daxwazên jinan yên li vir jî neman. Çawa qeyûm hatin hemû xebatên jinan dan sekinandin. Li vir ji her alî de li ser jinan zext hene.Heta 2015’an yên hatin hilbijartin xwestin di mijara pisgirêkên jinan de bibin hêza çareseriyê. Me di esasa polîtîka partiya xwe de hewl da çareseriyê pêk bînin. Lê qeyûm çawa hat êrîşê xebatên jinan kir. Ewil sazî girtin. Saziya jinan dewrê qeymeqamtiyê hat kirin. Atolyeya jinan jî hat girtin."   ‘Em ê şêwirmendiya jinan aktîf bikin’   Berîvanê da zanîn ku dê bêtir xebatên jinan li peş bixin û  wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê xebatên jinan ji nûve pêk bînin. Rewşa şaredariyê jî baş tê zanîn. Ji ber deynên qeyûm gelek fîrmayan dozên icrayê hatine vekirin. Ji ber vê li pêş xebatên me astengî zêde ne. Lê dîsa jî em dixwazin şêwirmendiya jinan ji nûve ava bikin. Em niha cih digerin. Bi vê sazî û xebatê em ê hinek ji pirsirêkên jinan re bibin çareserî."   ‘Divê bajar veguhere rewşa berê’   Esra Îplîk ya yek ji ciwanên bajar e û zanîngeh qedandiye, li kar digere. Esrayê da zanîn ku ew bajarekî ku xebatên çandê lê heye, bajarekî ku ciwan bi nasnameya xwe dikarin bijîn dixwazin û ev tişt vegot: “Dixwazin Cizîrê ji çanda wan qût bikin. Vê jî li ser ciwanan pêk tînin. Ciwanên ji vir ji ber pêvajoyên tên jiyîn nikarin xeyal û çanda xwe bidin jiyîn. Berê li kolanê me her kesî silav dida hev. Lê niha kes kesî nas nake. Her kes xwe difikire. Bi taybet piştî qedexeyê bikaranîna hişbirê zêde bûye. Ciwanên me her diçin xerabtir dibin. Lê berê ciwanên vir her tişt dizanîbûn. Mirovên çanda xwe winda bikin nikarin azad bin. Ji bo bandora travmaya tê jiyîn dakeve asta herî kêm, divê xebat bên kirin. Ev jî bi xebatên çand, zarok, ciwan û jinan pêkane. Ciwan li vir betal in. Bi taybet jin gelek tên pelçiqandin. Dema kar dibînin jî keda wan tê binpêkirin û heqdestekî baş nagirin. Ji bo ciwan pêş bikevin divê xebat bên kirin. Em Cizîrek bi çand û zimanê xwe heye dixwazin.”   ‘Divê jin li ser piyê xwe bisekînin'    Jina bi navê Mehdiye Saîn ya ku li Cizîrê 2 sal in esnafiyê dike jî da zanîn ku ji ber pêvajoyê tên jiyîn nikarin esnafiyê bikin û wiha pê de çû: “Divê tenê ji bo mêran derfetên kar tunebin. Divê em jin jî pereyê xwe qezenc bikin. Li her derê esnafên mêr hene. Li her derê mêr pere qezenc dikin. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin. Her wiha krîza aborî herî zêde jin bi bandor bûn. Beriya qeyûm jin di qada îstîhdamê de hebûn. Piştî qeyûm xebatên jinan hatin sekinandin. Lê êdî di dema nû de dîsa xebat bên destpêkirin. Divê navçe ji bo jin û ciwanan paqijtir be. Divê em derdora xwe paqij bikin.”   ‘Em tiştên ku hatin serê me jibîr nakin’   Hevjîna Sahîp Edîn yê di dema qedexeyê de hatibû qetilkirin û cenaza wî di sindoqê de hatibû dîtin, Berîvan Edîn jî wiha got: “Dema hevjînê min jiyana xwe ji dest da ez ducaniya sê mehî bûm. Ji malbata min 5 kesî jiyana xwe ji dest da. Ez wan rojan tu car jibîr nakim. Em bi rojan di bin qedexeyê de man. Di qedexeya dawî de em derketin. Hevjînê min di bodruman de roja dawî jî li min geriya û got ‘ez dijîm.’ Lê piştî qedexe rabûn me cenaza wî di sindoqê de dît. Di ser wan rojan de sal derbas bûn lê hîna her tişt ji bo me teze ye. Kurê min 6 mehan piştî bavê xwe hat dinê. Me navê bavî lê kir. Heta dawiya dîlopek xwîna me em ê li pey doza xwe bin. Em van rojan tu car jibîr nakin.”   ‘Ger xebat pêwist bê em ê bixebitin'    Berîvanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser Cizîrê û wiha dawî lê anî: “Em nikarin kêfxweşiya xwe ya girtin şaredariyan  a ji destê qeyûman îfade bikin. Qeyûm hatin û her tiştê me desteser kirin. Niha me şûnde girtin û divê em hemû xebatên xwe ji nûve bikin jiyanê. Divê dest bi xebatên jin, ciwan û zarokan bê kirin. Ger ciwan û jinên me bigihêjin rewşa xwe ya berê ez ê bêjim hevjînê min û hevalên wî gihiştine armanca xwe. Ger xebatek mezin pêwiste em bixebitin. Em dixwazin bila saziyên me ji nûve vebin. Bila xebatên çand û huner, sporê bikevin faliyetê. Bila ciwanên me bi zimanê xwe perwerdê bibînin.”   Sibe: Bi projeyên derbarê jinê de bajarên dostê jinê dikarin bên avakirin