Di têkoşîna jinan de 192 sal: Serhildanên li dijî dagirkirinê (4) 2019-03-04 09:19:20   ‘Daxwazên 162 sal berê, îro di rojevê de ne’   Rengîz Azîzoglu   STENBOL- Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku karkerên jin yên 162 sal berê bi bedelên mezin mafên xwe bi destxistin, ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve hewl tê dayîn ku ji holê bên rakirin û wih agot: “Daxwazên têkoşîna 162 sal berê îro di rojevê de ne. Nêzîkatiya karkerên jin ya li hember 8’ê Adarê, têkoşîna maf, azadî û wekheviyê ye. Em ji her demê zêdetir bi hêvî ne. Ji ber hêvî yekitiya me ye. Têkoşîna me ye.”   Seroka Giştî ya Konfederasyona Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu der barê girîngiya 8’ê Adarê de axivî.    *Hun dikarin têkoşîna salekê ya jinan binirxînin?   Jinan li dijî her cureyê zext, şîdet û binpêkirinê têkoşîn dan, yanî salek tije têkoşîn bû. Jin di hemû qada jiyanê de di hedefa desthilatdariyê de ye. Ligel binpêkirin û bêewlekirina keda jinê, êrîş jî sala borî zêde bûn. Bi taybet ji meha Tebaxê şûnde bi krîza aborî re bi karker û kedkarên jin tabloyek giran derket holê. Ji ber vê jî hem li karkeriyan li hember kedkarên jin şîdet, mobîng û her cureyê zextê hat jiyîn, jin wek çîna karkeran a duyem hat dîtin, wek hêza kar a erzan hat dîtin. Lİgel vê jî têkoşîn û berxwedan hatin dayîn.    *Jinên di qada xebatê de, herî zêde rastî kîjan binpêkirinan tên? Çi dijîn?   Betalî yek ji encamên ewil ya krîzê ye. Li Tirkiyeyê di demên dawî de bi krîzê re rêjeya betaliyê jî zêde bûye û aboriya Tirkiyeyê bi awayekî cidî biçûk bû. Li bajarên mezin yên Tirkiyeyê ji her 3 jinên ciwan yek betale. Bi krîzê re ev tablo girantir bû. Ji karderxistin zêde bûn. Bi taybet jî jin tên derxistin. Îro bi tehdîda wê ji kar bê avêtin, bi heqdestên kêm xebat tê ferzkirin. Pereyê asgarî bû 2 hezar û 20 TL lê tu derê ev bi rêk û pêk nayê dayîn.   *Di demên kaos û krîzê de jinan davêjin palanên dawî. Sedema vê çi ye?   Jin her tim wek depoya hêza erzan tên dîtin. Derveyê qeydê tên xebitandin. Li gorî mêran pir kêm bi qeyd tên xebitandin. Sermaye jinan wek hêza erzan dibîne. Wek çîna duyem a karkeran tên dîtin. Ji ber vê jî karkerên jin herî zêde dibin hedefa van polîtîkayan. Bi taybet yên ji kar tên derxistin, yên bi pereyê kêm tên xebitandin û bê ewle tên xebitandin jin in.   *Li dijî van ferzkirinan jin bersivek çawa didin?   Di esasê de jin li her herê hedefin. Di heman demê de di esasa berxwedanê de jî jin hene. îro li her derê Tirkiyeyê li hember polîtîkayên deshilatdariyê jin hene. Em dikarin bêjin ku berxwedana girîng sala 2018’an berxwedana karkerên Flormarê ye. Jin li dijÎ hemû polîtîkayan di pozîsyonek girîng de ne. Li dijî her cureyê zextan jin esasa berxwedan, têkoşîn û azadiyê ne.   * Di krîzeke wisa de hun berxwedanan çawa dinirxînin?   Berxwedanên sendîkayî, bê sendîka yên li hember polîtîkayên sermayê gelek girîngin. Hatina cem hev, yekbûn û di eniyeke têkoşînê ya hevpar de cih girtin girînge. Peywirên girîng dikevin ser milê me û sendîkayan. Di vî alî de me wek DÎSK’ê di vê pêvajoyê de ligel berxwedanan cih girt. Ji vir şûnde jî wê wisa be.Em behsa demokrasiyeke ku divê bê avakirin dikin. Em behsa têkoşîna aştî, azadî, wekheviyê ya tê avakirin dikin. Her çiqas îro berxwedan parçe parçe pêk bên jî jib o avakirina pêşerojê gelek girîngin. Em DÎSK wiha dinêrin.   *162 sal berê jinan ji bo sendîkabûnê berxwedan û li ser vê jiyana xwe ji dest dan. Hun dikarin der barê girîngiya sendîkayê de biaxivin?   8’ê Adarê ji bo me sîmgeye. Ji ber vê bername û çalakiyên 8’ê Adarê girîngin. Em sendîkabûnê girîng dibînin. 162 sal berê bedel hat dayîn û gelek maf dis erî de mafê sendîkabûnê û mafên din hatin bidestxistin. Lê mixabin îro li hemû cîhanê û Tirkiyeyê ev maf di hedefa desthilatdariyên siyasî de ne. Daxwazên 162 sal berê îro di rojevê de ne. Nêzîkatiya karkerên jin ya li hember 8’ê Adarê, têkoşîna maf, azadî, rêxistin û têkoşînê ye. Ez bang li hemû karkerên jin dikim ku bi hev re têbikoşin, biçin sendîkabûnê û di sendîkayan de bi bandortir bin.   SIBÊ: 2019’an wê bi berxwedana jinê xwe li dîrokê binivîse