Serhildana Jîna û hemû jinan hat silavkirin

  • 12:37 16 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Bi munasebeta salvegera yekemîn a qetilkirina jina kurd, Jîna Emînî daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Di daxuyaniyê de parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş wiha got:"Ji dirûşma 'Jin jiyan azadî' tirsiyan. Ji hebûna jinan ditirsin. Loma jin mehkûmî îdamê kirin. Avêtin zindanan. Em hemû jinên li dirûşma 'Jin jiyan azadî xwedî derdikevin' silav dikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Qosera Mêrdînê bi munasebata salvegera yekemîn a qetilkirina jina kurd, Jîna Emînî daxuyaniya çapemeniyê da. Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistinên navçe û bajêr ên Partiya Çep a Kesk, parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Kamuran Tanhan, rêxistinên girseya demokratîk û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Qada Azadiyê hat dayin. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Jin, jiyan, azadî li dijî faşîzmê û qirkirina jinan” hat vekirin. Her wiha dowizên "Jin jiyan azadî" hatin hilgirtin. Jinan di daxuyaniyê de dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Qoserê Aysel Avay ve hat xwendin. 
 
Ayselê di daxuyaniyê de bal kişand ser qetilkirina jina kurd Jîna Emînî û di berdewamiyê de wiha got:"
 
Weke ku tê zanîn salek bi ser qetilkirina Jîna Emînî ya ciwan derbas bû, hema bi kuştina wê bi taybetî li Îranê û tevahiya cîhanê têkoşînek mezin ava bû û hîn jî didome. Me weke jinên cîhanê Jînayê qet ji bîr nekir û neda jibîrkirin. Ji ber ku em bi sembolbûna Jînayê ya li hember sofî û cerdevanên ku li hember hebûna jinan bû xencerek û kete ser dilê wan dizanin. Jin bi vê têkoşînê li hemû qadên cîhanê li hember mêr- dewlet û zihniyeta tarî ya ku olan ji xwe re dike mertal serî hildan. Jîna Emînî ya 22 salî ji ber ku girêdana pora wê ne li gor sofiyên tarî bû hate qetilkirin. Ji roja hatiye qetilkirin û heya roja îro jî bi felsefeya ‘’jin jiyan azadî’’ jinan li her qadê şopa Jînayê meşandine, pê re ev zihniyeta tarî ji bo ku vê berxwedanê asteng bike her tişt kirin. 
 
Rojnamevanên ku kuştina Jînayê kirin nûçe hatin girtin û heya niha jî bi vê berxwedanê ve girêdayî 79 rojnamevan û gelek kesên din hatin girtin an bi cezayên îdamê ve hatin qetilkirin. 
Esas navê wê Jîna ye hema ji ber ku dewleta Îranê jî her mafê kurdewarî qedexe kiriye navê Jînayê di nasnamê de Mahsa danîne, ev yek jî hem dide xuyakirin ku ne tenê qedexeya li hember jinbûna wê jî li hember kurdbûna wê jî bû ev serdestî. Yanî Jîna hem weke jinekê hem jî weke kurdekê barê bindestiyê dît. Kuştina wê cureyek îdamê bû, bi vê yekê jî ne Jîna tenê  hate qetilkirin. Her kesê ku li dijî desthilatdariyê, belê bi taybetî jin hatin qetilkirin. Yanî xwesteka azadî, wekhevî û edaletê di bedena Jîna de hate qetilkirin. Lê rastî wisa bi hêsanî nayê tunekirin. Li seranserê cîhanê, li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Îranê bi sed hezaran mirov bûn Jîna, rastî ev bû.  
 
Pora Jîna yê jêkirî di hiş û dilan de dihejiya. Ew porê ku ji bo mirina wê kirin mahne…
Zihniyeta tarî û olperest xweste ku  kesên ku bertek nîşanî qetilkirina Jînayê dan, weke li dijî ser girêdanê nîşan bide, ev ne rast bû. Beriya Şoreşa Îslamî ya Îranê (dema Şah) jin neçar hiştin ku serê xwe vekin. Mîna salên pêşîn ên komara Tirkiyeyê. Dema ku “Şoreşa Cilûbergan” pêk hat, xuyabûna “jina nûjen” weke yek ji sembolên Rojavabûna Tirkiyeyê hate pêkanîn. Weke serdema Şahê Îranê. Dema ku Şoreşa Îslamî di sala 1979’an de pêk hat, li Îranê jiyaneke bi temamî berovajî li ser jinan hate ferzkirin. Ser girêdana  mecbûrî, keviravêtin, zewaca zarokan, zewaca mutafî û pirzewaciyê weke qanûn da destpêkirin. Pê re vê carê jî dewleta îslamî bi beden û serê jinan siyaset kir. Mîna ku niha hikûmeta AKP’ê dike. 
 
Mêr – dewletên despot her dem xweste ku li gor xwe şikl û şemalekê bide jinan bêyî îradeya wan. Zîhniyeta dewleta serdest a mêr ku di çarçoveya “modernîteyê” û an jî “muhafezekariyê” de serpêhatî û bedena jinê weke sembol dibîne, bi her  du mantiqan li ser bedena jinê û îradeya jinê serdest e. Ev jî ji bo me jinan nayê qebûlkirin. Cil û bergên civakê û bi taybetî yên jinan bi qanûn nayên diyarkirin. Ji ber ku ev dê bibe derbeyek giran li azadiyan. Di dema derketina Îslamê de, ma ne ji ber ku ew li hember zilmê li ber xwe dida, mirovan ew ol qebûl kire, naxwe ola rasteqîn ne ya şêx û mişayixên ku qûr’an û ola îslamê li gor xwe dimeşînine. Lê dema ku Îslam bû dînê hikûmet, dewlet û rejîmên otorîter, ma gelo ji çarçoweya xwe ya eslî veneqetiya û nebû amûrek ku civakê bi awayekî dij-demokratîk/desthilatdar bi rê ve bibe û zextê bixwe, pêk bîne?   
 
Lê Komara Îslamî ya Îranê Jîna bi navê Îslamê qetil kir. Em dizanin ku eger cîhana îslamî bi taybetî herêma rojhilata navîn û Afrîkayê nikaribin li dijî veguherîna baweriya îslamê ji aliyê dewlet û rejîmên otorîter ve bisekinin, wê çend Jîna Emîniyê din jî bimirin kî dizane? Mafê tu kesî nîne ku baweriya Îslamê li gorî pêwîstiyên hêza xwe îstîsmar bike. Ji ber vê îstîsmarê jin tên qetilkirin. Rêya pêşîgirtina li vê yekê ew e ku jinên Îranî bi taybetî jinên dîndar û hemû jinên herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dora hişmendî û têkoşîneke hevpar bibin yek. Kombûna tevgera jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê kedeke mezin da tevgera jinên vê têkoşînê jî .  
 
Îro jinên Kurd û Faris bûn agirê serhildanê ji bo Jîna  Emînî  û piştgirî dan vê berxwedana dîrokî ya dewlemend, hiştine ku ew bi pêl bi pêl  belav bibe. Ev ne tesaduf e. Me ev yek di têkoşîna jinên Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê de û di jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dît. Modela Rojava di nava kolanên tarî yên herêmê de ji bo gel û jinên herêmê bû meşaleya wekhevî û azadiyê. Me ev yek di rola diyarker a jinên Sûdanê de di hilweşandina dîktator Omer El-Beşîr de dît. Niha jî em vê yekê di bertek û hevgirtina bi heybet a jinên Îranê li hember qetilkirina Jîna Emînî dibînin. 
Jîna mîrateya azadiya jinan e, wê jin her dem lê xwedî derkevin û wê ji bîr nakin. Em ê jiyaneke hevpar û azad bi porên xwe bigûnînin û geş bikin. Em ê  bi felsefeya ‘’jin jiyan azadî’’ şopa şehîdên jin yên azadiyê bişopînin. 
 
Her wiha Bêrîtan Guneş jî diyar kir Jîna saleke berê bi awayekî ku neyê qebûlkirin hat qetilkirin û wiha got:"Ji ber kurd bû hat kuştin. Ji ber jin bû ji ber azadiya jinan xwest hat qetilkirin. Kesên xwestin jinan tune bikin ew bi xwe winda bûn. Kesên xwestin jinan bieciqînin hatin eciqandin. Ji em ji jinan pir ditirsin. Ji tilîliyên dayikan ditirsin. Ji dirûşma 'Jin jiyan azadî' tirsiyan. Ji hebûna jinan ditirsin. Loma jin mehkûmî îdamê kirin. Avêtin zindanan. Em hemû jinên li dirûşma 'Jin jiyan azadî xwedî derdikevin' silav dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.