13 sal in li keça xwe ya ku jê hat revandin digere

  • 09:03 16 Îlon 2023
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Li Nisêbînê jina bi navê Sabîre Demîr li zaroka xwe ya ku 13 sal berê aniye dinê digere. Sabîre got keça wê bi zor jê hatiye revandin û 13 sale ji bo keça xwe bibîne têkoşîna hiqûqê dide û gilî kiriye.  Sabireyê diyar kir ku giliyê we bi biryara neşopandinê bi encam bûye.
 
Li Nisêbîna Mêrdînê Sabîre Demîr û Ahmet Yildiz bi mehra olî dizewicin. Di 2010’an de keça wê Ruken Demîr tê dinê. Sabîreyê diyar kir ku keça wê ji aliyê Ahmet Yildiz û dayika wî Hamdiye Yildiz ve hatiye revandin û 13 sal e li keça xwe digere. Sabîreyê nêzî salek berê bi parêzerê xwe re bi sûcdariya ‘bi zor zarok revandin û desteserkirinê' û  'parsekiya pê dane kirinê'  serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê da. Lê dozgeriyê bi hinceta demboriyê biryar aneşopandinê da û ji bo parsekiyê jî biryara lêkolîn û lêpirsînê da.  Ji ber Hamdiye Yildiz her tim navnîşanê diguhere, dosya bi salane pêş nakeve.
 
Dema dûcanîbû xwestine wê qetil bikin
 
Sabîreyê diyar kir ku bi Ahmet Yildiz re bi mehra olî zewiciye û piştre jî bi awayekî sistematik tûndî lê hatiye kirin û wiha domand: “Ahmet nedixebitî. Hişbir bi kar dianî. Îşkence li min dikir. Dema ducanî bûm min kêr kir. Xwest min bikuje. Lê min ew kêr kir û ji malê reviyam. Ez çûm cem malbata xwe. Ez wê demê ducanî bûm.  Zaroka min li mala dayika min hat dinê. Ahmet û Hamdiye bi hinceta dîtinê hatin. Lê bi zor girtin û çûn. Gotin rewşa aborî ya malbatê tûne ye û zaroka min birin.”
 
‘Parsekî bi min dan kirin’
 
Sabîreyê destnîşan kir ku di 13 salan de tenê du caran bi qasî saetekê keça xwe dîtiye û got: “Ez çûm her derî. Min her tişt kir lê zaroka min nîşanî min nedan. Navnîşan guhertin. Ez nizanim keça min li ku digirin. Qet neşandine dibistanê. Xwendin û nivîsandina wê tûney e. Ji ber vê nikare li min jî bigere. Bi saya wê pere qezenc dikin.  Yanî parsekiyê pê dikin. Ez bi salane têdikoşim. Divê keça min ligel min be. Zavayê berê yê Hamdiyeyê T.G. gazî min kir got ez ê ji bo keça te bibim alîkar. Bi vê hincetê gazî min kir ez çûm kargeha wî. Min tacîz kir. Min li wî jî gilî kir.”
 
‘Bila keça min bînin ji min re’
 
Sabîreyê wiha dawî lê anî: “Nasnameya keça min tûne ye. Dema diçin hevdîtina bavê wê li wir wesayît lê diqelibe birîndar dibe. Ji ber nasnameya wê tûne ye li nexweşxanê dibêjin ev zaroka Kobanê ye û dibin yurdê. Du salan di bin parastina deweltê de dimîne û piştre digirin. Divê zaroka min nedin wan. Cîranan gotin îşkence û tundiyê li keça te dikin. Bila dewlet keça min bibîne bîne gel min. Tenê daxwaza min ev e.”