Çîgdem Kiliçgun Uçar: Têkoşîna demokratîk a gel ji bo me watedar e

  • 09:46 14 Îlon 2023
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku qelsbûna têkiliya partiya wan a bi gel re, navendîbûn, burokrasiya zêde, kêmasiya îdeolojîk û serdestiya zîhniyeta mêr ew ber bi vê pêvajoyê ve birin û got: "Pêvajoya ku piştî encamên hilbijartinê dest pê kir, têkoşîna demokratîk a gel bû û ev rewş bandor li me jî kir û ev tişt ji bo me gelekî watedar e."
 
Partiya Çep a Kesk, li ser polîtîkayên xwe yên piştî hilbijartinên giştî û Serokkomariyê yên di 14 û 28'ê Gulanê de hatin lidarxistin, nirxandin kirin. Partiya Çep a Kesk piştî rexne û pêvajoya xwerexnekirinê ya rêveberiya partiyê, li Tirkiye û Kurdistanê dest bi civînên gel kir û ji raya giştî rexne girt. Partiya Çep a Kesk, piştî hevdîtinên li qadên herêmî, di 8-9 10-11’ê Îlonê de li Enqereyê konferansên ji jin û heyetên mixalif pêk dihat li dar xist. Di konferansan de gelek mijarên wekî mekanîzmayên ku partiyê nebûna wan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser civakê hate nirxandin. Piştî konferansan wê di 15'ê Cotmehê de 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne.
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar derbarê konferansê û plansaziya pêşerojê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
 
2 hezar civîn hatin lidarxistin
 
 
Çîgdem di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêvajoya piştî hilbijartinê û pêşxistina rexne û rexnedayînê: "Em pêjajoya rexne û rexnedayînê bi hilbijartina gulanê re digirin dest. Hilbijartina 14 û 28'ê Gulanê ji bo siyaseta me û partiya me divê baş bê nirxandin û ev hilbijartin ji me re derfetek afirand. Lewaziya partiya me ya bi gel re, navendîbûn, burokrasiya zêde, kêmasiya îdeolojîk, serdestiya zihniyeta mêr û bandorên ku li ser partiya me û xebata me hişt, em neçar kirin ku em vê pêvajoyê bimeşînin. Di vê pêvajoyê de me bi qasî 2 hezar civînên gel û bi deh hezaran kesî re hevdîtin kir. Bi rastî ev pêvajo bi xwe pêvajoyeke pir pêşeng bû ku me hem kêmasiyan dît û hem jî bersiva serdema nû da, hem jî ji bo serdema nû siyaset hilberand û siyaset kir."
 
Pêvoja rexne û rexnedayînê
 
Çîgdem, diyar kir ku di civînên herîmê de helwesta gel girîng bû û wiha axivî: "Di vê pêvajoya ku piştî encamên hilbijartinê me dest pê kir de tişta herî eşkere ev e; Raya giştî jî bi qasî me xwest pêvajoyeke rexne û xwerexnekirinê bê meşandin. Ji bo me destwerdana demokratîk a gelê me bû û gelekî watedar bû. Dema ku em hatin ba hev, me bi wêrekî karîbû bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re li qadên vekirî hemû pêvajoyê nîqaş bikin. Pêvajoyeke wisa bû ku me rexneya herî zelal û tund girt û di vê çarçoveyê de jî me xwe rexne kir. Ev tê wê wateyê ku gel tevî hemû zext û polîtîkayên mêtingeriyê vê partiyê, vê paradîgmayê hembêz dike. Em ji vê pêvajoyê bi hêztir derketin."
 
Gelek mijar hatin nirxandin
 
Çîgdem, daxuyand ku di konferans û civînan de gelek mijar hatin niqaşkirin û nirxandin û wiha bi lêv kir: "Mijara herî bingehîn kêmasiyên ku me di bicihanîna pêdiviyên siyaseta demokratîk a ku me îdîa dikir de dît. Ger em sedsala ku li Tirkiyeyê li pey xwe hiştiye bidin ber çavan, ji pêvajoyên hilbijartina namzetan bigire heta polîtîkayên me yên tifaqê, herêmîkirina siyaset û birêxistinkirina civakê, li dijî şerekî bêdawî meşandina pêvajoya aştiyê ya bi bandortir, li dijî şerê bêdawî meşandina têkoşîneke bi bandortir. Tecrîda ku li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, me gelek mijarên ku li dijî qeyrana aborî û xizaniyê têkoşîneke bi bandortir tê meşandin, ku hemû beşên civakê tê de wekhev in, nîqaş kirin. Me ev yek bi hev re nîqaş kir, li ser rêbazên ku gelê xwe xwestiye axivîn û me pêvajoyek ku me dît heta niha em dikarin çi bikin û çi nekarîn bikin." 
 
'Baweriya gel bi guherînê heye' 
 
Çîgdem di axaftina xwe de bal kişand ser xebat û pêvojayo guherînê û got: "HDP û partiya me xwedî mîrateyeke dîrokî ye. Li Enqerê li ser maseyekî nehatiye avakirin. Yek ji rewşên ku me herî zêde wate da vê hilbijartinê jî guhertin û veguhertina demokratîk bû. Çend di hilbijartinê de em negihiştin armanca xwe jî lê di konferansa giştî û jinê de derket holê ku têkoşîna ku nîvco mayî divê bê temamkirin û mezinkirin. Di delegasyona ku tevlî konferansê bû de derket holê ku divê pevajo de vîneke xurt derketiye holê. Ji sala 2015'an heta niha dewlet li hemberî HDP'ê planeke têkbirinê bi rêvedibe. Tayînkirina qeyûman, Doza Kumpasê ya Kobanê, girtina partiyê, binçavkirin û girtina siyasetmedaran hwd. li hember baweriya gel a guherînê nabe asteng. Baweriya avakirina aştiyê hêj zîndî ye û em bi wan hestan dê kongreya xwe li dar bixin."
 
Rêya 3'yemîn
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem, daxuyand ku bi her avayî derket holê ku ji bo Tirkiyeyê siyaseteke demokratîk divê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di hilbijartina giştî û serokkomariyê de HDP'ê û Partiya Çep a Kesk bû xeteke hêviyê. Ev tişt ji bo me rêya 3'yemîn e. Ji sedî 48 ji bo me tê wateya ku nîvê civakê gotiye 'Na' û li dijî rêjimê derketine. Em ê bi vê biçin kongreya xwe. Serkeftina HDP'ê ya sala 2015'an, nîşan da ku li Tirkiyeyê dikare siyaseteke nû bê meşandin. Ev tişt bû sedema êriş û têkbirinê. Ev tişt li hemberî vîna gel pêk hat. Îro Partiya Çep a Kesk dê rêwitiya siyaseta demokratîk bidomîne. Em ê berpirsiyariya xwe ya li hemberî daxwazên civakê pêk bînin, têkoşîna xwe ya ekolojîk, kedê û aştiyê bidomînin û li dijî polîtîkayên tecrîdê berxwedana xwe mezin bikin. Rêxistina me, kongreya me û polîtîkayên me nîşanî me dide ku em ê bi hêztir bimeşin."
 
Çîgdem di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Weke Partiya Çep a Kesk, em bi îdiayeke mezin ya guhertin û veguhertin diçin kongreyê. Em bang li hemû pêkhateyên civakî dikin ku beşdarî vê pêvajoyê bibin."