'Zarokên mexdûrên erdhejê dizewicinin'

  • 09:03 14 Îlon 2023
  • Rojane
 
SEMSÛR - Sevgî  Demîr a li Semsûrê piştî erdhêjê bi zarokan re wek dilar xebitî û diyar kir ku li herêmê zarokên keç tên zewicandin û zarokên penaberan li herêmên edhêjê zêdetir bi newekheviyê re tên rû hev.
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş erdhêja pêk hat bandor li 11 bajaran kir û bandora erdhêjê hîna didome. Dildara Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan Sevgî Demîr, der barê bandora erdhêjê ya li ser zarokan de axivî.
 
Sevgiyê da zanîn ku piştî erdhêjê tevli Tora Rêveberiya Krîzê bûye û hatiye bajar û got: “Ewil ji ber hinek sedeman nikaribûm bêm herêmê. 3-4 meh piştî erdhêjê hatime.  Ez bi Tora Krîzê re ketim têkiliyê û fêr bûm ku hewcedarî gelek zêdeye. Ez jî wek didar hatim. Min hewl da ji bo zarokan piştgiriya xwe bidim.”
 
'Zarok ji ber ava qirêj nexweş ketin'
 
Sevgiyê balkişand ser kêmasiyên zarokan û got: “Gelek mafên wan tên binpêkirin. Ev ji bo me çavdêriyek krîtîk bû.  Di alî tendurîtstî, perwerde û gelek mijarên din de kêmasiyên zarokan heye. Gelek kêmasî hene. Tiştên ji destê me hatin me kir lê hîna jî hene. Her kes mixabin ne li qadan bû. Qad vala mabûn.  Zarokan bi ava qirêj dilîstin.  Ava qirêj vedixwarin. Ji ber vê jî her tim nexweş diketin.”
 
'Karkeriya zarokan dest pê kiriye'
 
Sevgiyê bi lêv kir ku ji ber zarok naçin dibistanan rîsk jî  rû didin û got: “Zarok wek karkerên înşat, tekstîlê dixebitin.  Zarok madeyên hişbirê bi kar tînin. Ev bi zarokan re tê dîtin. Em çiqas piştgiriya psîkososyal bidin jî  li qadê STK, aktîvîst kêm bûn. Dewletê di vê mijarê de tû tiştek nedikir. Ji bo şertên perwerdê pêk bê me gelek caran bang kir lê veger tûnebû. Zarok naçin dibistanan. Me hewl da em li vir qadên lîstikê ava bikin lê venebûn. Divê piştgiriya psîkososyal bê dayîn. Me kêmasiyên vê pir jiyan. Em hîna jî hewl didin lê em têr nakin.”
 
'Zarokên penaber nikarin biçin dibistanan'
 
Sevgiyê balkişand ser rewşa zarokên penaber û daxuyakirin ku dibistan hatine vekirin lê mixabin zarokên penaber ji derveyê vê pêvajoyê dimînin û li hember zarokan nêzîkatiyên nîjadperest tên nîşandan. Sevgiyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Hem ji ber rewşa aborî hem ji ber şert û mercan û hem jî ji ber dewlet derfetan nade zarok ji perwerdehiyê bêpar dimînin. Zarokên keç tên zewicandin an jî di karên cuda de tên xebitandin. Hêviya zarokan tûneye. Tişta ez dibinim li Semsûrê der barê pêşeroj û perwerdehiyê de hêviya zarokan tûneye.”
 
Sevgiyê axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: “ Zarok tên îstîsmarkirin, dê û bavê wan tûndiyê li wan dikin. Tevî evqas binpêkirina maf dewlet deng nake. Zarok wek zarokan ne dikarin bilîzin ne dikarin perwerdehiyê bigirin. Gelo wê kî van valahiyan bigire? Tû dewletek evqas mezinî, tû heye lê di piratîkê de tû tûne yî. Penaber nikarin xwe bigihînin derfetên tenduristiyê. Zivistan li pêş me ye. Wê rojên zehmet bên jiyîn.  Hêvîdarim tedbîr bên girtin lê qet bawer nakim.”