Bi hinceta 'ewlehiyê' gund tên valakirin

  • 09:04 13 Îlon 2023
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin 
 
WAN - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Wanê Gulderen Varli, derbarê operasyonên leşkerî de axivî û bi lêv kir ev êriş berdewamiya polîtîkayên salên 90’î ye û got: "Çend rêbazên êrişan diguherin jî ji bo me tişta neguherî jî, berdewamkirina têkoşînê ye."
 
Li gundên Kurdistanê bi hinceta “ewlehiyê” operasyonên leşkerî tên kirin. Di encama wan operasyonan de welatî tên tehdîtkirin, koçberî li wan tê ferzkirin û cih û war tên texripkirin. Ev kiryarên ku tên kirin jî bêceza dimînin. Herî dawiyê li Qelqelî, Farqîn, Gever, Tetwan û Xîzanê operasyonên leşkerî pêk hatin û îşkence li welatiyan hatin kirin. Derbarê mijarê de parlamentera Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) a Wanê Gulderen Varli ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
 
‘Di bin navê ‘ewlehiyê’ de gund tên valakirin’
 
Gulderen, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên li hemberî kurdan a ku sed sal in tê meşandin û got: "Îro jî li Kurdistanê gund û bajar tên valakirin. Di bin navê ‘ewlehiyê’ de ji zozanan dest pê valakirinê dikin û heta gundan û bajaran ve diçin. Di dema valakirinê de îşkence li gundiyan dikin û gundiyan tehdît dikin. Ev polîtîka sed sal in tu tiştî bi dest nexistiye. Ligel vê yekê dijminatiya xwezayê jî dikin. Îktîdar polîtîkayên cûda dide pêşiya xwe û dixwaze gundan vala bike. Lê em wek Gelê Kurd vê yekê qebûl nakin. Di heman demê de em ê li hember vê îşkenceyê bisekinin. Dema ku gelê me xwedî gund û zozanên xwe derbikevin dê tu kes nikaribe me ji welatê me derbixe.”
 
‘Kiryarên salên 90’î nehatin cezakirin' 
 
Gulderen, destnîşan kir ku polîtîkayên salên 90’î îro bi awayek cuda tên meşandin û bi bîr xist ku di salên 90’î de bi hezaran welatî hatin windakirin, îro dayikên wan kiryarên zarokên xwe digerin û wiha pê de çû: “Ger ku kiryarên wan bihatana dîtin û cezakirin dê îro welatî bi îşkence û êrişan re rû bi rû nediman. Dê li Qelqelî, Farqîn û bajarên din bûyerên bi vê rengî nedihatin jiyîn. Wezîrê Karê Hûndir ê berê Suleyman Soylu bi her awayî êriş û zilmê li Gelê Kurd kir. Her gav faşîzmê pêş xist û digot 'Ez di vî karî de baştir im.' Soylu her tim di rûpela xwe de kirinên xwe parve dikir. Wezîrê Karê Hûndir ê niha jî li ser dijminatiya kurdan û faşîzmê xwe ava dike.”
 
‘Tişta ku tu carî neguherî têkoşîn bû’
 
Gulderen, da zanîn ku çend îktîdar diguherin jî sedsal in ev îşkenceya li hemberî kurdan berdewam kiriye û wiha axivî: “Lê ji bo me tişta neguherî jî, me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Ji ber vê têkoşînê jî her zilmê didomînin. Li hemberî wan polîtîkayên sedsalî têkoşîneke me ya 50 salî heye. Çi dibe bila bibe em gelekî mafdar in. Li gundan operasyon ji bo kuştinê tên kirin û îşkenceyê li gundiyan dikin. Piştre ji xwe re dibêjin ‘Ez dewleteke ol im’. Lê di olê de li ser bedena mirovan îşkence nayê kirin. Ev kirinên wan ne qebûlkirina kurdan e.”
 
‘Divê em bibin yek' 
 
Gulderen, bi lêv kir ku di bin navê “ewlehiyê” de konsepteke şer a cûda tê meşandin û got: “Dibe ku reng, şeklê êriş û zilmê guherîbe, lê îro ev yek bi awayeke cûda berdewam dike. Her wiha îro kesên ku aştî, azadî û wekheviyê dixwazin dijminatiya wan jî dikin. Kî daxwaza xwe dibêje jê re dibêjin 'terorîst'. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe her tim zilmê li kurdan dike. Lê em jî tevgereke gel in. Li hember van kirinan em dikarin dengê xwe bilind bikin. Li hember van polîtîkayan ji bo ku em dengek mezin derbixin divê em bibin yek. Li Farqîn û Qelqelî tundiya ku kirin, peyamek gelek mezin e. Ger em bibin yek em dikarin dengê xwe bilind bikin. Divê em xwedî jiyana xwe derbikevin.”