Ji bo Abdullah Ocalan kampanya tê destpêkirin

  • 09:05 12 Îlon 2023
  • Rojane
 
Dîlan Babat /Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku armanca kampanyaya  wan a ku wê di rojên pêş de li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  bidin destpêkirin  tenê ne ji bo rakirina tecrîdê ye û di heman demê de ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. 
 
Partiya Çep a Kesk di navbera 10-11'ê Îlonê de li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet konferansa xwe ya mezin bi dirûşma "Bi guhertinê Ber bi Azadiyê" li dar xist. Bi Konferansa ku 800 delege tevli bûn û civên ku hatin kirin re konferans bi  biryarên girîng bi dawî bû. 
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Edeneyê Tûlay Hatîmogûllari têkildarî konferansa ku li dar xistin û kampanyaya ku wê di dema pêş de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidin destpêkirin de nirxandin kir.
 
'Plana qirkirinê hîn aktîf e'
 
Tûlay, anî ziman ku wan weke Partiya Kesk a Çep konferansên gelekî girîng li dar xistin û diyar kir ku hêviya wan a herî mezin di konferansan de ew e ku li hemberî rewşa siyasî ya civakê li ser xeta berxwedanê ya topyekûn rawestin. Tûlay got, “Yek ji mijarên me yên sereke jî mijara tecrîdê ye. Rejîma yekmêrî ku Tirkiyeyê rêve dibe, ji rejîma dîktator a faşîst nikarin cuda bigirin dest. Di vê guhertina rejîmê ya di bin rêveberiya hikûmeta AKP’ê de jî me dît ku polîtîkaya dewletê ya li ser pirsgirêka Kurd bi heman zihniyetê didome û neguheriye. Piştî peymana Dolmabahçeyê hem li ser xaka Tirkiyeyê, hem li Sûriyeyê, Iraq, Îran û li çar parçeyên Kurdistanê plana qirkirina gelê Kurddidome. Beşek ji vê qirkirinê jî zextên giran ên li ser girtiyan û tecrîda li Îmraliyê ye.”
 
Armanc azadiya fîzîkî ya Ocalan e
 
Tûlayê, anî ziman ku yek ji encamên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rewa girtîgehan e û got, "Zextên vê rejîmê girtîgeh veguherandine navenda îşkenceyê. Zextên li derve her ku zêde dibin, bandora xwe li girtîgehan dikin û şîdeta li girtîgehan 3 qatên xwe zêdetir dibe. Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên girtîgehan; destûr nayê dayîn ku Ocalan û girtiyên pê re bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ev pêkanîn di hiqûq şer de jî tune ye. Li girtîgehan kiryarên derqanûnî yên wekî şewitandina înfazê û lêgerîna dev tên kirin. Doza girtina  HDP’ê û krîmînalîzekirina siyaseta me ya demokratîk rasterast bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ji bo bi dawîkirina tecrîdê û zextên li ser girtiyan. Bi dawîkirina tecrîdê hem daxwaza partiyên siyasî yên demokratîk û hem jî daxwaza malbatên girtiyan e.  Bi van hemûyan re, em jî plan dikin ku di dema pêş de kampanyayekê bidin destpêkirin lê me hurgiliyên wê tam niqaş nekirin.  Armanca sereke ya kampanya me; “Şikandina tecrîdê û daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocal e.
 
'Starta kampanyayê wê di rojên pêş de bê dayîn'
 
Tûlayê diyar kir ku îqtîdarê sererastikirinek din a înfazê kiriye lê hîna naveroka wê ne zelal e û ev tişt got:  “Dema rêziknameya berê ya înfazê hat Meclîsê, me diyar kir ku divê girtiyên siyasî jî ji rêziknameyê sûdê bigirin. Di serdema nû ya komarê de xistina rojevê ya efuyekegiştî ji bo siyasiyan pir girîng e. Girînge ji bo ku rê  li ber aştiya civakî bê vekirin û di sedsala duyemîn a komarê de li Tirkiyeyê deriyên demokratîkbûyînê bên vekirin. Bidawîkirina zextên li ser Birêz Ocalan tê wateya vekirina deriyên xeta aştiyê ya bi rûmet a di pirsgirêka Kurd de bi diyalog û aştiyê. Hem bidawîkirina şer li Tirkiyeyê û hem jî derbasbûna Tirkiyê bo roleke din di şerê li Rojava de girîng e. Li Rojava xitimandinek mezin heye û sedema vê jî neçareseriya pirsgirêka Kurd e ku ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve nayê çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya vekirina deriyê aştiyê hem li Tirkiye û hem jî li Rojhilata Navîn. Em ê vê kampanyayê bi yekitiya hemû hevkaran bidin destpêkirin.”
 
'Aliyekî vê kampanyayê parlamento yê din jî kolan e'
 
Tûlayê destnîşan kir ku pêvajoya siyasî  ya ew tê re derbas dibin wê nexşerê diyar bike û got ku li Tirkiyeyê dîktatoriyeke faşîst hatiye avakirin û encamên hilbijartinên ku AKP'ê bi seferberkirina hemû saziyên dewletê bi dest xistiye, nirxand. Got ku AKP wê di serdema nû de hegemonyayeke îdeolojîk ava bike û hewl dide rejîma xwe mayînde bike. Tûlayê wiha dirêjî da axafitna xwe, “Vê hilbijartinê nîşanî me da ku nîvê welat li dijî vê rejîma heyî ye. Ji bo kesên li dijî rejîmê ne girîng e ku li ser bingeheke demokratîk tifaqa herî berfireh pêk bînin. Wek Partiya Çep a Kesk; di dema pêş de em bi biryar in ku li Tirkiyeyê bi hemû mijarên siyasî û dînamîkên civakî re li dijî faşîzmê xeta têkoşînê pêş bixin. Biryarên me yên ku di konferansa me de derketine holê dê vana nîşan bide.  Di dema pêş de em ê li ser bingeheke yekgirtî, demokratîk li dijî faşîzmê xeteke xurt a têkoşînê bimeşînin. Ev xeta têkoşînê hemû hêzên civakî di nav xwe de dihewîne. "Aliyekî vê kampanyayê dê Meclis be û aliyê wê yî din jî dê kolan be."