Dayikên Şemiyê dev ji Qada Galatasarayê bernadin

  • 14:03 9 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Dayikên/Mirovên Şemiyê ligel astengiyan ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Li hemberî dorpêç û binçavkirinan bertek hatin nîşandan. 
 
Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê tên cem bahev çalakiya xwe ya 963’yemîn li dar dixin. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî çalakiya Dayikên Şemiyê bi hinceta biryara “qedexe” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê tê astengkirin. Vê hefteyê jî polîsan hemû kolanên navberê ku derdikevin qadê bi bariyeran girtin. 
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê, parazvanên mafên mirovan, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Mûsa Pîroglû û parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik jî di nav de gelek kesên ku xwestin ji Cadeya Îstîklalê ber bi Qada Galatasarayê ve biçin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di vê navberê de rojnamevanên ku xwestin çalakiyê bişopînin bi mertalên polîsan ji qada çalakiyê hatin dûrxistin. 
 
Kurê Fehmî Tosûn ê di bin çavan de hate windakirin, Alî Tosûn ê derveyî dorpêçê bertek nîşanî tiştên qewimîn da wiha got: "Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî çalakiya me dibêje 'binpêkirin heye', dozgerî dibêje 'hewcehî bi peyketinê nîne' lê polîs li vê derê bi awayekî bêhiqûqî hewl dide çalakiya me asteng bike. Weke ku du dewlet hene li vî welatî." Tosûn piştî berteka xwe nîşan da ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û ber bi wesayîta binçavkirinê ve birin. 
  
Rêvebera Şaxa ÎHD'a Stenbolê Meryem Bars, ji ber dorpêç dirêj bû, bêhna wê çû. Tevî ku Meryem behna wê çû jî polîsan destûr nedan ku derxînin derveyî dorpêçê. Piştî ku demekê hate rawestandin Meryem derxistin derveyî dorpêçê. Meryem piştî demekî dirêj hat serhemdê xwe û ew birin ÎHD'ê. Di vê navberê de polîsan Meryemê heta avahiyê komeleyê şopandin. 
 
Piştî çalakiyê gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hate dîtin ku polîsan dema binçavkirinê de tundî li gelek kesan kir.
 
Di çalakiyê de Hanîfe Yildiz, Masîde Ocak, Gulendam Ozdemir, Hanîfe Yildirim, Gulseren Yolerî, Hatîce Onaran, Newroz Alî Tosun, Mîkaîl Kirbayir, Alî Ocak, Nazim Dîkbaş, Omer Kavran, Denîz Aytaç, Melîke Ersoy, Mete Demîrcîgîl, Davut Arslan, Hunkar Yurtsever, Dogan Ozkan, Cuneyt Yilmaz, Turker Demîrcî, Necf Kuru Arpaçay bi tevahî 20 kes hatin binçavkirin.