Stratejiya dewletê: Tirsandin

  • 09:06 8 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Kesên ku gotine 'em polis in' çûne mal û saziyên 16 rojnamegerên ku sala borî bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatibûn girtin û salek şûnde tahliye bibûn û rojnameger tacîz kirine. Rojnameger Safiye Alagaş der barê mijarê de axivî û da zanîn ku armanca wan ev e ku me bitirsînin û fikaran bi me re çêbikin.
 
Di 8’ê Hezîrana 2022’an de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de 16 rojnameger bi îdiaya endamtiya rêxistinê di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin.Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş ku dosyaya wê ji ya rojnamegerên din hat cudakirin kirin di 15’ê Hezîranê de hat berdan û 15 rojnamegerên din jî di 11’ê Tîrmehê de di runiştina ewil de hatin berdan.  Zext û tacîzê li li  rojnamegeran didome.
 
Safiye Alagaş der barê zextan de axivî û da zanîn ku tevî hemû zextan xebatên xwe didomînin.
 
‘Kesên dibêjin ew polîs in pirsa me dikin’
 
Safiyeyê da zanîn ku  ew mehek beriya 15 hevalên xwe hatiye berdan û da zanîn ku tevî mehek û nîve hatiye berdan kesên ji xwe re dibêjin 'em polîs in' wan tacîz dikin. Safiyeyê wiha domand: “Diçin saziyên me malbatên me û dibêjine 'em polîs in'. Ev kes pirsa me dikin dibêjin ku li vir in   an na, çi karî dikin, dixebitin an na. Ji hinek malbatên hevalên me numareya telefona me xwestine.”
 
‘Armanc zexta psîkolojîk e’
 
Safiyeyê her wiha bi lêv kir ku der barê ku çima polîs wan dipirsin de tu agahiğya wan tûne ye û got ku parêzerê wê ji ser Navenda Ragîhandina Serokomariyê (CÎMER) serlêdan kiriye. Safiyeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Armanca van pêkanînan zexta psîkolojîk e. Em salekê bi awayekî dijhiqûqî girtî man. Di runiştina ewil de em hatin berdan. Salekê em dernexistin dadgehê. Armanca girtina me ev bû ku pêşî li xebatên me bigirin. Tişta niha tê kirin jî ev e.”
 
‘Dixwazin tirs û fikaran bi me re çêbikin’
 
Safiyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kesên ji xwe re gotine ew polîs in  armanca wan ew e ku bi mere tirs û fikaran çêbikin. Ji bo ku di warê psîkolojîk de li me zextan bikin diçin mal û saziyên wan û wiha dawî lê anî: “Çûne cihê karê min lê dizanin ku ez li wir naxebitim. Ji xebatkarê avahiyê re pirsa ‘li vir rudine, çi dike?' Pirsîne. Lê navnîşana min aşkera ye. Çima diçin ji saziya  min dipirsin?Dixwazin hem bi min re û hem jî bi hevalên  min re tirsê û fikaran biafirînin. Ev li dijî xebata min taciz e. Di heman demên de zexta psikolojik a li hember hevalên min e.”