Kampa Havînê bi dawî bû: Guherîn li kolanê pêk tê

  • 09:02 7 Îlon 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - 2’yemîn Kampa Havînê ya Tevgera Jinên Sosyalîst ya bi dirûşma ‘qanûn li kolanan tê nivîsîn berxwedanê mezin bike xwe rêxistin bike’ pêk hat de jinan xwe nas kir û di alî xwebûnê de îrade nîşan dan.
 
Tevgera Jinan a Sosyalîst ya Îzmîrê li Kampa Şaredariya Foçayê 2’yemîn Kampa Havînê ya Jinan pêk anî.  Jinan di kampê de atolye, panel pêk anîn û fîlm temaşe kirin. Jiyana kolektîf hat hûnandin.  Yek ji organîzatora kampê Sîbel Yaşar der barê  kampa bi dirûşma ‘qanûn li kolanê tên nivîsin, berxwedanê mezin bike rêxistin bike’ de nirxandin kir.
 
‘Em bi biryarên nû ji kampê vegeriyan’
 
 Sîbelê da zanîn ku sala borî kampa yekem li Karaburun pêk anîne û biyara avakirina yekîneyeke jinê û li taxa Guzeltepe ya navçeya Çîglî jî avakirina Komeleya Piştevaniya Jinan a Guzeltepe dane û ev biyar îsal pêk anîne. Sîbelê bi lêv kir ku îsal jî bi biryarên nû ji kampê veqetiyane û wiha vegot: “Li gorî sala borî tevlibûn zêde bû.  Em vê wek destkeftî dibinim. Me berjewendiyên kapîtalîzmê vegotin. Em hemû heman pirsgirêkan dijîn. Em bi du wesayîtan çûn û bi jinan re li qadê hatin gel hev.”
 
Jiyana kolektîf hat hûnandin
 
Sîbelê her wiha destnîşan kir ku li kampê xebatek kolektîf hatiye meşandin û got: “Me konên xwe bi hev re ava kirin. Me xwarina xwe bi hev re çêkir, çaya xwe bi hev re dem kir. Piranî jin bi zarokên xwe re hatibûn. Em bi hev re bi zarokan re eleqeder bûn.  Di kampê de jinan destê xwe dan hev û ji nêz ve hev nas kirin. Me di vî alî de atolya merhaba pêk anî. Me bi atolyeya dirûşmeyê jî daxwazên jinan, nerazîbûnên wan û gotinên wan ên li ser sosyalîzmê derxist holê. Di panela ‘ya tê jiyîn şoreşa jinê ye’ de, bandora kapîtalîzmê ya li ser jinan, rolên zayendî yên li jinan tên ferzkirin û berxwedana jinan a li dijî  van nîqaş kir. Mînaka herî xweş Kobanê bû. Jin ji malbata feodal derxistin û li dijî DAIŞ’ê berxwedanek mezin meşandin û hîna jî didomînin. Ev şoreşa wek şoreşa jinê tê vegotin, îfadeya şênber ya wêrankirinê bû. Me ji jiyanên xwe jî mînak dan. Jinan piştgirî dan. Me li ser çapemenî û jinên panel pêk anî. Me nêrîna çapemeniyê ya der barê jinan de nirxand.”
 
‘Jinan xwe nas kir, xwestin bibin kirde’
 
Sîbelê daxuyakirin ku atoleyayan bandorek erênî li jinan kiriye û wiha dirêjî daye: “Me bi Mehtap Alîşan re atolya tevgerê pêk anîn. Me  hewl da jin bedena xwe nas bikin. Me ji jinan pirsî kamp çawa derbas dibe. Kêfxweşiya xwe anîn ziman. Heta kampa zivistanê jî pêşniyar kirin. Ji bo atolyeyan tevlibûn kêm be jî ji bo panelan zêde bû. Ev ji bo me daneyek girînge. Me fîlm nîşandan.”
 
‘Guherîn li kolanê pêk tê’
 
Sîbelê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibêjin ‘qanûn li kolanan tê nivîsin, berxwedanê mezin bike xwe rêxistin bike’. Em vê bi israr dibêjin. Heta ku hinek tişt biguherin. Tu tişt hema wisa nayên ber mirov. Divê em jin dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê em jinan vedixwînin kolanan. Em neçarin piştevaniyê mezin bikin. Guherîn li kolanan pêk tê.”