'Heta tecrîd neyê şikandin tu çareserî ne pêkan e'

  • 09:09 6 Îlon 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Rêvebera MATUHAYDER’ê Sebat Karul da zanîn ku 30 meh in  tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got yek gotineke Abdullah Ocalan wê ji bo gelan çareserî be û wiha got: “Ger em bixwazin azadî û aramî bê vî welatî, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin. Ez banga têkoşîna topyekun li hemû kesî dikim.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan 24 sale li Îmraiyê di bin tecrîda giran de ye û 30 mehe tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ku bi armanca hevdîtinê tên kirin, tê redkirin û ne bersivek erênî ne jî ya neyînî tên dayîn. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû aliyên civakê jî kiriye. Li girtîgehan jî bandora tecrîdê bi her awayî tê hîskirin. Mînaka dawî li girtîgeha Tîpa L ya Erzînganê hat jiyîn. Girtiyê nexweşê giran Şakîr Turan yê 70 salî li nexwşxana dihat dermankirin jiyana xwe ji det da. Li aliyê din ji bo tecrîda li Îmraiyê bê şikandin gel di têkoşîna xwe de bi biryare.
 
Rêvebera Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Marmarayê (MATUHAYDER) Sebat Karul, der barê tecrîda li Îmraliyê û bandora wê ya li girtîgehan de axivî.
 
Daxwaza girtiyan ev e ku xwe bigihînin mafê tenduristiyê
 
Sebatê da zanîn ku li girtîgehan bi salan in binpêkirinên mafan tên jiyîn û pêvajoya dawî de ev gihiştiye asta herî jor û wiha domand: “Li dijî van polîtikayan meşandina têkoşînê peywireke mirovahiye. Ji bo vê hewce pê tûneye ku mirov xwedî nasname an jî îdeolojiyekê bin. Li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan hene. Divê mirov tenê di aliyekê de nenêrin. Li aliyê din jî di salên dawî de gelek cenaze ji girtîgehan derketin. Herî dawî li girtîgeha Tîpa L ya Erzînganê  girtiyê 70 salî Şakîr Turan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Divê mirov li înfazên tên taloqkirin binêrin. Ev kes tevî nexweş bû înfaza wî hat taloqkirin. Girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê. Malbat div dî alî de daxwazan dikin û bi vî awayî rastî dertên holê.”
 
Ji bo şikandina tecrîdê têkoşîna topyekun
 
Sebatê destnîşan kir ku ger saziyên civaka sivîl û parêzvanên maf bertek nîşanê binpêkirinên maf yên li girtîgehan bidin wê encam bê girtin û got pirsgisrêk wê bi têkoşîna yekbûyî bê çareserkirin. Sebatê axaftin xwe wiha domand: “Ev binpêkirin girêdayê tecrîda Îmraiyê ne. Tecrîda  li ser birêz Ocalan bandor li ser hemû girtîgehan û gel kiriye. Li dijî polîtîkayên tecrîdê têkoşînek topyekun pêwiste.”
 
‘Dixwazin Gelê Kurd ji rêberê wan dûr bixin’
 
Sebatê her wiha daxuyand ku pêvajoya çareseriyê de yek gotinek Abdullah Ocalan wê azadiyê bîne û di vê mijarê de jî wiha vegot: “Yek gotinek Abdullah Ocalan wê çareseriyê bîne. Ev jî ne li gorî hesabê dewletê ye. Ger em bixwazin aramî bê vî welatî divê terîda li ser Ocalan bê rakirin. Ev mafdekî gerduniye. Di vir de dijminahiyeke mezin a li hember gel heye. Diwazin Gelê Kurd ji rêberê wan dûr bixînin.”
 
Gel Kurd tu û carê  şûnde gav navêt… 
 
Sebatê diyar kir ku pereyê li şer tê xerckirin divê ji bo tenduristiyê bê xerckirin û wiha daxuyand: “Dewlet bi polîtikayên şer, bi binpêkirinên mafan yên li girtîgehan dixwaze gel ceza bike. Ne pêkane mirov behsa hiqûqê bikin. Ev hiqûqa dijminahiyê ye. Divê  hemû mirovahî ji bo girtiyan têbikoşin. Divê ji bo girtiyên nexweş têkoşîn bê mezinkirin. Gelê Kurd tevî êrîşan gav navêjetiye û wê navêje. Ez banga têkoşînê li hemû kesî dikin. Divê parêzvanên maf demildest têkoşînê mezin bikin.”