Nobeda Edaletê di roja 41'ê de ye

  • 15:59 5 Îlon 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar a bi sandalyeya bi tekelik di roja 41'ê de li ber Wezareta Dadê Nobeda Edaletê didomîne, negirtin wezaretê. 
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê Parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê yê parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Riha Ferît Şenyaşar ê ku bi birîndarî ji êrîşan rizgar bû Nobeda Edaletê ya ku ji Rihayê di roja 848'an de biribûn Enqereyê di roja 41'ê de  dewam kirin. 
 
Emîne û Ferît ên bi dowiza "Edalet" çûn ber Wezareta Dadê negirtin hundur. Li ser gotina xebatkarên ewlehiyê ya "wezîr ne li vir e" Emîne û Ferît vegeriyan.