'Em ê mafên xwe yên hatine xespkirin paşve bigirin'

  • 09:04 5 Îlon 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Aktîvîsta TJA'yê Tuba Ulu, anî ziman ku fikara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a derbarê azadiya jinê d wê di hilbijartinên herêmî yên 2024'an de destkeftiyên xwe hîn zêdetir bikin û got, "Em ê di hilbijartinên herêmî de têkoşîna jinê bi awayekî herî baş bimeşînin. Em ê destkeftiyên xwe yên hatine xespkirin paşve bigirin. "
 
 Piştî ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di navbera salên 2016-2019’an de îradeya gel desteser kir, bi qeyûman re feraseta şaredariyê ku gelek destkeftiyên jinan tê de hatin desteserkirin pêk anîn. Jin bi rêxistinbûn û têkoşîna xwe ya li dijî van êrîşan re xwe amade dikin ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2024’an de reng û dengê xwe nîşan bidin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Tuba Ulu, polîtîkayên qeyûman û hilbijartinên herêmî yên 2024’an ji ajansa me re nirxandin.
 
Êrîşa îdeolojîk: Qeyûm!
 
Tûbayê bi bîr xist ku piştî qeyûmên ku di salên 2016 û 2019’an de hatin wezîfedarkirin, li şaredariyan pêşî li saziyên jinan û destkeftiyên wan hat girtin û got, “Pêvajoya hevserokatiyê di sala 2014’an de dest pê kir û cara yekê di 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin.  Me gelek destkeftiyên jinên ên wekî  komeleyên jinan, navendên jiyanê û Muduriyetên jinan desteser kirin. Ev destkeftî bi tayînkirina qeyûman re hatin  hedefgirtin. Ev derbeyek li hikûmeta herêmê bû." Tûba da zanîn ku li dijî destkeftî û destkeftî û saziyên jinên Kurd li gel qeyûman êrîşeke îdeolojîk hat kirin û got, “Jinan li navendên jiyanê yên ku şaredariyên me vekirin, jiyaneke nû ava dikirin. Ev sazî dema ku vekirî bûn jinên şîdet li wan dihat kirin serî li wan didan. Lê piştî qeyûman ev sazî yan hatin bêbandorkirin yan jî hatin girtin. Ji ber vê yekê  tundiya mêr li hemberî jinê her ku çû zêde bû. Vê jî nîşanî me da ku stargehên jinan ên ji aliyê pergalê ve hatine vekirin nebûne çareserî û jin neparastine."
 
'Fikrên Birêz Ocalan gelek girîng in'
 
Tubayê, anî ziman ku siyasetmedar û parêzer Aysel Tûglûk a di girtîgehê de bi nexweşiya demanceyê ket, di sala 2004'an de bû hevserok û di heman salê de nûnertiya wekhev a şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk hat û got:,"Ji pêvajoyê, armanc ew bû ku destkeftiyên jinan zêdeti bikin. Nûnertiya wekhev û hevserokatî bû sedem ku rêveberiyên jinan, mudiriyetên jinan, navendên jinan û meclîsên jinan bên vekirin. Jin bi pergala hevserokatiyê xwe nas kirin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje 'di pêvajoya avakirinê de ya ku xweşik dike, estetîk dike û nêrînê diafirîne jin e.' Em jî vê rast dibînin û jiyanî dikin.  Di vî warî de nêrîna Birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e û di warê têkoşîna jinê de  roleke mezin dilîze."
 
Polîtîkayên talanê yên li dijî şaredariya şefaf!
 
Tubayê li ser pergala rêveberiyên herêmî ya ku jin dixwazin biafirînin jî axivî, her wiha bal kişand ser wê yekê ku hikûmet li hemberî vê pergalê polîtîkayên şer roj bi roj kûrtir dike. Tûbayê wiha dewam kir “Têgihiştina me ya ji şaredariyê, şaredariyeke şefaf e ku xweza, ekolojî û şeklê rêveberiya ku gel tê de xwe biparêz e ye.  Lê pergal xwedî polîtîkaya şer e. Daxwaza wan a tunekirina gelan û pêşkêşkirina wan a ji xwezayê ji rantê re heye. Vê jî bi rêya şaredariyan dikin. Siyaseta şer hem li herêmê hem jî bi giştî tê sepandin. Keya bi dînamîkên herêmî yên ku endamên meclîsê  ne polîtîkayên xwe dikin dewerê.
 
'Em ê mafên xwe yên hatine xespkirin paşve bigirin'
 
Tûbayê diyar kir ku jin bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe didomînin û got, “Em ê nehêlin destkeftiyên me bên desteserkirin. Bi qasî ku di sala 2019’an de me destkeftî bi dest xistin em ê bikevin pêvajoya 2024’an. Em ê mafên xwe yên desteserkirî paşve bigrin. Me tu carî hêza xwe winda nekir, em bi heman enerjiyê berdewam dikin. Em di pêvajoyeke girîng re derbas bûn, lê hêza me neguherî, berovajî vê em bi hêz bûn. Di hilbijartinên herêmî de em ê profîla jinên bi hêz bi awayekî herî baş derxînin holê."
 
'Di rêveberiyên herêmî de cihê xwe bigirin'
 
Tûbayê da zanîn ku tevgera jinên Kurd di van 40 salan de bi bedelên giran destkeftî bi dest xistine û got, “Jin dê bi rola ku destkeftiyên nû li destkeftiyên xwe yên berê zêde bikin rabin û  dê di hilbijartinên xwe cihî de  rola xwe bilîzin. Em jin jiyanê xweş dikin. Ji ber vê yekê divê em jin di rêveberiyên xwecihî de bi awayekî aktîf cih bigirin. û li paş nemînin.”