Zeytin Satici: Têkoşîna li girtîgehê sekna jina kurd e!

  • 10:45 4 Îlon 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
KOCAELÎ - Zeytin Satici ya piştî 7 salan ji Girtîgeha Kandirayê hat tehliyekirin wiha got:"Têkoşîna li girtîgehê sekna jina kurd e ! Li girtîgehê em jin îradeyê ava dikin. Girtîgeh tenê azadiya me ya fîzîkî asteng dike. Lê belê nikara fikir û birdoziya me hepis bike. Me jinan girtîgeh veguhert îradeyê."
 
Zeytin Satici, di 1981'ê de li Gundê Katûne yê Şemzînana Colemêrgê ji dayik bû. Di 2017'an de li Mêrdînê hat binçavkirin û piştre hat girtin. Bi îddiaya "xerakirina yekîtiya dewletê","endamtiya rêxistinê" 7 sal ceza lê hat birîn. Zeytina berê li Mêrdînê hat girtin piştre surgunî 1'emîn Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê hat kirin. Zeytina ev 7 sal in girtiye divê 6 meh berê bihata tehliyekirin lê belê rapora Lijneya Çavdêrî û Îradeyê wekî hincet hat nîşandan û înfaza wê hat taloqkirin. Zeytina 42 salî ye bi kelecan û serhildana xwe ya feyzê dide jinê do ji Girtîgeha Kocaeliyê hat tehliyekirin. Zeytinê ji aliyê hevalên xwe yên jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hat oxirkiin û ji aliyê malbata xwe, rêxistinên civaka sîvîl ve bi çepikan hat pêşwazîkirin. 
 
Zeytina birdoziya xwe ya li dijî polîtîkayên tecrîdê her tim mezin kir, qada girtîgehê bi felsefeya xwe ya jiyanê veguhert têkoşînê hestên xwe ji JINNEWS'ê re rave kir. 
 
Girtîgeh veguhertin qadên têkoşînê
 
Zeytinê da zanîn li dijî hemû polîtîkayên tecrîdê serhildan bi destên jinan hatiye honandin û wiha pê de çû:"Wateya girtîgehê ji bo kesan û civakê îrade ye. Divê em li ser vê bingehê girtîgehan bigirin dest. Kesên di girtîgehan de xwedî îrade ne. Her çiqas bê xwestin kesên di girtîgehan de ji civakê bên dûrxistin jî lê belê me bi têkoşîna xwe girtîgeh veguhert qadê jiyanê. Çimkî em wateya yekîtî û têkoşînê li jiyanê bar dikin. Girtîgeh îradeyeke çawa divê li hemberî sîstemê derkeve pêş nîşanî me dide."
 
'Birdoziya me îradeya me ye'
 
Zeytinê bal kişand ser têkoşîn û îradeya jinên girtî û wiha got:"Em serhildana li girtîgehan û îradeya jinên girtî tîn ber çavên xwe û li ser vê bingehê nêz dibin. Sîstem êrişî jinên xwedî îrade dike û wan dixe girtîgehê. Lê belê jin li girtîgehan têkoşîna xwe mezintir dikin û derdikevin. Li vir rihê girêdana jinan a bi hev re derdikeve holê. Mezin dibe. Têkoşîna li girtîgehê sekna jina kurd e ! Li girtîgehê em jin îradeyê ava dikin. Girtîgeh tenê azadiya me ya fîzîkî asteng dike. Lê belê nikara fikir û birdoziya me hepis bike. Me jinan girtîgeh veguhert îradeyê."
 
Ji jinan hêzê digirin û serhildanê dihonin
 
Zeytinê da zanîn ji bo wan li girtîgehê demeke bi kelecan û coş derbas bûye û wiha lê zêde kir:"Em ji xweliya xwe dîsa çêdibin. Li girtîgehan sepanên ji bo têkbirina îradeyê di meriyetê de ye. Lê belê em li hember vêya derdikevin û serhildanê dihonin. Ji aliyekî jî dema ez derketim xemgîn bûm. Ji ber min hevalên xwe li dû xwe hişt. Hevalên min ên têkoşînê li wir man. Bi awayekî zehmet derbas bû lê belê me bi hev re têkoşînek dida. Çimkî dema îradeya kesan tune be nikarin li girtîgehan bimînin. Em vê îradeyê diparêzin. "
 
'Wê têkoşîna me mayinde be'
 
Zeytinê da zanîn aliyê wan ê wêrek û girêdana wan wan dike xwediyê îradeyê û got:"Em bi vî rihî û bi vê serhildanê ji girtîgehê derdikevin. Ev îrade û rih ji bo civakê jî pêşengiyek e. Girtîgehê tu carî baweriya me têk nebir. Berovajî vê yekê baweriya me hîn zêde kir. Wê têkoşîna me mayinde be. Têkoşîn bi hezkirin, bawerî û îradeyê mezin dibe. "
 
Têkoşîna li girtîgehê sekna jina kurd e!
 
Zeytinê da zanîn baweriyeke jinên girtî hene û wiha domand:"Felsefeyeke me ya jiyanê heye. Dema em bi vê felsefeyê tev bigerin em wê demê jiyan û baweriyê bi serhildanê mezin dikin. Têkoşîna li girtîgehê sekna jina kurd e! "