Girtiya hat tahliyekirin bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat rêkirin

  • 12:32 3 Îlon 2023
  • Rojane
 
KOCAELÎ - Girtiya bi navê Zeytîn Satici a piştî 7 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kandirayê hat berdan, diyar kir ku hevrêyên wê yên li girtîgehê, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û çepikan ew rê kirine.
 
Zeytûn Satici (42) a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kandirayê ya Kocaeliyê piştî 7 salan hat tahliyekirin. Malbata Zeytînê, hevalên wî û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Marmarayê (MATUHAY-DER) Zeytînê bi kulîlkan pêşwazî kirin.
 
Zeytîn a ku di sala 2017'an de li Merdînê hat binçavkirin û girtin bi îdiaya "xerakirina yekîtiya dewletê" û "endamtiya rêxistinê" 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Zeytîn a divê divê 6 meh berê bihata berdan bi hinceta rapora Lijneya Îdarî û Çavdêriyê înfaza wê hatibû şewitandin.
 
'Azadî ne tenê azadiya fîzîkî ye'
 
Zeytînê piştî serbestberdana xwe axaftineke kurt kir û diyar kir ku ew hem kêfxweş e ku ji girtîgehê derketiye hem jî ji ber ku hevalên wê di girtîgehê de mane xemgîn bûye. Zeytînê bal kişand ser azadiya fîzîkî û zêhnî û wiha got: “Axaftina li ser azadiya derketina derve ne zêde watedar e. Ji ber ku hevalên min ên girtî man hene. Gelek hevalên min niha di girtîgehê de ne. Azadî ne tenê azadiya fîzîkî ye. Azadî di mejî re derbas dibe.”
 
Pêvajoyek dijwar bû
 
Zeytînê der barê şert û mercên girtîgehê de jî got, “Şert û mercên girtîgehê xerab in û bi pêvajoyên gelekî dijwar re rû bi rû ne. “Belê, bi derketina ji girtîgehê min azadiya fizîkî bi dest xist, lê ez gotinên xwe nû dikim, azadî ne tenê fîzîkî ye.
 
Bi 'Jin Jiyan Azadî' hate rêkirin
 
Di dawiyê de Zeytînê anî ziman ku hevalên wê bi lîlandin, çepik û dirûşma "Jin jiyan azadî" ew rê kirine.