‘Em ne yên tayînkirî kesên hatine bijartin dixwazin’

  • 09:07 3 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Welatiyên tevli mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Amedê pêk hat bûn, diyar kirin ku ew li bajarên Kurdistanê qeyûmên desthilatdariyê naxwazin û gotin ew ne kesên hatine tayînkirin kesên hatine biljartın dixwazin.
 
Bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, Hêzên Ked û Demokrasiyê li Amedê li Qada Îstasyonê mîtîngek pêk anîn û di mîtîngê de peyamên girîng derketin pêş. Welatiyên li dijî tecrîda giran, şer, tundî û krîza aboriyê li qadê bûn, der barê hilbijartinên herêmî ku nêz dibin de nirxandin kirin.
 
‘Em muxatab nabînin’
 
Ayşe Gonul: Madem em ji sedî 70-80’ê dengan digirin çima em xwe bi rêve nabin? Rewşa welatê me rewşa bajarê me li holê ye. Em ne razî ne. Em muxatab nabînin. Em diçin saziyan em wek biyaniya ne. Em xwe nikarin bigihînin tû kesî. Em nikarin denge xwe bigihînin tû derê. Tişta herî zêde min nerehet dike nebûna yekitiyê ye.
 
‘Hişbir zêde bûye’
 
Welatiya bi navê Ayşe: Ofîs taxek baş bû. Lê piştî qeyûm hat piştî 2015-2016’an şûnde taxa ku 25 sale lê rûdiniştim ji taxê derket. Hişbir zêde bûye. Temenê kesên hişbirê bi kar tînin daketiye 9 salî. Beriya qeyûm pir paqij bû. Bi taybet ji bo jinan dibêjim. Mirov di ewlehiyê de bûn. Di saeta me dixwest de em derdiketin kolanê. Lê niha tenê aliyekî diyarkirî heye. Ji bilî wê hişbir û fuhuş e. Her diçe bajar xera dibe.
 
‘Gelê Amedê li berxwe dide’
 
Ayşe Ekçî: Amed bêxwedî dimîne lê tevî vê gelê Amedê li ber xwe dide. Em naxwazin di hilbijartinên pêş de qeyûm bên tayînkirin. Zext didomin. Bila dawî li van zextan bê. Kolanên Amedê qirêjin. Ji bo hilbijartinan ji niha de ketine lîstikan. Ji roja qeyûm hatiye tayînkirin Amed bê xwedî ye. Şaredarî naxebite. Em li ber xwe didin û em ê berxwedana xwe bidomînin. Divê dawî li van zextan bê.
 
‘Em şaredariyên xwe dixwazin’
 
Nermîn Kizilkan: Di sererastkirina derdorê, xizmetek xebatek tûne ye. Pirsgirêka avê, gelaşê ji xwe heye. Em qeyûm naxwazin. Em şaredariyên xwe dixwazin. Em kesên hatine hiljartin dixwazin. Kolanên Amedê tije gelaş in. Em li ser nasnameya xwe ya Kurd zextan hîs dikin.
 
‘Em nikarin li peyarêyan bimeşin’
 
Fîrdevs Bayram: Peyar hemû qirêje. Paqij nakin. Em qeyûman naxwazin. Hilbijartinên herêmî nêz dibin. Ji bo hilbijartinan riyan paqaij dikin, çêdikin. Lê kolanên me pir xerabin. Em nikarin têde bimeşin.
 
Aklîma Anas: Bila qeyûm biçin. Ne paqijiyekê ne xizmetekê dikin. Tû tiştekî nakin. Bila Ameda paqij şûnde bê. Qeyûm diziyê dikin. Hatin şaredariya me desteser kirin.