Li mala ku hat guleberankirin 2 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 08:03 1 Îlon 2023
  • Rojane
WAN - Li gundê Çamîlî yê Qelqeliyê, leşkeran bi saetan malek gulebaran kir. Hat diyarkirin ku 2 kesî jiyana xwe ji dest daye. 
 
Duh danê êvarî leşkeran avêt ser gundê Çamîlî yê navçeya Qelqelî ya Wanê. Leşkeran xaniyê ku 2 kes tê de bûn, gulebaran kirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, leşkeran gund dorpêç kiriye û operasyon saet di duyê piştî nîvro de dest pê kiriye û heya çar û nîvê dewam kiriye. 
 
Hat hînkirin ku li xaniyê ku hinekî dûrî nava gund bûye 2 kesî jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyên kesên ku ji ber gulebarana bi çekên giran jiyana xwe ji dest dan, ji bin kavilan hatin derxistin. Nehat hînkirin ku her 2 kes kî ne û cenazeyên wan birine ku derê. 
 
2 kes binçav kirin
 
Gund heya derengê şevê jî dorpêçkirî bû û ketin û derketina gund qedexe bû. Hat destnîşankirin ku leşkeran avêtiye ser maleke li derdorê jî û Omer Kiliççeken û kurê wî Samî Kiliççeken binçav kirine. Hat diyarkirin ku her du kesên binçavkirî birine Qereqola Cendirmeyan a Qelqeliyê. 
 
Parlementerên Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Sînan Çîftyurek, MAhmût Dîndar û ZUlkuf Ûçar, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), BAroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê bi şev be rbi gund ve bi rê ketin. Lê belê leşkeran bi hinceta operasyonê nehişt şande têkeve gund.