'Li dijî qeyûman divê em xwe rêxistin bikin'

  • 09:02 31 Tebax 2023
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
WAN - Ber bi hilbijartinên herêmî hevşardara Bêgiriyê Leyla Balkan a ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, diyar kir ku divê li dijî qeyûman zêdetir rexistinbûn hebe û got divê di çarçoveya nrixandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya der barê rêvberiyên xweser de tevbigerin.
 
Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de piştî hewldana darbeyê şûnde bi îlankirina OHAL’ê re, Wezareta Karên Navxweyî ji bo şaredariyên HDP’ê ku di nav wan de bajarên mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê jî hebûn qeyûm tayînê 106 şaredariyan kir. Gelek hevşaredar hatin girtin, gelekk kes hatin îxrackirin. Duyemîn tayînkirina qeyûman di 19’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat. Niha ji hilbijartinên 30’ê Adara 2024’an re demek kurt ma û amadekariyan jî dest pê kiriye. HDP û Partiya Çep a Kesk bi konferans û kongreyan dest bi xebatên xwe kirin.
 
Hevşaredara navçeya Bêgiriyê ya Wanê ku di 2019’an de qeyûm tayînê şûna wê hat kirin Leyla Balkan ji ajansa me re der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Rêveberiyên herêmî bixebitin wê pirsgirêk çareser bibe’
 
Leylayê destnîşan kir ku hilbijartinên herêmî yên 2024’an gelek girîngin û balkişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî yên li ser jin, ciwan, sewal û xwezayê. Leylayê nirxandina xwe wiha domand: “bi taybet pergalek ku jinan, ciwanan, xwezayê tûne dike heye. Li aliyê din li Bakurê Kurdistanê polîtîka şerê taybet pir meizne. Ji ber vê em li herêman dikarin xebata avakirina civakî bi awayekî herî baş bikin. Yê ku vê rewşê herî baş îfade dike Abdullah Ocalan e. Di 2019’an de nameyek ji gel re şand û diyar dikir ku rêveberiyên xweser ji sedî 5 bixebitin wê pirsgirêka Kurd ji sedî 95 çareser bibe. Ev jî nîşan dide ku rêveberiyên herêmî çiqas girîngin.  Pergaleke ku ziman, çand, kevneşopiyan bi me dide jibîrkirin heye. Çandeke ji rêderketinê tê meşandin. Konser û  bernameyên bi vî rengî pêk tînin. Tu eleqeya tiştên bi terza wisa bi çand û gelê me tûne ye. Ji ber vê jî em dixwazin bi rêveberiyên herêmî, kevneşopiyên xwe, ziman û îdeolojiya rizgariya jinê ava bikin. Em dixwazin bi gel re şaredartiyeke zelal bimeşînin.”
 
‘Qeyûman rê li ber texrîbatan vekir’
 
Leylayê destnîşan kir ku qeyûmên di 2019’an de hatin tayînkirin rê li ber texrîbatan vekirine û wiha vegot: “Gotin me daristan çêkiriye lê dar tûne bû, gotin me rê çêkir rê tûne bû, gotin park parq tûne bû. Tenê peyarêyan ji cih radikin û ji nû ve çêdikin. Ji bo hilweşînê pere xerc dikin û betonê dirijînin. Li bajarê me pirsgirêka avê heye. Di esasê de çavkaniyên me yên avê pir zêde ne. Lê mixabin li vî bajarî pirsgirêka avê tê jiyîn.”
 
‘Gel ji şaredariyê bawer nake’
 
Leylayê daxuyand ku saziyên jinan yên hatibûn vekirin dane yurdên cemaetê û wiha vegot: “Qeyûm bi cemaetan re dixebitin. Ev bi destê AKP’ê dibin. Qeyûm bi destê AKP’ê tên tayînkirin. Daxwazên mirovan bi tu awayî li şaredariyan naynin ziman. Gel êdî naxwaze bi qeyûman re muxatab bibe. Ji ber naxwazin biçin şaredariyan. Kes wan guhdar nake.”
 
‘Hevserokatî xeta mor e’
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser pergala hevserokatiyê ya di rêveberiyên herêmî de û wiha dawî lê anî: “Rewşa mayîndebûna hevjiyana azad, pergala hevserokatiyê ye. Pergala hevserokatiyê yek ji cihên herî girîng ya rola jinê di siyasetê de nîşan dide ye. Dixwazin pergala hevsreokatiyê îlegalîze bikin. Lê em ji 2009’an de ye bi pergala hevserokatiyê xebatê dimeşînin. Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Di pergala ku hikûmeta AKP’ê afiradiye de hiqûq û edelet tûne ye. Nelêrêtî, dizî û tiştên wek vê bi mirovan re bêhêvîtî afirandiye. Lê divê gel jî bi armanca parastina îradeya xwe têkoşîna xwe bide.”