Wek navê xwe bi salan lêgerîna 'edalet û aştiyê' kir

  • 10:01 26 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
Rojda Aydin
 
COLEMÊRG - Adalet Safali ya ku wek navê xwe bi salan e ji bo lêgerîna edaletê û avakirina aştiyê li ber xwe dida, di encama siyaseta îktîdara AKP’ê de di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da. Xesûya wê Baran Safali, destnîşan kir ku dewlet berpirsyarê vê yekê ye.  
 
Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk û kurê wê Cihan Akçelîk ên di 22'yê tebaxê de ji Geverê ji bo îfade bidin dozgeriyê çûn Edliyeya Colemêrgê, di dema vegerê de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Adalet a ku tî yê wê tevlî PKK’ê bûye şûnde zilma li dijî malbata wê zêdetir û mezin bûye. Li dijî vê zilmê Adalet bi berxwedan û sekna xwe bûye bersiv. 
 
Di 93’yan de tî yê wê tevlî PKK’ê dibe
 
Adalet a ku bi eslê xwe ji gundê Memkavayê ye, di temenê biçûk de bi zorê ji aliyê malbatê ve tê zewicandin. Adalet ligel ku di temenê biçûk de hatiye zewicandin jî berpirsyariyek mezin a jiyanê dikeve ser milên wê û di temenê biçûk de li dijî hemû zehmetiyan serî radike. Adalet ku dayika 4 zarokan e, di sala 1993’yan de piştî tî yê wê Bariş Safali tevlî PKK’ê dibe zilma dewletê ya li dijî malbata wê jî dest pê dike. Adalet û malbata wê bi salan li dijî vê zilmê li berxwe didin û serî radikin.
 
Banga daxwaziya ‘aştiyê’ dike
 
Adalet a di nav malbatek welatparêz de tê dinyayê, bi vê hişmendiyê tevlî xebatên partiyê dibe û di nav xebatan de cihê xwe digire. Piştî demek dirêj di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê de cihê xwe digire û banga daxwaza “aştiyê” dike. Bi vê yekê re zilma ku li ser Adalet û malbata wê zêdetir bûye, hevjînê wê Tacettîn Safali jî ji ber cezayê lê hatiye birîn neçar maye derketiye derveyî welêt. Adalet bi salan e wek navê xwe lêgerîna “edaletê” û avakirina jiyanek aştiyê dike. Ligel vê lêgerînê jî dayika Adalet gelek caran hatiye binçavkirin û derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji van lêpirsînên herî dawî yek jî ya 15’ê tebaxê ye. Adalet a ku wê rojê nehat binçavkirin, di 22’yê tebaxê de ji bo îfade bide dozgeriyê û dema vedigere di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dide. Daxwaza Adaletê ya di vê oxirê de bi tenê avabûna jiyanek azad bûye û îro rêhevalên wê xwedî vê berxwedan û mîrateyê derdikevin.
 
Xesûya Adaletê, Baran Safali behsa wê kir.
 
‘Dewlet berpirsyarê mirina wan e’
 
Baran, destnîşan kir ku di 15’ê tebaxê de polîsan bi ser gelek malan de girtiye û gelek kes kiriye bin çavan û bi ser mala Adaletê ve jî girtine. Baran, bi lêv kir ku Adalet ji ber ne li malê bûye nehatiye binçavkirin û wiha got: “Dayika Perişan û Adalet çend rojan neçûn ji bo îfadeyê û piştre bang kirin ku werin îfadeyê bidin. Roja 22’yê tebaxê çûn Colemêrgê ji bo îfadeyê bidin. Dema ku ji Colemêrgê vegeriyan li ser rêya Geverê qeza kirin. Adalet, Perişan û Cihan di vê qezayê de jiyana xwe ji dest dan. Beriya ku qeza bikin jî ez bi Adaletê re li ser telefonê axivîm û ji min re got ‘em di rê de ne tên malê.’ 20 deqe neket navberê ji bo min wêneyê xwe rêkirin û piştre min bihîst ku qeza kirine. Em hîn bûn ku herdu jî şehîd ketine. Beriya qeza bike bi keça xwe re jî axivî û digot ‘10 deqeyekî din ez ê li cem te bim.’ Gotina herî dawî ev bû. Wekî din tu gotin nekir.”
 
‘Mirovek dilgerm û rûken bû’
 
Baran, bi lêv kir ku Adalet jinek gelek wêrek û zîrek bûye û wiha behsa wê kir: “Ji mezina bigire heta biçûkan hemûyan ji Adaletê gelek hez dikir. Adalet mirovek gelek kêrhatî bû. Ji mezinan re mezin, ji biçûkan re biçûk bû. Dilê tu kesî neşikandiye. Hevjînê wê ji ber cezayê lê hat birîn neçar ma derket derveyî welêt. Ev 8 sal in li derve ye. Di vê pêvajoyê de Adalet bi tena serê xwe li zarokên xwe dinêrî. Her wiha mirovek gelek dilgerm û rûken bû. Sohbeta wê gelek xweş bû. Hemû kes gelekî ji  Adaletê hez dikir. Xwedî biryarek mezin bû. Ji ber vê yekê di vê rêyê de bû. Gelek kesan ji sohbeta Adaletê gelek hez dikir. "
 
Di salên 90’î de zilma dewletê dest pê dike
 
Baran, diyar kir ku Adalet ji berê ve di nav xebatên partiyê de cih girtiye û herî dawî biryar daye ku di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih bigire û wiha pê de çû: “Di sala 93’yan de piştî ku kurê min tevlî PKK’ê bû êrîş û zilma dewletê li ser me zêdetir bû. Tu carî ev zilm bi dawî nebû. Bi vê zilmê dixwestin em dev ji nasnameya kurdîtiya xwe berdin. Hevjînê Adaletê hevserokê şaredariyê bû, ji ber ceza neçar mabû çû. Piştî ku kurê min tevlî refên şoreşgeran bû şûnde zilma li ser me qet bi dawî nebû. Adalet jî li ser vê şopê çû. Li ku derê çi xebat û bername hebûna Adalet diçû tevlî dibû. Her gav di nava xebatan de bû. Zilma ku li ser malbata me bi dawî nebû, vê carê jî li ser Adaletê dihat meşandin. Adalet gelek caran bû hedefa îktîdarê. Her carê dikirin binçavan û berdidan.”
 
‘Em ê vê têkoşînê bidomînin’
 
Baran, da xuyakirin ku dewlet ji mirina Adalet, Perîşan û Cihan berpirsyar e û wiha axivî: “Dewlet bû sedema mirina 3 kesan. Niha hîn yek jî di nexweşxaneyê de ye. Ger ku wan bang li wan nekirana dê îro li ser wê rêyê qeza nekirina. Ji bo me ev ne qeza ye. Ev jî encama parçeyek zilma wan e. Em ê heta mirinê xwedî li têkoşîna Adaletê derbikevin. Em ê vê têkoşînê bidomînin û xwedî vê mîrateyê derbikevin. Heta ku em sax bin ew ê di bîra me de bin. Heta ku em hebin ev têkoşîn dê bidome.”