Welatiyên Wanê: Sedema krîzê hikûmet e

  • 09:04 26 Tebax 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
WAN - Jinên Wanê yên ji ber krîza aborî ya ku kûr dibe mexdûr bûne, diyar kirin ku nikarin debara xwe bikin û anîn ziman ku jiyan gelekî zehmet bûye. Jinan sedema krîzê jî hikûmet nîşan dan. 
 
Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Bi taybetî jin û zarok ji vê krîzê bi bandor dibin. Li welatê ku hêza kirînê lê kêm bûye, welatî bi xizaniyê re rû bi rû ne. Pereyên ku ji ber polîtîkayên şer ên hikûmetê divê ji gel re were veqetandin ji bo çekan tê xerckirin û hikûmet ji bo çareserkirina vê krîzê tû gavan navêje.
 
Jinên Wanê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kir ku sedama vê qeyranê kesên rayedar û hikûmet bi xwe ye.
 
‘Em baş dizanin ku sedema vê qeyranê kî ye’
 
Dîlek Avci, anî ziman ku ji ber qeyrana kûr bûye nikarin debara xwe bikin û gelek zehmetiyan dikişînin. Dîlekê, destnîşan kir ku li Wanê nan bûye 6 TL û hertişt biha bûye û wiha got: “Em di malê de 5 kesin û di xaniyê kirê de ne. Me hezar û 500 kirê dida û nha bû 6 hezar û 500 TL. Hevjînê min jî di înşeatê de dixebite û wekî din kesek din naxebite. Ez carna ji bo zarokên xwe yê biçûk nikarim şîr bistînim. Me digot dê rewş baş bibe, lê zêdetir xira bû. Ji vê qeyranê herî zêde jin bi bandor dibin. Carna dayîk û bav ji xwarina xwe kêm dikin û didin zarokên xwe. Ji bo ku em dawiya mehê bînin ji pêdiviyên xwe kêm dikin. Lê xeynî kirê jî fatûreyên gazê, av û ceyranê jî hene. Di heman demê de danûstandina mitbexê jî heye. Zarokên min biçûk in û pêdiviyên wan jî zêde ne. Dolap vala ye. Mişk bikevê dê têde birçî bimîne. Em rojê 200-300 TL qezenx dikin. Mehê herî zêde di navbera 6 an jî 7 hezar TL de qezenc dikin. Jin vê qeyranê ji kûr ve hêst dikin. Ger ku kar hebûya jin dê bikaribûna bixebitin. Em hemû jî baş dizanin ku sedema vê qeyranê kî ye. Destên me yên ku deng dan vêîqtîdarê bila bişikên.”                      
 
‘Mi heta niha qeyranek bi vê rengî nedîtibû’
 
Mahiye Karataş a ku li derveyê welat e û bi mêvanî hatiye Wanê, bi lêv kir ku li welêt ji ber kar tune ye jin nikarin bixebitin û ji ber vê yekê gelek zehmetiyan dikişînin. Mahiyeyê, da zanîn ku ew li  vê derê najî lê anî ziman ku şet û merc gelek zahmetin û wiha pê de çû: “Di hêla çand, siyasî û aborî de divê di nava hewldanan de bin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji vê rewşê herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Ez hêvî dikim ku welatê me di demek nêz de aram bibe. Bila pirsgirêk di nava rewşeke aştiyane de bên çareserkirin. Hêviya me ew e ku ev rewşa aboriyê baş bibe. Jinên ku li vî welatî dijîn gelek bi hêz in. Ew dikarin vê rewşê bidin sererastkirin. Bihayê her tiştî zêde bûye. Tu tişt nayê kirîn. Min heta vî temenê xwe qeyranek bi vê rengî nedîtibû. Cara yekeme ku vî tiştî dibînim. Ez diçim dan û stendinê dikim û li bendê me pereyê min ê zêde li min vegerînin. Lê kêm dertê ez li ser zêde dikim û careke din didim. Rewş ev qas xirabe. Li Tirkiyeyê qîmeta pere nemaye. Qîmeta pereyê tirk ketiye binê sifrê. Tirkiye di hêla qeyrana aboriyê de dema herî xirab dijî. Sedema vê qeyranê jî kesên ku îro welat rêve dibin e. Mafê gel heye ku vê rêvebiriyê rexne bike. Ji ber vê yekê divê gelê me mafê xwe yê rexneyê bi kar bîne. Dema cihê wê tê em rexnedayîna xwe didin. Lê divê em bikaribin wan jî rexne bikin. Ev mafê gel ê xwezayî ye. Rexnekirin li her deverê cihanê heye.”
 
‘Gel ji neçarî berê xwe didin metropolan’
 
Mahiye, destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku rewşa welat di demek nêz de baş bibe û ev pirsgirêk çareser bibe û wiha axivî: "Wan wekî bajarê Eropa bû. Di aliyê bazirganiyê gelek li pêş bû. Lê bi qeyranê re êdî li Wanê jî jiyan zahmet bûye. Ger ku Wan ew qas zehmetiyê dikişîne wê demê bajarên dinê zêdetir zehmetiyan dikişînin. Welatê me yê xwedî  erdnîgariyek dewlemend çima qeyranê ev qas kûr hîs dike. Gel ji neçarî berê xwe da metropolan û her wiha dev ji xwedî kirina sewalan berda. Malbatên me ji neçariyê berê xwe didin bajaran. Em hêvî dikin ku hem di warê siyasî û hem jî di warê aborî de çareseriyek bê kirin.”
 
‘Tu bawariya me bi hikûmetê nemaye’
 
Îlknûr Kol jî da xuyand ku wek jineke ji vê qeyranê gelek zêde bi bandor dibe û wiha  got: “4 zarokên min hene û dixwînin. Ez nikarim her tiştên ku dixwazin bistînim. Jiyan gelek biha bûye. Em dixwazin hemû şert û mercên xwe ji bo zarokan bi kar bînin. Lê mixabin ew hêza me tune ye. Em niha nikarin fatûrayên xwe bidin û ji ber vê yekê jî em taloqî rojên din dikin. Di heman demê de divê alîkariya xwendekaran bê kirin. Zarokên me nikarin dibistanê bixwînin. Ji xwe em nikarin pêdiviyên xwe dabin bikin. Em bi tenê kêmasiyên zarokên xwe ên bingehîn dikarin bistînin, nikarin tiştek din zêde ji bo wan bikin. Dema em ji bo wan cilan distînin ji bo sala bê jî bikarbînin em mezin distînin. Ji ber ku em zanin sala bê em ê nikaribin bistînin. Tirkiye tu carî ev qas qeyran ji kûr ve nejiyabû. Ji bo pêşerojê em gelek bifikarin. Ez ji bo zarokên xwe bifikarim. Tirkiye îflas kiriye. Hemû kes mexdûr e. Ji hikûmetê daxwaza me ew e ku demildest ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin. Lê êdî tu baweriya me bi vê hikûmetê nemaye. Kar tune ye ku jin û ciwan bixebitin. Îro ciwanên me ji neçarî berê xwe didin derveyê welêt. Ev yek jî ji ber rêvebirina xirab a vî welatî ye. Ji ber şert û mercên xirap ciwanên me koçberiyê xeyal dikin.”  
 
‘Li Tirkiyeyê cihê gotinê nemaye’
 
Zehra Dalar jî bi lêv kir ku ew 6 xwîşk û bira ne û bi dayîka xwe re li Stenbolê diman û di karê tekstîlê de dixebitî. Zehra, diyar kir ku ji ber qeyranê di şert û mercên jiyanê de gelek zehmetî kişandine û wiha got: “Li wê derê kirê gelek biha bûn. Kes nikare di kirê de bimîne. Em jî ji neçarî hatin Wanê û li vir bi cih bûn. Lê niha jî li kar digerim û  kar tuneye. Li vir jî em di kirê de dimînin û nikarin kirêya xwe bidin. Em nizanin çawa bikin. Hin kar hene rojê 200 TL, lê ew jî têr nake. Lê ji ber malbat qerebalixe jî debarkirin zehmet e. Em nizanin ku ji vê yekê re dê çareseriyek çawa bê dîtin. Mirov bi xwe jî bûn sedema  vê. Ger di hilbijartinê de dengê xwe nedana AKP’ê dê ev yek nehata jiyîn. Gel ji vê rewşê gilî dike. Lê ev yek bi gilî nabe, divê bikevin nava hewldanan û dengê we xwe ji bo xwe bidin. Bi gotinê tu tişt çareser nabe. Beriya hilbijartinê sozên ku hatin dayîn bi cih neanîn. Îro kirê derxistine nêzî 20 hezarî. Mûçeya asgarî bûye 11 hezar 400 TL. Dê welatî di vê qeyranê de çawa debara xwe bikin. Me ji bo alîkariyê 3 caran serlêdan kir, lê hat redkirin. Daxwaza me jinan ew e ku bila mûçeyê asgarî zêde bibe û ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin. Ji bo kar em serlêdanê dikin, xebatkarên bi tecrûbe dixwazin. Heta ku hûn kar nedin dê çawa tecrûbe çêbibe. Mirov  heta nexebite nikare bibe xwedî tecrûbe. Li Tirkiyeyê cihê gotinê nemaye.”
 
‘Bila pere ne ji bo şer ji bo gel bê bikaranîn’
 
Esmanûr Alp jî diyar kir ku ew ji ber ji qeyranê gelek bi bandor dibin tiştên ku dixwaze nikare bi rehetî bistîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû tişt gelek biha bûye. Em nikarin danûstandinê bikin. Ez xwendekar im, lê nikarim pêdiviyên xwe yên dibistanê bistînim. Ger ku îro welat di vê rewşê de ye sedema vê kesên rêvebir û hikûmet e. Ji ber ku îro ked tê çewisandin û ji ber vê yekê em di vê rewşê de ne. Hemû kes ji bo xwe hin tiştan didize. Sedema vê îktîdar e. Ji ber ku ew pereyê ku ji bo gel hatiye veqetandin, ji bo şer xerc dike. Bila wî pereyî ji bo gel veqetînin. Bi taybetî jî xwendekar ji vê rewşê gelek mexdûr in. Di pêvajoyek bi vê rengî de xwendin gelek zehmet e. Di her aliyî de zehmetî heye.”
 
‘Em nikarin debara xwe bikin’
 
Ayşen Dîndar jî ev tişt got: “Ez û keçek xwe bi tenê dijîn. Qezencek min wisa tune ye ku em debara xwe bikin. Keça min jî xwendekar e. Wekî din tu xebatkarên me tune ne. Ez niha diçim cem telefon firoş ku telefona xwe bifroşim û ji bo pê pêdiviyên malê bistînim.”