'Di mijara guhertina zagona înfazê de jin neanîn rojevê'

  • 09:07 25 Tebax 2023
  • Hiqûq
 
 
AMED - Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Elif Tirenç Îpek Ulaş da zanîn cudakariya di navbera hukumxwarên siyasî û edlî dîsa tê kûrkirin û got:"Dema ku zagona înfazê ya dawî hat çêkirin di aliyê tundiya li ser jinê tê kirin de nehat nirxandin. Di mijara guhertina zagona înfazê de jin neanîn rojevê."
 
Sererastkirina înfazê di 14'ê Tîrmehê de li Lijneya Giştî ya TBMM'ê hat qebûlkirin û ji aliyê Serokomar Tayyip Erdogan ve hat erêkirin û di 15'ê Tîrmehê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Hinek hukumxwar wê heta 31'ê Tîrmehê ev girtî sê salan zû li girtîgeha vekirî bimînin. Wê piştre jî bên tehliyekirin. Di nava van hukumxwaran de yên ji ber sûcên kuştin, birîndarkirin, sûcên zayendî, xapandin, dizî, hişbir, ruşvet, şêlandin di girtîgehê de dimînin jî hene. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Elif Tirenç Îpek Ulaş têkildarî mijarê nirxandin kir. 
 
Elifê bi lêv kir ku hiqûq li Tirkiyeyê di bin bandora siyasetê de dimîne û got li gor maddeya 10'emîn a makezagona Komara Tirkiyeyê her kes wek hev in lê belê Tirkiye ji dewleta hiqûqê gelekî dûr e. Elifê da zanîn Tirkiye ji wekheviyê gelekî dûr e. Elifê da zanîn hiqûqa dijminatiyê li dijî girtiyên siyasî tê meşandin û got di 20 salên dawî yên hukumeta AKP'ê de polîtîkaya girtîgehan a AKP'ê heye û bi vê re cudakariyeke mezin a di navbera girtiyên siyasî û edlî de tê avakirin. 
 
Girtiyên nexweş 
 
Elifê diyar kir ku li gor raporên Komeleya Mafên Mirovan niha li Tirkiyeyê di navbera 500 û hezarî de girtiyên nexweş hene û wiha got:"Kesên rewşa wan giran jî hene. Nêzîkatiya Tipa Edlî û Wezareta Dadê dibe sedem ku ev pirsgirêka giriyên nexweş neyê çareserkirin. Polîtîkaya îktidarê ya di warê girtiyên nexweş de dewam dike."
 
Elifê da zanîn bêedaletî û bêhiqûqiya li dijî jinê di girtîgehan de jî heye û wiha got:"Li Tirkiyeyê cihêkariyeke gelekî mezin heye. Her kes ji ber ziman, nîjad, ola xwe bi cihêkariyê rû bi rû tên hiştin. 
 
Mêrên tundiyê dikin wê bên berdan
 
Elifê da zanîn bi zagona înfazê wê tenê girtiyên edlî fêdeyê bibînin û ev jî wê rê li ber tundiya li ser jinê veke û got bi zagona înfaza dawiyê re ji bo hukumxwar û girtiyên edlî yên hejmara wan nêzî 120 hezarî ye rêya berdanê hat vekirin. Elifê diyar kir kesên tundî kirine bi vê re girtin girtîgehên vekirî û wê di demeke nêz de bên tehliyekirin. 
 
Li ser parastina jinan nîqaş nehatin kirin
 
Elifê diyar kir ku di pandemiyê de jî zagona înfazê bû rojev û wiha got:"Dema ev hat kirin li ser parastina jinan nîqaş nehatin kirin. Nehat gotin ew ê jin çawa ji bersûcên tundiyê bên parastin. Zagona înfazê bandoreke mezin li ser jiyana jinan dike. Polîtîkayên bêcezahiştinê di meriyetê de ye loma jî tundiya li ser jinê zêde dibe."
 
'Girtiyên dizanin ew ê jiyana xwe ji dest bidin berdan'
 
Elifê da zanîn bi saya zagona înfazê rêya berdanê li ber bersûcên tundiyê hat vekirin û wiha pê de çû:"Ji bo hemû girtiyên nexweş derkevin divê raya giştî ya xurt bê avakirin. Ji bo Aysel Tugluk wiha bû lê belê ji bo hemû girtiyan mixabin tiştekî wiha nebû. Girtiyên divê di girtîgehê de nemînin ji ber mahkûmên siyasî ne loma dernaxin. Girtiyên dizanin ew ê jiyana xwe ji dest bidin berdan. Bi vê yekê dixwazin tola xwe hildin."
 
Banga têkoşînê
 
Elîfê da zanîn şert çiqas dijwar be jî divê têkoşîna edalet û hiqûqê ya li dijî îktidarê bidome û wiha got:"Di salên dawî de Tirkiye ji demokratîkbûnê gelekî bi dûr ket. Dema ku zagona înfazê ya dawî hat çêkirin di aliyê tundiya li ser jinê tê kirin de nehat nirxandin. Di mijara guhertina zagona înfazê de jin neanîn rojevê. Em bi faşîzmeke mezin rû bi rû ne. Divê em ji bo girtiyên nexweş li berxwe bidin em hemû bi hev re têbikoşin."