Ciwan li dijî şerê taybet ketin tevgerê!

  • 09:04 21 Tebax 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Rumeysa Bozkurt der barê kampanya "Li dijî şer taybet têkoşîneke bi heybet" a ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk ve hatiye destpêkirin de axivî û got ku ew ê li taxan li dijî tiryakê bi atolyeyên li şerê taybet, panel, şahî, pîknîk, tûrnûvayan li dar bixin û li taxan li dijî tiryakê nobetê bigirin.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk di 5’ê Tebaxê de bi dirûşma “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” kampanyayeke nû da destpêkirin. Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk Rumeysa Bozkurt, têkildarî armanca kampanyaya li dijî polîtîkayên şerê taybet ên hikûmetê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li hemû qadên jiyanê pêk tê, nirxandin kir.
 
'Armanca me eşkerekirina şerê taybet e'
 
Rumeysayê bal kişand ser armanca destpêkirina hemleya "Li dijî şerên taybet têkoşîneke bi heybet" û got ku ji bo eşkerekirina berfirehiya êrîşan û berfirehkirina têkoşîna xwe dest bi kampanyayê kirine. Rûmeysayê bal kişand ser bandora kampanyayê ya li ser ciwanan û got, “Îro em dibînin ku şerê herî mezin li ser gelê Kurd tê meşandin, şerê taybet e. Ji bo rawestandina polîtîkayên şerê taybet me kampanyayek da destpêkirin. Armanca me ya sereke eşkerekirina şerê taybet e. Her wiha em dibînin ku ev kampanya ji bo ciwanên ku em bi wan re hatine cem hev em bi hev re girêdane, heyecan û lêgerîneke nû daye destpêkirin. Bi rastî jî îro ciwan li bendê ne ku kampanyayek wiha were destpêkirin. Şahiyên ku em li dar dixin hêviyek nû dide hevalên me yên ku em bi wan re di têkiliyê de ne."
 
'Civakê tîne asta qirkirinê'
 
Rumeysayê bal kişand ser vê yekê ku armanca polîtîkayên şerê taybet a ku di çarçoveya tecrîdê de tê meşandin ew e ku gel ji nasnameya xwe dûr bixe û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û wiha got: “Hikûmet dixwaze ku em çanda xwe bi tevahî ji bîr bikin. polîtîkayên şerê taybet. Armanc dike ku çand, ziman û ramana heyî ya ferd û civakê ji nedîtî ve were û bi civakê re bêberpirsiyariyê ava bike. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hemû polîtîkayên xwe yên qirêj li ser jin û ciwanan dimeşîne. Polîtîkayên şerê taybet di bin navê azadiya takekesî de, bi qetilkirina jinan, bi çewisandin, girtin, sîxuriya li dijî civakê tê meşandin. Dema mirov li sîstemê dinêre, zîhniyeta kê be, kirinên wan jî xizmeta wê dikin. Wê demê ji bo xizmeta civak û gelê xwe pêwîste em zihniyet û hêza ramanê ya rast û têr bi dest bixin. Dewlet bi pêkanînên şerê taybet civakê belav dike. Dibistanan ava dike, leşkeran perwerde dike, me ciwan, jinên ciwan dikişîne nava tiryak û fuhûşê, zihniyeta xwe li me ser me ferz dike. Her tiştê ku aîdê me ye têk dibe û civakê tîne asta qirkirinê.”
 
'Bijartina jin û ciwanan ne tesaduf e'
 
Rumeysayê, anî ziman ku ne tesaduf e ku jin û ciwan weke hedef hatine nîşandan û got ku pergala kapîtalîst a heyî ji jinan ditirse. Rumeysayê wiha  got, “Pergal ditirse dema jin nasnameya xwe nas bike, wê çi bike. Em vê ji Şoreşa Jinê ya Rojava û çalakiya Jîna Maşa Emînî dizanin. Em jinên ciwan weke pêşengên vê kampanyayê îro careke din dibin şahid ku lêgerîna me divê ya Zîlanan û Semayan be . Jixwe jina ku nasnameya xwe ya zayendî nas bike xeteriya herî mezin a pergalê ye. Ji ber ku jin organîzator in û komînal in."
 
Divê ciwan çi bikin?
 
Rumeysayê der barê ciwanên ku divê li hemberî polîtîkayên şerê taybet bên rêxisitnkirin jî got, “Yekane mînaka kesayeta ku divê ciwan ava bikin, Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Di şêwazê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan de hilweşandina faşîzmê û ji nû ve avakirina civakê heye. Em dizanin ku li hemberî hêzeke ku xwe birêxistin dike û xwe nû dike nepêkane tukes raweste. Yanî hebûna lehengekî bi serê xwe nirxek e.”
 
Atolye, panel, şahî, nobeda li dijî tiryakê
 
Di dawiyê de Rumeysayê xebatên ku dê di çarçoveya kampanyayê de pêk bînin vegot û wiha got: “Em ê li taxan li dijî tiryakê, li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku ji aliyê pergalê ve tên afirandin atolyeyên şerê taybet, panel, şahî, pîknîk, tûrnûva û nobetê li dijî pêkanînên AKP -MHP'ê bigirin.”