'Li dijî tecrîd û şerê taybet divê em bibin yek'

  • 09:07 20 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - Bi hezaran gundên kurdan hatin şewitandin û kurd ji neçarî koçî bajarên din bûn. Piştî koçkirina li bajaran bi polîtîkayên şerên taybet dewletê her tim xwest kurdan di nav metropolan de bifetisîne. Endama TJA'yê Pinar Memîş der barê mijarê de wiha axivî: "Dema ku ev tecrîd bişikê, azadiyê çê bibe û em ê gundên xwe jî ava bikin. Loma li dijî tecrîd û şerê taybet divê em bibin yek."
 
Dewleta tirk bi hezaran gundên kurdan şewitand, kurd neçarî koçberiyê kir. Piştî koçberbûna li bajaran zehmetiyên gelekî mezin hatin kişandin. Êrîşên dewleta tirk di bajaran de jî xilas nebû. Zilm û zextên cûr bi cûr li ser kurdan bênavber didomîne. Bi destê polîtîkayên şerên taybet re êrîş li xweza, çand, ramyarî û aboriya kurdan dike. Bi şaredariyên qeyûm lê hatine tayinkirin, di nav bajaran de bi destê konser û çalakiyên asîmîlasyonê çanda kurdan tê hedefgirtin. Bi şewitandinê xwezaya kurdan tê hedefgirtin. Bi polîtîkayên tecrîdê re înfazên girtiyan tên şewitandin, girtiyên nexweş nayên dermankirin. Polîtîkayên fetisandina kurdan bi her awayî didome. Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Pinar Memîş der barê mijarê de nirxandinên xwe anî ziman.
 
'Li dijî tecrîd û şerê taybet divê em bibin yek'
 
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Pinar Memîş di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku armanca valakirin û şewitandina gundan qirkirin e. Pinarê da zanîn ku dewleta tirk beriya her tiştî di salên 90'î de û beriya wê jî gundên kurdan hedef girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Kurd dema ku di welatê xwe de bin, bi çanda xwe dijîn. Ji ber vê yekê  polîtîkayên şerên taybet herî zêde li ser gundan hatin meşandin. Piştî vê yekê jî welatî bi neçarî koçî bajaran kirin û ji çanda xwe, xwezaya xwe, mafên xwe dûr ketin. Tê gotin ku darek bi tenê di cihekî de bêxwedî dimîne û bi mejiyê li der dora xwe mezin dibe. Dema ku bi mejiyê li der dora xwe mezin dibe jî çanda xwe ji bîr dike. Ev jî sîstema dewleta tirk e. Ew jî bi vî awayî bi şerên taybet bi ser me de tên. Çar caran gundê min hat şewitandin. Ji ber ku me li dijî hovîtiya wan li ber xwe dida nedihiştin em li gundê xwe bisekinin. Her wiha êrişî dîroka me jî dikin. Heskîf di bin avê de hat hiştin. Li wê derê armanc ev e  ku dîroka me bi me bidin jibîrkirin. Her wiha Geliyê Godernê jî di bin avê de ye. Ev jî encamên şerên taybet in. Li dijî tecrîd û şerê taybet divê em bibin yek."
 
'Di metropolan de mirov ji civakîbûnê dûr dikeve'
 
Pinarê da zanîn ku ji jiyana li gundan dûr ketin û di nav çar dîwarên metropolan de ji xweza, cîrantî û civakîbûna xwe dûr ketin. Pinarê destnîşan kir ku ev hemû polîtîkayên şerên taybet in. Pinarê wiha bi lêv kir: " Li Cûdîyê çi hat kirin? Li Licê çi tê kirin? Çima tê şewitandin? Dema ku li Tirkiyeyê agir bi cihêkî dikeve di 24 saetan de tê vemirandin. Lê belê li welatê kurdan ev tişt jixwe bi kîn û bi zanebûn tê kirin. Lê belê em xwedî vîn û bawerî ne. Ne şewat bi me dikare ne jî tiştekî din. "
 
'Dixwazin li gor mejiyê xwe teşeyê bidin gel'
 
Pinarê bal kişand ser jiyana bajarvaniyê û da nîşandan ku welatiyên ji neçariyê koçî bajaran bûne pirsgirêkên qeyrana aboriyê dikşînin û polîtîkayên şer li hember wan tê meşandin. Pinarê wiha got: " Sîstem dixwaze li gor mejiyê xwe teşeyê bide gel. Beriya çend mehan Yusuf Harpûtlû anîbûn vê derê û konser li dar xistibûn. Li vir jî armanc asîmîlasyon e."
 
'Şikandina tecrîdê dê azadiyê bîne'
 
Pinarê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser avakarina ji nû ve ya jiyanê û daxuyakirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gel neşikê avakirinek azad ne pêkan e. Pinarê wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ev tecrîdeke li ser me ye. Tecrîd ne tenê li ser zindan û serokê me ye. Li ser hemû kurdan e. Dema ku ev tecrîd bişikê, azadiyê çê bibe û em ê gundên xwe jî ava bikin. Welatê me hatiye talankirin. Her wiha em wek jinên kurd dibêjin ku bi paradîgamaya ku serokatî daye me, tiştekî ku em bi ser nekevin tune ye."