Li Wanê xebatên ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet’

  • 09:05 20 Tebax 2023
  • Rojane
Rojda Aydin
 
WAN - Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Wanê Helîn Koçak, bal kişand ser kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet”  û diya kir ku li dijî tiryak, fihûş û sixûrtiyê dê li taxan xebatan bidin meşandin û xwe bighînin malbat û ciwanan.
 
Îktîdara AKP-MHP’ê, li Kurdistan û Tirkiyeyê li hember ciwanan polîtîkayeke taybet a şêr dide meşandin. Bi taybetî di salên dawiyê de li Kurdistanê bikaranîna tiryakê, ferzkirina fihûşê û zêdebûna sîxûrtiyê wek polîtîkayek tê meşandin. Li dijî polîtîkayên şer Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk bi dirûşma “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” kampanyayek dan destpêkirin. Meclîsa ciwanan di bin banê vê kampanyayê de dest bi xebatên xwe kirin.
 
Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Wanê Helîn Koçak, li ser kampanyayê  axivî.  
 
Li Kurdistanê polîtîkayên taybet ên şer
 
Helîn, anî ziman ku îktîdar bi polîtîkayên şerê taybet dixwaze hemû qadên jiyanê yên ciwanan bigire destên xwe û got li Wan û gelek bajarên Kurdistanê li ser ciwanan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Helîn, destnîşan kir ku berê ciwanan didin tiryakê û fihûşê û wiha pê de çû: “Li kolanên Wanê û bajarên din ên Kurdistanê bikaranîna tiryakê û ferzkirina fihûşê gelek belav bûye. Ji ber ku bi polîtîkayên taybet ev tişt tê meşandin tu mudaxale nayê kirin û polîs bi xwe jî dibînin lê çavên xwe digirin.”
 
‘Îktîdar ji rihê têkoşer ên ciwanan ditirse’
 
Helîn, destnîşan kir ku di aliyê polîtîk, civakî, çandî, ziman û aborî ve dikevin heta nava malan û diyar kir ku dixwazin bi vê awayî nasnameya kurdî ji destên ciwanan bigirin. Helîn, bi lêv kir ku îktîdar dixwaze mirovên yek tîp ava bike û wiha axivî: “Ji ber ku ciwan xwedî bi rihekî têkoşînê ye dibin hedefa sereke. Ciwan îro di bin banê HDP’ê de xwe rêxistin dikin. Ji ber vê jî îktîdara AKP û MHP a faşîst bi êrişan ciwanan ditirsin. Di vê çarçoveyê de em dibînin ku dema ciwanan binçavdikin tûndiya derûnî û fîzîkî li wan dikin. Bi vê awayî dixwazin ciwanan bitirsînin. Bi vê yekê re jî sîxûrtî li ciwanan ferz dikin. Bi van polîtîkayan dixwazin ciwanan ji nasnameya wan dûr bixin. Her wiha van êrişan li ser malbatên me jî didin meşandin. Ji ber ku em nasnameya kurdî ji malbatên xwe digirin. Ji ber vê yekê malbatan jî dikin hedef.”
 
Li taxan xebatên kampanyayê
 
Helîn, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand li ser kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” û bi lêv kir ku armanca wan ew e ku bi vê kampanyayê  xwe bighînin ciwanên li Kurdistan û Tirkiyeyê. Helîn, da zanîn ku bi vê kampanyayê ew dixwazin ciwanan ji tiryak, fihûş û sîxûriyê dûr bixîn û wiha domand: “Bi vê kampanyayê em bi ciwanan re tên cem hevdû. Bernameyên cûr bi cûr  li dar dixin. Bernameyên wek şahî, seyran, panel û nîşandanên fîlman dê di çarçoveya kampanyayê de  li dar bixin. Lê bernameyên me bi van sînordar nîne.  Di heman demê de li dijî polîtîkayên şerê taybet û tiryakê em ê li taxan xebatên xwe bimeşînin û bi ciwanan re bên cem hevdû. Her ciwanên ku bi rêxistinkirî dikare ciwanên din jî derbarê polîtîkayan de agahdar bike.
 
Banga mezinkirina kampanyayê
 
Helîn, daxuyand ku di wê baweriyê de ne ku bi xebatan dê li taxan bi bandor bin û wiha axivî: “Em ê ne bi tenê ciwanan re her wiha bi malbatan re jî di vê hêlê de agahdar bikin. Li Wanê jî dê demek nêz de xebatên me destpê bikin. Her wiha di demek nêz de em ê bi bernameyeke seyranê bi ciwanan re bên li cem hevdû. Banga min ji ciwanan ew e ku werin em di bin kampanyaya ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet’ têkoşîna xwe mezin bikin. Di heman demê de divê malbatên me jî li dijî van polîtîqayan zanist bin. Divê malbatên me jî ciwanên xwe zanist bikin.”
 
Li dijî tecrîdê têkoşinê mezin bikin
 
Helîn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her ku tecrît giran dibe ev polîtîka jî tên kûrkirin. Tecrît sûceke mirovahiyê ye û divê ev pêkanîn li ser tu kesekî neyê meşandin. Ji ber vê yekê jî em wek ciwan li dijî tecrîdê radibin li ser piyan û berteka xwe nîşan didin. Bi kûrkirina tecrîdê re dixwazin ciwanan bidin dûrxistin. Van polîtîkayan li ser ciwanan, malbat û Gelê Kurd pêşve dibin. Ji ber vê yekê tecrîda ku tê meşandin sûc e û em vê sûcê qebûl nakin. Ji ber vê yekê jî banga min ji hemû ciwanan ew e ku werin li dora vê kampanyayê em bibin çeper û têkoşîna xwe mezin bikin.”