Li dijî tecrîda girankirî banga yekîtiyê

  • 09:06 19 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ye û 29 meh in tu agahî jê nayê girtin. Jinên Farqînê yên der barê tecrîdê de axivîn, diyar kirin ku tecrîd li her aliyî belav bûye û li dijî tecrîdê banga yekîtiyê kirin. 
 
Ev 29 meh in li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Tecrîda ku roj bi roj kûr dibe di heman demê de li ser gelê kurd jî bandorek mezin dike. Polîtîkayên tecrîdê ne tenê li Îmraliyê tên meşandin, li her aliyê Kurdistanê tê meşandin. Dewleta tirk bi  polîtîkayên tecridê li ser xweza, çand û ramyariyên kurdan êrîş dike û dixwaze gel di nav van polîtîkayan de bifetisîne. Lê belê gelê kurd li dijî tecrîdê bi seknek bi biryar disekinê û têdikoşe. Der barê mijarê de Meryem Akin wiha got: "Pêwîst e ku em li dijî dewletê xwe nedin perçiqandin."
 
‘Deng bidin zindanan’
Meryem Akin di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîta ku 29 meh in li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û daxuyand ku heta Abdullah Ocalan azad nebe jinên kurd jî azad nabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Malbata Rêber Apo tu agahiyê jê nagirin, parêzerên wî jî tu agahiyê nikarin jê bigirin. Pêwîst e ku em bêdeng nemînin û vê tecrîdê qebûl nekin. Divê her kes ji bo girtiyan jî deng derbixin. Deng bidin zindanan.”
 
Tecrîd bi her awayî tê kûrkirin
 
Meryemê da zanîn ku tecrît ji her alî ve xwe li ser Kurdistanê ava dike. Meryemê bal kişand li ser polîtkîkayên tecrîdê yên çandî, xwezayî û ramyarî û wiha berdewam kir: " Ji aliyekî ve malbatên girtiyên siyasî jî gelek zehmetiyê dikşînin, zilm li wan tê kirin. Ji aliyekî ve jî Licê, Dêrsimê, Cûdîyê dar û daristan tên şewitandin. Naxwazin welatê Kurdistan hebe. Tên li welatê me, bi konseran dixwazin gelê me asîmîle bikin. Ev jî tecrîdek e, çawa di girtîgehan de zilm tê kirin, li ser Abdullah Ocalan tecrît tê meşandin, bi heman awayî  li ser gelê kurd  jî xwe heyî dike. Naxwazin kurd hebin."
 
Jinên Şoreşa Rojavayê pêk anîn, bûne pêşeng
 
Meryemê di dawiya axaftina xwe de cih da Şoreşa Rojavayê û destnîşan kir ku jin bûne pêşengên şoreşê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Jin çawa li Rojavayê xwedî li mafên xwe derdikevin û li ser piyan e, divê em jî wisa bibin. Ew çawa xwedî li Şoreşa Rojavayê derdikevin, em jî li Kurdistana xwe xwedî derbikevin. Pêwîst e ku em li dijî dewletê xwe nedin perçiqandin."
 
Rêya çareseriyê di yekîtiyê de derbas dibe
Melîha Başkale jî da nîşandan ku yekîtî di nav gelê kurd de tune ye û ji ber vê yekê jî pêşiya zext û zilmê nayê girtin. Melîha destnîşan kir ku rewşa kurdan gihîştiyê asteke wiha ku di nav malbatêkê de her yek di fikir û ramanek cuda de ne û yekîtî tune ye. Melîha daxuyand ku di nav malbatên kurdan de nûner hene û wiha bi lêv kir:"Di nav me de hin kes hene, nûner û mît in. Wiha nebûya wê çawa bi balafirên xwe û bombeyên xwe li zarokên me bixistana? Loma divê gelê kurd bibe yek, li dijî kesên êrişî me dikin li berxwe bide. Abdullah Ocalan jî dernaxin, dixwazin di zindanê de birizînin. Selahattîn Demirtaşê jî dernaxin. Lê belê em nahêlin ew serî bi me bidin tewandin û em ê li berxwe bidin."
 
Tecrîd li her derê belav bûye
 
Melîha daxuyand ku gelê kurd radibe ser piyan û li ber xwe dide lê belê ji sedema nûner û mîtan destketiyên gelê kurd tên windakirin. Melîha da zanîn ku ji xwe heta niha dewletê bi armanca kuştina fîzîkî tevgeriyaye lê belê ji vê astê şûnvetir gelê kurd bi birçîbûne jî rû bi rû dihêle. Melîha wiha pê de çû: "Dewlet dibêje ez wan ji birçîna bikûjim. Me deyndar dike. Malê me pere nake. Ev jî tecrîdek e. Lê ya girîng ew e ku em li dijî van hemû polîtîkayana li berxwe bidin."
 
‘Divê gelê kurd mil bide hev’
 
Melîha bal kişand rewşa girtîgehan û da xuyakirin ku gelê kurd mil nede hevdu ev tecrîda ku li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gelê kurd tê meşandin bi dawî nabe. Melîhayê dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li ser girtiyên me zext û zilmê dikin. Girtiyên me yên nexweş hene û nayên tedawîkirin. Divê gelê kurd dest bidin hev. Heta ku em nebin yek û mil nedin hev em ê di vê rewşê de bibin."