'Tevî tayinkirina qeyûman jî têkoşîna li dijî tundiyê didomînin'

  • 09:04 19 Tebax 2023
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Civaknas Mudura Polîtîkayên Jinan Neslîhan Şedal têkildarî tayinkirina qeyûman û hedefgirtina qeyûman a destkeftiyên jinan da zanîn bi hatine qeyûman tundiya li ser jinan zêde bû û got:"Tevî tayinkirina qeyûman jî têkoşîna li dijî tundiyê didomînin."
 
Di 19'ê Tebaxa 2019'an de bi talîmata Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî sê şaredariyên di destên HDP'ê de yên li Wan, Amed û Mêrdînê hat kirin. Ji ser tayinkirina qeyûman 5 sal derbas bûn. Bi rêya qeyûman pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan bûn hedef. Civaknas Mudura Polîtîkayên Jinan Neslîhan Şedal têkildarî tayinkirina qeyûman û hedefgirtina qeyûman a destkeftiyên jinan da zanîn bi hatine qeyûman tundiya li ser jinan zêde bû û got ew ê dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. 
 
'Jinan îradeya çareserkirina pirsgirêkên xwe pêş xistin'
 
Neslîhanê da zanîn wan bi pergala hevserokatiyê xwestine sîstemeke wekhev ava bikin û wiha got:"Pergala hevserokatiyê tenê ne ji ser partiyên siyasî yan jî şaredariyan li ser jiyaneke azad a jinê û ekolojîk hat avakirin. Bi pergala hevseokatiyê jinan di qada civakî de bêtir rol girtin ser xwe. Ji bo vê ya me proje jî derxistin. Ji bo li dijî tundiyê û pêşketina aboriya jinê em xebitîn. Her wiha jinan îradeya çareserkirina pirsgirêkên xwe pêş xistin"
 
'Bi pergala hevserokatiyê di civakê de guhertinên girîng çêbûn'
 
Neslîhanê da zanîn li her derê tê xwestin jin bê tunekirin û wiha pê de çû:"Li dijî vê yekê têkoşîneke bi sedan salan heye. Hem tevgerên civakî yên jinan pêşengtî jê re kirin hem jî tevgerên jinan ev têkoşîn meşandin. Bi pergala hevserokatiyê di civakê de guhertinên girîng çêbûn."
 
'Paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk esas hat girtin'
 
Neslîhanê da zanîn pergela hevserokatiyê divê tenê wekî birêvebirina jin û mêr a saziyekê neyê dîtin û wiha dewam kir:"Divê em binêrin bê çi guhertin di civakê de çêkiriye. Divê çareserkirina pirsgirêkên civakî bi nêrîna jina pêk were. Ev bingeh e. Paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk esas hat girtin. Ji bo avakirina jiyaneke bi azadiya jinê ev gelekî girîng e."
 
'Pergala hevserokatiyê di nava civakê de ji bo pêdiviyekê bû bersiv'
 
Neslîhanê da zanîn kotaya jinê berê ji sedî 25 dest pê kir lê piştre bû ji sedî 40 û li her derê êdî modeleke bi rengê jinê hat afirandin û wiha got:"Nûnertiya wekhev bi vî rengî li her derê belav bû. Li vir beyana îradeyê mijara gotinê ye. Ji bo şaredarî veneguherin cihê rantê û ji bo demokratîkbûna li şaredariyan rola jinê girîng e. Loma jî pergala hevserokatiyê di nava civakê de ji bo pêdiviyekê bû bersiv."
 
'Me dît bi pergala hevserokatiyê rengekî çawa derket holê'
 
Neslîhanê bal kişand ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û wiha dewam kir:"Dema jin daxilî nav çareserkirina pirsgirêkên civakî dibin ev çareseriyeke mayinde bi xwe re tîne. Me dît bi pergala hevserokatiyê rengekî çawa derket holê. Li dijî beşên kar ên zayendperestî di nava xwe dihewande jî rola jinê girîng bû. Li her mudurtiyê li her saziyê jin bi awayekî nûnertiya wekhev lê bi cih bûn. Serokatiya Daîreya Mudurtiya Polîtîkayên Jinan û Mudurtuyên Polîtîkayên Jinan vebûn. Ji sê milan ve xebat li vir hatin meşandin. Van xebatana di nava civakê de olan dan. Her wiha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê jî dest pê kir. Me qadên ku jinên tundiyê dibînin û tên serî lê didin ava kir."
 
'Bi jinan re ev sîstem hat honandin'
 
Neslîhanê da zanîn jinan ji xeynî 'mexdûriyetê' nasnameyeke xurt jî derxistin holê û wiha got:"Bajar û projeyê jinan ava bûn. Qadên jiyanê yên hevpar ên jinan, park, malên çandê, qadên ji bo jin lê hilberînê bikin hatin avakirin. Perwerde ji bo jinan hatin dayin. Ji bo jinê ji mafên xwe yên tendirustiyê bêpar tên hiştin kabînên tendirustiyê hatin avakirin. Bi jinan re ev sîstem hat honandin. "
 
'Bi aboriya komînal jinan pêşengî kirin'
 
Neslîhanê bi lêv kir ku jinan bi xebatên di çarçoveya aboriyê de aboriyeke komînal ava kirin û wiha got:"Kooperatîfên ku şaredariyê piştgirî didayê hatin avakirin. Pratîkeke jin dikarin pêdiviyên xwe bînin cih derket holê. Bi vê re jî aboriya hevpar û têkoşîna li dijî kapîtalîzmê esas hat girtin. Xebatên hatin kirin di nava civakê de bûn sedema guhertinê. Li vir ew aqlê îktidarê jî hat hejandin. Jinan qalibên zayendperest red kirin û ev bû sedem hukumet ji jinên li berxwe didin bitirse. "
 
'Tevî qeyûman jî jinan bi şaredariyên HDP'yî xwe bi rêxistin kirin'
 
Neslîhanê diyar kir ku wan ji bo jinan gelek atolye li dar xistine û tevlîbûna jinan a ji bo van atolyena jî baş bûye û wiha bi dawî kir:"Ji bo semînereke li ser tundiya li ser jinê û newekheviya zayendê me li gundekî semînerek da. Li gund jin bêtir li mekanên wekî şînê hemû dihatin gel hevdu. Çimkî rêbaza herî zêde dihat zanîn ev bû. Dema em çûn meleyê gund nifteya cihê şînê neda me. Got hûn ji şaredariya HDP'ê tên ez niftê bidim we ez ê ji karê xwe bibim. Hemû jinên li gund li ber deriyê şînê rûniştin û mele şermezar kirin. Jinan ji mele gotin heger tu niftê nede me em ê jî te li gund teşhîr bikin. Piştî serhildanê me nifte girt û me atolyeya xwe çêkir. Ferqiya şaredariyên HDP'ê ya ji yên din civakîbûn e."