Konferansa Meclîsa Jinan dê di 8-9'ê Îlonê de pêk bê

  • 13:42 18 Tebax 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan, di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji bo piştevanî û rêxistinbûna jinê dê têkoşîna xwe mezin bikin û got: "Dê di 20 û 30'yê Tebaxê de jî li navçe û bajaran ji bo konferansê civînan li dar bixin û di 8-9'ê Îlonê de jî konferansa xwe li dar bixin."
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan, li avahiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser mijarên rojevî.
 
Canan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera tayînkirina qeyûman û got: "Bi tayînkirina qeyûman, hurmetê nîşanî vîna ku di sindoqan de derketî nedan, şaredarî hatin xespkirin û niha jî bêusulî û gendelî li şaredariyên ku hatin xespkirin didome. Bi dehan şaredarên me û endamên meclîsê hatin binçavkirin û girtin. Îktîdara serdest a mêr polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinê dike îro jî bi destê qeyûman didomîne."
 
'Em dev jî destkeftiyên xwe bernadin'
 
Canan, diyar kir ku ji sala 2016'an heta niha rejîma qeyûmê navendên ku ji hêla jinan ve hatî vekirin kir hedef û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro binêrin di 7 mehên dawiyê ya sala 2023'an de 227 jin hatin qetilkirin. Mirina 68 jinan wek 'mirina bi guman' derbasî qeydan bû. Di meha tîrmehê de jî 25 jin hatin qetilkirin. Ji wan 23 jin ji hêla mêrên ku pêre zewicandî ve hatin qetilkirin. Ev qetlîam tenê yên ku di çapemeniyê de derketine. Qetlîamên xwe roj bi roj zêde dibin, îktîdar bi destê qeyûman stargehên jinan girt û rê li ber zêdebûna şîdetê vekir. Cihê ku hilberîn dihat kirin hatin girtin. Jinên ku li dijî şîdetê serî li mekanîzmayên parastinê didin hatin girtin. Agahiyên jinên ku bi şîdetê re rûbirû mane hatin aşkerakirin. Em carek din dibêjin ku jin dê têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma qeyûm û polîtîkayên rant û talanê bidomîne. Em dev jî gelê xwe û destkeftiyên xwe bernadin." 
 
Polîtîkayên îktîdarê ya li hemberî jinê
 
Canan di civînê de wiha behsa şîdeta li hemberî Gultan Kişanak kir: "Piştî vegera ji cenazeyê xwîşka xwe Gulten bi şîdetê re rûbirû ma. Ev tişt tê wateya hestên tolhildanê. Bi darbeya qeyûmê Gultan hat girtin. Gultana ku piştî merasîma cenazeyê birin Girtîgeha Xarpetê bi muameleya xirab re rûbirû ma. Çend mesrefa rê dabe jî bi balafirê nebirin û bi saetan bi rîngê birin. Kesên ku dixwazin serî li Gultanê bitewînin bila sekna wê ya 12'yê Îlonê binêrin. Hem li hindûr û hem jî li derve em ê piştevanî û rêxistinbûna jinê mezin bikin û li dijî îktîdara serdest a mêr têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Canan, diyar kir ku îktîdara AKP-MHP'ê bi polîtîkayên şer, şîdet û dijminatiya jinê welatiyan ber bi xizaniyê ve dibe û niha aborî têk çûye û got: "Em ê li dijî polîtîkayên xizaniyê û polîtîkayên ku jinê bêkar dihêle û kedxwariyê dike bi sebrek mezin têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Dayikên Şemiyê û yên Aştiyê bûne hedef'
 
Canan wiha behsa polîtîkayên tecrîdê kir: "Di bingeha hemû qeyranan de polîtîkayên tecrîd, şîdet û şer heye. Tecrîda ku li Îmraliyê destpê dike niha li hemû girtîgehan belavbûye. Her wiha li welat tecrît wek rejîmekî tê meşandin. Çend girtiyên siyasî cezayên xwe temam kiribin jî nayên berdan. Her roj agahiyên nû yên binpêkirina mafên girtiyan tê rojevê. Li girtîgehan êriş didome. Polîtîkayên tecrîdê ne tenê li girtîgehan niha li dervê bi mekanîzmayên cuda tê meşandin. Têkoşîna bi rûmet a Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê niha bûye hedefa îktîdarê. Dayikên Şemiyê dev ji Qada Galatasareyê bernadin û ligel vê yekê jî tên binçavkirin û îşkence li wan dikin. Li Colemêrgê jî Dayikên Aştiyê hêj di binçavan de nin. Têkoşîna dayikên Aştiyê û yên Şemiyê têkoşîna me ye jî. Em ê bi hev re aştiyeke bi rûmet bînin vî welatî."
 
Polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî xwezayê
 
Canan di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî xwezeyê û wiha bi lêv kir: "Ji aliyekî li Daristanên Akbelenê ji bo sermayedaran rant û talan heye. Ji aliyek jî bi hinceta 'ewlehiyê' li Cizîr û Bedlîsê mudaxaleyê şewatên daristanan nakin. Her wiha kesên ku hewl didin agir vemîrinin jî tên astengkirin û tên binçavkirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî talan û rantê bidomînin." Canan di civîna çapemeniyê de behsa rewşa penaberên jin kir diyar kir ku heke polîtîkayên şer û şîdetê bê bidawîkirin dê pirsgirêkên penaberan jî bê çareserkirin. 
 
'Doza Kobanê kumpaseke siyasî ye'
 
Berdevka Meclîsa Jinan Canan, di axaftina xwe de qala Doza Kumpasê ya Kobanê jî kir û da zanîn ku li Kobanê bi pêşengiya jinan şoreşek pêk hat û Doza Kobanê jî tê wateya bêtehemûliya li hemberî şoreşê bû û got: "Tu delîl di destê wan de nîne. Niha jî bi destê Diyanetê dixwazin kumpasa xwe bidomînin. Diyanek bi daxwaznameya xwe rola dozgeriyê girtiye. Bi hinceta ku siyasetmedarên ku tên darizandin li hemberî nirxên olî tevgeriyane nîşan bidin. Ev tişt tê wateya îstîsmarkirina olî. Her roj jin li kolanan tê qetilkirin û hedef tên nîşandan çima Diyanet deng nake. Ewqas xizaniya jinê kûrbûye lê ji sedî 99 bûdçeya Diyanetê hatiye zêdekirini. Di yurdên tarîkatan de destdirêjî li zarokan dikin, lê Diyanet bêdeng e. Diyanet, çima li hemberî cenazeyê ku bi kargoyê tê şandin hestiyariyê nîşan nade, gelo bi kijan hestiyarî tevlî Doza Kobanê dibe. Em carek din dibêjn ku Doza Kobanê kumpaseke siyasî ye."
 
Di 8 û 9'ê îlonê de konferans bê lidarxistin
 
Canan, destnîşan kir ku piştî hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê Partiya Çep a Kesk ket pêvajoyeke nû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî hilbijartinê me encamên hilbijartinê nirxand û xeta xwe ya pêşerojê diyar kir. Me wek Meclîsa Jinan a partiyê li navçe û bajaran bi jinan re civîn li dar xist. Me xwest em piştevanî û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Me mekanîzmayên rexne û rexnedayinê pêş xist û me kêmasiyên xwe anîn ziman. Bi pêşniyar û rexneyan me 2 komxebatên bi sernavê 'Jin û rêya 3'yem' û 'Mekanîzmayên rêxistinê ya jinan' pêk anî. Nirxandin û pêşniyarên ku di komxebatan derketî holê dê Konferansa Jinan a Navendî li dar bixin. Di 20 û 30'yê Tebaxê de li navçe û bajaran ji bo konferansê civînan li dar bixin û di 8-9'ê Îlonê de jî konferansa xwe li dar bixin. Bijî têkoşîna me ya jinê. Jin jiyan azadî."