'Em ê bi vîn û îradeya xwe ya xurt li dijî êrişan bisekinin'

  • 09:06 18 Tebax 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê yên bertek nîşanê êrişên dewleta tirk dan û roja vejînê pîroz kirin wiha gotin:"Ji bo em nehêlin dewleta faşîst bigihêje armanca xwe em ê canê xwe jî feda bikin. Ji bo têkbirina dagirkerî û faşîzmê wê îradeya me têk neçe. Em ê bi vîn û îradeya xwe ya xurt li dijî êrişan bisekinin. Bi vîn û îradeya xwe ya xurt em ê Rêberê xwe jî azad bikin."
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Li dijî van êrişana têkoşîn û berxwedana welatiyan jî didome. Jinên li Helebê yên tevlî şahiya roja vejînê bûn bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî êrişan nîşan dan û wiha gotin:"Wê her serkeftin para şervanên me be."
 
'Bi saya vê pêngavê em bi ser ketine'
 
Dayika şervanê azadiya Kurdistanê ya bi navê Ewaş Mihemed wiha dest bi axaftina xwe kir :"Bi navê dayikên gerîla em pêngava 15'ê Tebaxê li gelê kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanên azadiya Kurdistanê pîroz dikin. Bi saya qehremantiya pakrewan Egîd îro em gihaştin vê roja pîroz."
 
'Dewleta tirk bi çekên qedexekirî êrîşî şervanên me dike'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Ewaşê bal kişand ser berdewamiya êrîşên dewleta tirk ên li ser şervanên azadiya Kurdistanê û ev tişt anî ziman:"Îro carek din dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmên parastina medya dike, êrîşên xwe bi hemî cureyên tund dewam dikin. Bi çekên kîmyewî êrîş dikin û dixwazin şervanên azadiya Kurdistanê tune bikin. Tevî ku çekên ku dewleta tirk bi kar tîne çekên kîmyewî û qedexekirî ne jî lê dîsa dewletên navneteweyî bêdeng mane û bertekên xwe nadin nîşandan da ku pêşî li van êrîşan bigirin."
 
'Ji bo şervanên me çi ji me were xwestin em amede ne'
 
Di dawiya axaftina xwe de Ewaşê soza piştgiriya şervanên azadiyê da û got:"Bi pêngava 15'ê Tebaxê bi hezaran keç û xortên me tevlî nava refên gerîla bûn. Ji bo parastina ax û rûmeta xwe kurê min jî tevlî nava şervanên azadiya Kurdistanê bû. Ji bo wê em her tim li pişta keç û xortên xwe ne û çi ji me ji bo wan were xwestin em her amade ne. Wê her serkeftin para şervanên me be."
 
'Ji bo vê pêngavê têk bibin êrîş dikin'
 
Li ser heman mijarê Nayle Nasro wiha ji ajansa me re axivî û got:"Em di serî de 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Di heman demê de em îro êrîşên dewleta tirk ên li ser şervanên azadiya Kurdistanê, şermezar dikin. Ji bo pêngava 15'ê Tebaxê ya ku bû vejînek ji bo gelê kurd û bi hezaran zarokên me tevlî bûne, têk bibin, êriş dikin."
 
'Em ê Rêberê xwe jî azad bikin'
 
Nayleyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:" Ji bo em nehêlin dewleta faşîst bigihêje armanca xwe em ê canê xwe jî feda bikin.  Ji bo têkbirina dagirkerî û faşîzmê wê îradeya me têk neçe. Bi vîn û îradeya xwe ya xurt em ê Rêberê xwe jî azad bikin."