Di salvegera tayînkirina qeyûman de peyama ‘Em rê nadin desthilatdariyê’

  • 20:11 17 Tebax 2023
  • Rojane
AMED - Di 4'emîn salvegera tayinkirina qeyûman de Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Jinan a HDP'ê daxuyaniyek da û got: “ Em jin dibêjin ku, em ê parastina destkeftiyên jinan bidomînin. Em ê bibin rêya çareserî, azadî û wekheviyê.”
 
Di 4'emîn salvegera tayinkirina qeyûman de Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Jinan li ber Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de bi dirûşma “Ne qeyûm, ne talan, dîsa jin, dîsa jiyan” daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamentera  Partiya Çep a Kesk a Sêrtê Sabahat Eredogan Saritaş, parlementera Şirnexê Newroz Uysal Aslan, parlamentera  Amedê Halîde Turkoglu, parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) hat dayîn.
 
Hevseroka Şaredariya Stêwrê Gulistan Oncuyê daxuyaniyê xwend.
 
Gulistanê diyar kir ku salvegera tayinkirina qeyûme ku di serî de li Amed, Wan, Mêrdîn û bi dehan şaredariyên re hatin desteserkirin. Guistanê destnîşan kir ku îro di heman demê de 17ê Tebaxê salvegera erdhêja 1999’an ya herêma Marmarê ye jî û  mirovên ku jiyana xwe ji dest dane bi  bibîr tînin. Gulistanê daxuyand ku kiryar û berpirsiyarên şaredartiyên li ser rantê ku di encam de erdhêja Stenbolê rû da, di heman demê de rê li ber apîtalîst jî vekirin ku di 6’ê sibatê de erdhêjeke hêj betir, li 11 bajaran rû da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bandor li ser bi milyonan mirovan kir.”
 
‘Polîtîkaya dijminatiyê tê meşandin’
 
Gulistanê balkişand li ser pêvajoya hilbijartinê û destnîşan kir ku bi taybetî jin û Gelê Kurd ji bo vîna xwe hilbijêrin çûn ser sindoqan û got: “ Lê di roja ewil ya ku hilbijartin misoger dibe, starta hilbijartinê tê dayîn ji wê rojê de dest bi girtin, binçavkirin û operasyonên serdegirtinan kirin. Doza Kobanê ya kumpasê û heta doza girtina HDP’ê jî siyaseta me dûrbixin ku vê pêvajoya hilbijartinê bixin bin bandora xwe, wergerandin rewşeke wiha. Ya herî girîng jî ev tifaqa faşîst a AKP-MHPê ku li ser kar e, 29 meh in derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nîne. Ev rewşa tecrîdê li ser hemû civakê û di her qada jiyanê de jî belav bûye. Dİ 14’ê Gulanê û hema pêre hilbijartina serokomariyê ku dîsa heman kes hat ‘bijartin’, nemaze ji bo me jinan ku polîtîkaya  dijminatiyê dimeşîne”
 
Destkêftiyên jinan
 
Gulistanê da zanîn ku polîtîkaya qeyûm ku ji sala 2016’an de dest pê kiriye, tevgera jinan a ku bi bedelên giranbûha berhemên derxistiye holê, bidest xistiye îro salvegera wê êrîşa birdozî ye li ser van destkeftiyan. Gulistanê wiha got: “Li hember vê darbeya qeyûm a 2016’an jin, dayik, ciwan û bi milyonan kes di hillbijartina rêveberiya heremî ya 31’ê adara 2019”an de dîsa li vîna xwe xwedî derketiye û bersiveke watedar û mezin daye. Li gor encamên helbijartina 2019’an partiya me 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 Şaredarî, hezar û 230 endamtiya meclisa şaredariyan û 101 endamtiya Meclisa Giştî bidest xistiye. Partiya me bi qezenckirina 65 şaredariya bajar, navçe û bajarokan de pergala Hevserokatiyê, Meclisa Jinan ya Şaredeyê, di nava van meclisan de lîjne, kordînasyona, saziyên jinan hatine avakirin. Dîsa ji van cudatir lîjneyên wekhev ê jin û mêran hatine avakirin. Di 3 Şaredariyên Bajarê Mezin de Daîreya Polîtîkayên Jinan, Serokatiya Daîreyan hatiye avakirin û  xistiye meriyete. Bi heman şêweyî di hemû şaredariyên bajar û navçeyan de Gerînentiya Jinê hatiye avakirin.”
 
Polîtîkayên li hemberî jinê 
 
Gulistanê da zanîn ku hemû destkeftiyên wan, bi perspektîfa; Paradîgmaya Ekolojîk Azadiya Jinê, temsîliyeteke hevbeş û di siyasetê de jinê dike kirde û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû şaredarî  di nîve şevekê de tev bi carekî hat desteserkirin. Di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûl tayînê Şaredarên Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn, Wanê kirin. Hema pê re heman feraset bi dehan şaredariyên me bi darbeya qeyûm re rû bi rû man, vîna gel hat desteserkirin. Ji bo pergala Hevserokatiya ku di jiyana civakê de pergaleke herî demokratîk, modern û xwe birêxistinkirin e ‘sûc’ hat hesibandin, doz hat vekirin. Ev kirin sedema tayinkirina qeyûman. Bloka faşîst ya AKP-MHP’ê di bin navê alîkariya civakî, bi aboriyeke neçar xwestin ‘jina maqûl û meqbûl” biafirînin, li ser jinan ferz dikin. Em li hember vê ferasetê derdikevin modela ku em ava dikin ji bo feraseta serweriya mêr ku serweriya xwe bidomîne re asteng e. Lê divê em bibêjin ku em jin di siyaseta heyî de heta nebin kirde tu siyasetekê nikare bibe civakî, siyaseta civakê re nikare bibe pêşeng. Tecrîda ku îro li Îmraliyê pêk tê di heman demê de wek rejimek e. Feraseta qeyûm jî ji bo kûrkirina vê tecrîtê bi xwe ye.”
 
‘Em ê parastina destkêftiyên jinan bidomînin’
 
Gulistanê destnîşan kir ku dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” di serî de li Rojhilata Navîn belavî tevayê cîhanê bûye, hêz û motîvasyona hevgirtin, berxwedan û têkoşîna jinan. Gulistanê da zanîn ku bi vê dirûşmê re îro Rojava li ser esasê Demokrasiya xwecihî, heremî civakeke wekhev û azad tê avakirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dîsa bi vê dirûşmeyê li Îranê li dijî rejima dijminê jinan berxwedaneke bêhempa derket holê û ev berxwedan û têkoşîna jinan li civakê her ku diçe belav dibe, didome. Em dibêjin şoreşa ku jinê azad neke ne şoreş e. Îro têkoşîna azadî û wekheviya tê dayîn, di serî de jin li tevayê gelê cîhanê em dibînin ku êdî bûye heqîqetek û li dora wê tên cem hevdû. Ev bloka faşîst ya AKP-MHP’ê ya ku êdî wergeriyaye rejimeke şer û zextan dixwaze bi rêya qeyûman li ser şaredariyên HDP’ê, modela jina azad biçewisîne, zextan lêbike wan ji vîna wan bêpar bihêle. Em jin dibêjin ku; em ê parastina destkeftiyên jinan bidomînin. Em ê jina ku bibe xwedî vîna xwe, bibe kirde di jiyanê de û hêj xûirtir jiyaneke azad ava bikin. Bi vê biryarê, digel hemû wêrankerî û bêhêvîtiyan em ê bibin rêya çareserî, azadî û wekheviyê.”
 
‘Em rê nadin desthilatdariya AKP-MHP’ê'
 
Piştî Gulistanê Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdemê destnîşan kir ku hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê hişmendiya qeyûmê bênavber didome û wiha axivî: “Bi temsîlkirinek hevpar em ê xebatên xwe bidomînin. Dewleta dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji  xwe re wek gef dibîne. Li ser vê erdnigariyê rejîma qeyûm tê wateya dizîkirine. Tişta ku em lê bitirsin ne peyva xweseriyê ye, ew desthilatdariya AKP-MHP a ku nikare jiyan û mafê mirovan biparêze, bin pê dike ye. Em rê nadin desthilatdariya AKP-MHP.”
 
Daxuyanî bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.