VASKÎ bi hinceta 'Ava qaçax' welatiyan ceza dike

  • 09:03 16 Tebax 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
WAN - VASKÎ'ya ku bi hinceta “Ava qaçax tê bikaranîn” avê dibire. Şêniyên li taxa Karşiyakayê bertek nîşan dan û gotin: "Pirsgirêka avê tucar nehat çareserkirin. Hinek tax bêav in û lê hinek tax jî qet av nayê birîn. Av tuneye em firaqên xwe bişon û karê xwe yê rojane bikin. Em vê cudakariyê qebûl nakin."
 
Welatiyên Wanê ku tim bi pirsgirêkên wek ceyran û rêyê dikişînin, niha jî pirsgirêka avê dijîn. Li bajêr bi salan e pirsgirêka avê tê jiyîn û ligel ku ev qas dem derbas bûye jî hîn nehatiye çareserkirin. Bi taybetî ev pirsgirêka avê bi demsala havînî vir ve zêdetir bûye. Li gelek taxên Wanê ev pirsgirêk tê jiyîn. Ji van taxan yek jî taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ye. Li vê taxê jî bi mehan e pirsgirêka avê nayê çareserkirin û ji ber vê yekê welatî mexdûr dibin. Her wiha welatî fatûreyên ava ku bikar naynin jî didin. 
 
Ji VASKÎ yê hinceta avê
 
Welatiyên taxê ji ber pirsgirêka avê hewl didin xwe bigihînin Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ), lê destnîşan kirin ku bersivê nadin telefonan. Her wiha ji bo ragihandina pirsgirêkên şêniyên taxê me jî telefon ji VASKÎ'yê re vekir û derbarê mijarê de wiha gotin: "Asta avê kêm e û ji ber vê yekê av nayê. Li taxan ava qeçax tê bikar anîn. Ji bo pêşiya vê yekê bê girtin komên me li ser xebatê ne.”
 
Welatiyên ku taxê dimînin bertek nîşanê rewşê dan û gotin VASKÎ peywira xwe pêk nayne.  
 
‘VASKÎ pirsigirêkan çareser nake' 
 
Cevahîr Gur, bertek nîşanê rewşê da û anî ziman ku ew nêzî 20 sal in li vê taxê pirsgirêka avê dijîn û got heta îro ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Cevahîr, destnîşan kir ku ji ber av nîne ew nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û got av carna tuneye ku vexwin û wiha domand: “Ev demeke dirêje em vê rezaletê dikişînin. Rewşa me tim wisa ye. Kesên berpirsyar nayên pirsa me nakin û tu çareseriyekê jî nabînin. Her roj serê sibehê nêzî saetek an jî du saetan av tê û piştre dîsa dibirin. Dema av tê em bînonan tijî dikin. Vêca av nayê heta roja din serê sibehê. Li kolana me av nayê, li hin kolanên jorê av tên. Em diçin bi bîdonan avê ji wir tînin. Em çend caran çûn VASKÎ yê û me gilî kir. Lê çareser nekirin. Her wiha li taxê bêhna çopê gelek zêde tê. Ji ber av nayê em nikarin kolanên xwe bişon. Em ji şaredariyê gilî ne. Çima vê zilmê li me dikin.”
 
‘Av tuneye û em nikarin firaqên xwe bişon’
 
Meryem Gur jî daxwaza berdana avê kir û bi lêv kir ku ew serê sibehê zû radibin ji bo ku ji xwe re avê tijî bikin û wiha got: “Ew ava ku em bîdonan de tijî dikin ji ber dimîne tema wê ne xweş dibe. Ev 22 sal in ez li vê taxê me pirsgirêka avê heye. Em diçim şaredariyê gilî dikin dibêjin temam wê çareser bikin, lê çareser nakin. Çima pirsgirêka avê ya vê kolanê jî çareser nakin? Li hin taxan av tê. Ji ber av tuneye em nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Her wiha ji ber av nîne em nikarin paqijiya mala xwe bikin. Bi rojan em pirsgirêka avê dijîn. Firaqên min çend roj in di makînê de ne, av tuneye em bişon. Ji ber serê sibehê avê saetek an jî saetaan berdidin em zû radibin da ku ji xwe re avê tijî bikin. Rojê herî zêde saetek an jî du saetan tenê tê. Em nikarin cilên xwe bişon. Ji ber av nîne em nikarin ber deriyên xwe paqij bikin û ji ber vê yekê ew çop bêhn dide. Niha li taxê bêhnek gelek qirêj belav bûye. Hemû karên me bi avê çêdibe. Dar û baxceyê me ji ber av nîne zûha bûn. Li taxa li pişt me bi sontajê avê didin. Heta îro ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Şaredarî alîkariyê hin taxan dike, alîkariyê hin taxan nake. Alîkariyê AKP’yiyan dikin, lê alîkariya me kurdan nakin. Ji ber em kurd in ev yek li me tê kirin. Em jî bi awayek mafdar daxwaza mafê xwe dikin. Kolan ew qas bêhn dide ku mirov nikare derbas bibe.”
 
‘Di vê sedsalê de hêj pirsgirêka avê tê jiyîn' 
 
Sîbel Şahîn jî destnîşan kir ku pirsgirêka avê demeke dirêje tê jiyîn, lê bi taybetî ji demsala biharê vir ve ev pirsgirêk zêdetir tê jiyîn. Sîbel, diyar kir ku ji ber av nayê bêhn li kolanê belav bûye û wiha behs kir: “Welatî nikarin bê av bimînin. Ji ber pirsgirêka avê welatî nexweş dikevin. Taybetî li taxê demeke dirêje bêhnek gelek qirêj heye. Dema ava cîranên me bên em bi xortimê ji wan avê digirin. Ev pirsgirêkek mezin e. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Şaredarî berpirsyariyê nagire ser xwe. Me bi rêya telefonê VASKÎ'yê digerin lê bersivê nadin, telefonê wan tim negûncav bûn. Roja din saet 12.00’an de av hat, nêzî saetek. Li taxê pirsgirêka herî mezin tunebûna avê ye. Dema av tê birîn heta roja din êdî nayê. Em ji vê rewşê zehmetiyê dikişînin. Em wek demên berê bi bîdonan avê dikişînin. Divê VASKÎ vê pirsgirêkê çareser bike. Ev bêberpirsyariye. Bi awayek keyfî tev digerin û avê me dibirin. Em bi bîdonek av dikarin çi bikin, an jî dikarin çi bişon. Em dixwazin demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ava taxa me digirin, ava taxek din berdidin. Demên berê av di malan de tunebû bi bîdonan neçar diman dikişandin. Lê niha di her malekî de kanî heye, lê av nayê. Em di sala 2023’yan de ne û li her derê av heye. Divê pirsgirêka avê tunebe. Her wiha Wan bajarekî mezin e û divê pirsgirêkek vê rengî neyê jiyîn. Tirkiye di vê sedsalê de jî pirsgirêka avê dijî. Gelek caran ceyranên me jî dibirin."
 
‘Di havînê de em bê av dimînin’
 
Gulnaz Gezer jî daxuyakirin ku demek dirêje ava wan nayên û tenê rojê saetek av tê dayîn û wiha axivî: “Bê av em nikarin jiyana xwe bidomînin. Mirov pêdiviyên xwe bi avê pêk tîne. Lê ji ber ku av nîne em nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Ev pirsgirêk dê heta kengî berdewam bike? Em niha bê av in û av tuneye. Car carna av şev tê û em wê demê avê digirin û heta roja din êvarê nayê. Car carna jî serê sibehê tê û dîsa dibirin. Ev pirsgirêk ji demsala biharê ve heye. Dinya germe û havîn e. Di vê meha havînê de em çawa bê av bimînin. Ji ber av nayê û bêhn belav bûye dibe sedema nexweşiyê. Me carek li wan geriyan gotin pirsgirêk heye. Ji ber av nîne em nikarin paqijiyê bikin mêş û moz dikevin malên me. Em ji ber vê rewşê şerpeze bûne."