Merve Altintaş: Ya me xilas bike piştevaniya jinê ye

  • 09:03 13 Tebax 2023
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û êrişên li hember qanûna 6284'an didome. Ji Femînistên Bogazîçiyê Merve Altintaş, diyar kir ku ji ber qanûn jinan naparêzin jin jiyana xwe ji dest didin û got: “Jin çawa ji bo Peymana Stenbolê li kolanan bûn wê ji bo qanûna 6284'an jî têbikoşin.”
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj herî kêm 5 jin ji aliyê mêran ve tên qetiklirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên dijminê jinê roj bi roj girantir dike. Ev polîtîkayên xwe di pêvajoya hilbijartinê de bi tifaqa ku bi HUDA PAR û Yenîden Refah re kir, girantir kir. Gumanbarên jinan ji aliyê dewletê ve bê ceza tên hiştin û bi cezayên biçûk tên xelatkirin. Jin li dijî daraza mêr têkoşîna xwe roj bi roj mezin dikin.
 
Ji Femînistên Bogazîçî Merve Altintaş, der barê qanûna 6284'an ya di hedefa tifaqê de ye û parastina gumanbaran de ji JINNES’ê re axivî.
 
 
‘Qanûn ne ji bo jinan ji bo qeyûman hatin pêkanîn’
 
Merve, da zanîn ku qanûna 6284'an ji bo jinan nayê bikaranîn lê ji bo qeyûm Nacî Încî  hatiye bikaranîn û wiha domand: “Divê qanûna  6284'an ji bo jinên tundî lê hatine kirin bê bikaranîn. Ji bo gumanbar ji jinan bên dûrxistin divê bê bikaranîn ev qanûn. Dewleta ku divê ji bo jinan hawireke bi ewle ya jiyanê ava bike, ji bo qeyûm Nacî Încî yê ku xwendekaran ew protesto kiribû hat bikaranîn. Jinên tûndî lê dihatin kirin diçûn qerekolan û dixwestin ji vê qanûnê fêdeyê bigirin. Lê pêvajo pir dirêj berdewam dikir. Lê ji bo qeyûm du rojan de tedbîra parastinê hat girtin.”
 
‘Partiyên paşverû li pey 6284’an e’
 
Merveyê destnîşan kir ku 6284 ji bo jinan pir girîng e û wiha vegot: “ Peymana Stenbolê şevekê de hat feshkirin. Êrişên li dijî 6284 didome. Meclîs niha di betlanê de ye. Meclîs beriya bikeve betlanê HUDA PAR û Yenîden Refah qanûna 6284'an ji nîqaşê re vekir. Dixwazin qanûnê rakin. Lê em femînîst wê destûr nedin vê. Jin di 1’ê Tîrmehê de dema peyaman Stenbolê hat feshkirin li kolanan bû. Ji bo parastina 6284 jî em ê li kolanan bin. Ya ku me xilas bike piştevaniya jinê ye. Em ê heta dawî li dijî êrişan têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li hemû kesî dikin ku têkoşînê bilind bikin.”