Dayikên Şemiyê ligel astengiyan ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan

  • 15:14 12 Tebax 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Di çalakiya 955'an de Dayikên Şemiyê ligel astengiya polîsan ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan û israbûna xwe ya qadê carek din anîn ziman.
 
Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 955'an de li Qada Galatasarayê hatin cem hev û xwestin aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin bipirsin û xwestin kujer bên darizandin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD Eren Keskîn, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Ûmît Efe, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk Mûsa Pîroglû jî tê de gelek kes tevlî çalakiyê bûn.  
 
Ligel ku Dadgeha Makeqanûnê biryara ‘binpêkirinê’ daye jî 19 hefte ne, polîs dora çalakiyên Dayikên Şemiyê digirin. Beriya çalakiya li Qada Galatasarayê polîsan dîsa kolan girtin. Dema ku parlementerên CHP’ê û TOP’ê dest bi meşê kirin, polîsan dora wan girtin.
 
Piştre Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ber bi Kolana Îstîklalê ve meşiyan. Dayikên Şemiyê yên ku bi israr bimeşin dema hatin qada ku astengî lê pêk hat, astengî derbas kirin, lê piştre dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
 
Piştî astengkirinê, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. 2 kesên ku nerazîbûn nîşanî nerazîbûnê dan jî hatin binçavkirin. Hate diyarkirin nêzî 20 kes hatine binçavkirin.